Endam bo
14 ساڵ mehanKurtejînenîgariya Dilawerê ZENGÎ:
*Ew bixwe ji xelkê Kurdistana Bakur e, ji (Qeza Şêrwanê, welayeta Sêrtê, gundê Qewmik), û ji êl û eşîra Dumila ye.
Di dema şerê Dewleta Osmanî û Qeyser de û ji ber sedemên ramyarî yên wê demê kalkê wî (Mihemedê ‘Emê) tevî malbata xwe ji gundê xwe derkikevin û berî didin binya xetê. Bi rê de, û li gundekî ji gundên Wêranşehrê Mihemedê ‘Emê dimre. Lawên wî (Isma’îlê Mihemedê ‘Emê û birayê xwe Mihemed) meşextî binya xetê dibin û li bajarê Amûdê bicî dibin.
*Dilawerê Zengî, piştî şewata Sînema Amûdê bi heşt mehan tê ser rûyê dinê. Di sala 1961ê de, li bajarê Amûdê hatiye dinê.
*Ji ber rewşa xizanî û feqîrtiyê xwendina xwe ya bilind kuta nekir.Lê xwe ji xwendina pertûkan û çûn û hatina linik mirovên rewşenbîr, siyasetmedar û zanayên Kurd û civatên wan bêpar nekir .
*Di sala 1977an de û li Amûdê bavê wî diçe ser dilovaniya Xwedê, di wê salê de dest bi nivîsandina helbestanê dike.
*Li ber destê diyeke welatparêz û miletperwer mezin dibe. Evê diyê (Ferîde Elî) akameke (bandûreke) pir mezin li jiyana wî ya nivîskarî û ramyariyê dike. Gelek cefakêşî û dijwarî ji bo wî, di vê riyê de, jî kişandiye.
*Bandûra Şêxê welatparêz û miletperwer (Şêx Sedredînê bavê kal) pir lê dibe û li ser destê wî dest bi nivîsandina Kurdî dike.
*Du salan li gundê (Girê Sor) mamosteyî dike.
*Di sala 1980an de ji neçarî berê xwe dide bajarê Şamê û li Zangoya Şamê kar dike. Piştî heşt salan ew dûrî karê xwe dikeve. Ji wê rojê de, xwe ji nivîsandin û lêkolîn û xebatê re vala dike.
*Di warê ramyariyê de jî keda wî gelek heye.
*Di sala 1987an de Rewşen Bedirxan nas dike.
*Piştgiriya Rewşen Bedirxan di wergerandin, amadekirin û weşandina çend pertûkên wê û yên malbata wê de kir. (bîranînên Salih Bedirxan. Name bo Mustefa Kemal paşa. Mîr Bedirxan. Û....hwd)
*Di sala 1991ê de piştî serîhildana Kurdên başûr, diçe Kurdistanê û li wir çend semînerên rewşenbîrî û toreyî girêdide.
*Di hin rêdaksiyonên kovar û rojnameyên Kurdî de kar dike.
*Ji bilî nivîsandin, lêkolîn û helbestan, karê rojnamevaniyê jî dike. Di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de nivîsandiye û dinivisîne ji wan: (Gelawêj), (Gurzek gul), (Pirs), (el-Hîwar), (Newroz), (Hêvî, Parîs), (Kurmancî, Parîs) (Armanc, Siwêd), (Medya guneş, Istenbûl), (Xebat,Erbîl), (Metîn,Dihok), (Birayetî, Dihok), (el-Itîhad,Silêmani-yê), (Mîdya, Erbîl), (Gulan, Erbîl) û (Serxwebûn, Erbîl) (Rojda,Libnan) (Jîn,Sûriya) (Zevî, Sûriya)...h.d.
*Gelek dîwanên helbestvanên Kurdan yên navdar ji tîpên Erebî wergerandiye Latînî û pêşgotin ji wan re nivîsiye ji wan: (Seydayê Tîrêj: dîwanên wî: Xelat, Zozan û Cûdî), (Seydayê Bêbuhar: dîwana wî: Zindan)... li dora (200) pertûkên li ser tore, çande, dîrok, û folklorê Kurdî li Sûriyê daye weşandin.
*Di sala 1985an de jin aniye. Sê kur û keçek wî hene: (Royar, Rodî, Ronî û Rewan).
*Di sala1999 an de ji hêla Rojnameya Mîdiya ya ku partiya (YNDK) li başûrê Kurdistanê diweşîne xelatê (Rêzname) werdigre.
*Di 12/7/2000 de,li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe bajara Enqerê û xelatê pêşkêşî prof. Ismaîl Beşikçî dike.
*Di sala 2004an li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe Elmanya ji bo xelata Osman Sebrî bide xanima hêja Danyêl Metran.
* Di sala 2008an li ser navê Komîta (xelata Osman Sebrî) diçe Elmanya ji bo xelata Osman Sebrî bide mamosteyê gewre Munzir Elfedil.
Berhemên Dilawerê ZENGÎ yên çapkirî ev in:
*Dîwana (Pêdarî) helbest1985.
*Gramêra ziman-Celadet Bedirxan û Rojê Lîsko-wergerandin-1990.(bi arîkariya hin mamosteyan).
*Ji mesela Kurdistanê-Celadet Bedirxan-wergerandin-1990.
*Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî(Ji evîna çirayên kevin) wergerandina tîpan1991.
* Dîwana helbestvan Ebdirehmanê Mizûrî (Li xelkî tehlê li min şirînê)- wergerandina tîpan1991.
*Mîr Bedirxan: Lutfî, wergerandina: E.S.Goranî. Amadekirin û lêveger: Rewşen Bedirxan û Dilawerê ZENGÎ.
*Alîkariya Rewşen Bedirxan kir di weşandina hin pertûkan de, ji wan:
-Bîranînên min -Salih Bedirxan-.
-Name bo Mistefa kemal paşa. (Celadet Bedirxan).
-Bîranînên jinekê (perçê didiwan).
*Şerefnameya Menzûm-Cegerxwîn-ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî, û lêveger, ravekirin û serastkirin.1997.
*Bîranînên Celadet Bedirxan-komkirin û wergerandin bo zimanê Kurdî.
*Ez û Agir- Dîwana helbestvan Hizrevan-wergerandina tîpan 1998.
*Stran, berf û baran -helbestvan Mûeyid Teyib wergerandina tîpan.
*Bedirxanî di Cezîra Botan de-Malmîsanij-wergerandin: Gulbuhar Bedirxan û Dilawerê ZENGÎ.1998.
*Berî heyv hilê -çîrok- wergerandina Tewfîq El-Huseynî ji zimanê kurdî bo zimanê Erebî.Nivîsandina Dilawerê Zengî- Ji weşanên Mîdiya-Erbîl.2001.
*Qedrî can-helbest. Gotar. Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Erebî).çapxana Aras, Hewlêr 2001.
*Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Erebî-2001.Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
* Bîranînên Osman Sebrî- bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
*Şerrên Sasûnê -Osman Sebrî-.komkirin û amadekirin. Bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
*Dîroka kelepora mîrnişîniya Botan. –Mele Xelefê Bafî.-veguhestina tîpan. Bi zimanê Kurdî -2005. Beyrût, Libnan. çapxana Emîral.
*Qedrî can-helbest. Gotar. Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Kurdî).çapxana komal, Istenbol-2004.
*Qedrî can-helbest. Gotar. Çîrok û wergerandin.- amadekirin û berhevkirin. Bi zimanê (Kurdî).çapxana Emîral, Beyrît- Libnan. 2005.
* Şerrên Sasûnê -Osman Sebrî-.komkirin û amadekirin. Bi zimanê Kurdî -2005. Istanbol,weşanxaneya Pêrî, 2005.
* وثن للعشق dîwanek ji helbestan- wegerandina:Şêx Tewfîqê Huseynî ye. Weşandina Dar Kîwan e-Şam-2005.
*Mewlûda Pêxember –Tîrêj- veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: Dilawerê Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxaneya Emîral. 2006.
*Serpêhatiyên Kurdan-Tîrêj- veguhestina tîpan û pêşkêşkirina: Dilawerê Zengî. Beyrût- Libnan. Çapxaneya Emîral.2009.
*Muxtaran (Lîqaat we Hîwarat), Dilawerê Zengî, Perçê 1+2, Beyrût-Libnan. Çapxaneya Emîral.2009.
*Etyaf El-Madî, Dilawerê Zengî. Beyrût-Libnan. Çapxaneya Emîral.2009.
*Bînahî- (Gotar û Lêkolîn, Helbest û Hevpiyivîn), Dilawerê Zengî, Beyrût – Libnan. Çapxaneya Emîral.2010.