بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Noşe noşîn

Noşe noşîn cama ji dest,
Muxbeçînê meyfiroş
Şahî linik te dilber bî,
Meyxurînê mey me noş
Her bi navê nazenîn vexw,
Nebî sawîr ber te goş
Sergiranî wê tê nebîn,
Dev û lêvan mey binoş.

Mihra dilber xweşî li can
Her daye min peyal e
Bejna yarê can û rewan
Sînga sipî zelal e
Yara bedew mehîtab e
Tavê daye hilal e

Vê şepalê kuştekarê
kirme kalê meyperest
Bade noşî ji dest çûme
Bêhêz ji xwe mame mest
Îro ji dil nalîn û kul
Fîxan û ahîn ji dest
Her dilkedî bê mihderî
Mihra wê de dîl û best.

24/05/2011

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.