بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Bîranîna Seydayê Cegerxwîn

Dilawerê ZENGÎ

Ey pênûsa mest û jar, li şûnwara tu kanî?!
Li ser van rûpelên xav, tu bê zar û zimanî
Di desta wek şûrê rûs, bêkaranîn bi zanî
Bi gemsarî vebestî, zeng û êşa giranî

Hoşiyarî te ne kir, Peya ji te re nebûn
Êşa milet te nego, Xwendin û rê serxwebûn
Tu ket destê neçakan, Xwenda şêx û mele bûn
Lewra îro ‘m nezanin, Ew paşmêr û kole bûn

Ta ko ji nav me rabû, Cegerxwînê Hesarî
Bi xurtemêr û zanîn, Gewher ji dev dibarî
Zîv û zêr xêzên te rist, Bi ramanek zanyarî
Tor û wêjeya Kurdî, Bi merdî pesindarî

Ew perda tarî û reş, Ji ber çavan ko te xist
Li ser dengê birçiyan, Agrê sêwiyan vêxist
Dîlê pabend û gerden, Ji bend û sîgeh derxist
Ji hêstirên bêkesan, Te xweş nameya jîn rist

Wêjevanê netewî, Lawê Pîra Torê me
Dûrbîna min te kûr kir, Sirûdvanê torê me
Bi hevrê û dostan re, Her neyarê zorê me
“Sewra Azadî” rê girt, Mafxwaz û yê gorê me

Li dor finda te vêxist, Xoşevî zan perwan im
Rewşa bihar te geş kir, Bilbilê şadîman im
Li wî baxî te zax da, Çi awaz û fîxan im
Tovê zanînê te çand, Îro ne bê ziman im

Xunc bişkivîn ji xarê, Şîn bûne sed reh û kad
Berê dara te zer bû, Teh’l nebî şîrîn ne zad
Şîrîntir ji hungivîn, Şîrê ji pêsîrê yad
Lorandina serxwebûn, Şiyarkir neviyên Mad

Rêça serxwebûn me ser, Ji reng û dengê te dîn
Sûda azadî me nas, Ji gotinên te’y şîrîn
Bihar rewşa xwe wê bir, Ji ber renga rengê şîn
Hemû bilbil mane lal, Ji pesnê te Cegerxwîn

Sed mexabin me dilya, Ji çep gerîna gerdûn
Qet şa nebûn bi dozê, Di vê rê de gelek çûn
Daxwaza dil bi hisret, Ne dîtin jîn ne hebûn
Te can gorî welat kir, Ey Seydayê ceger xûn

Torevanê aştîxwaz, Bilûrvanê Markisî
Te gel ji xew şiyar kir, Şîretkerê her kesî
Dijminê koledar î, Tekoşînek bê tirsî
Liberxwedana jînê, Rizgariya gel pirsî

Ser û can digorînin, Digel berxwedana jîn
Nemîne hişk netewî, Her ne bend û navbirîn
Gelên bindest bira ne, Nal û êş ji yek birîn
Himber dijminê mafxur, Dirêjin yek rê de xwîn

Em qata ciwêlek in, Em gundî û cotkar in
Hevalên pêşverû ne, Li cîhanê hevbar in
Li Silfadorê şoreş, Engola can diyar in
Li Libnan û Felestîn, Girênada pêdar in

Ey pênûsa pir çalak, Te şoreşek li kar kir
Peyayê zan Cegerxwîn, Ala wêje li dar kir
Wekî Seydayê Barzan, Miletê xwe şiyar kir
Xam û tifeng digel hev, Ji gel re her wan kar kir

Qet namirî Cegerxwîn, Xwedî şan û dadewer
Tê jîn bibê li zarê, Keç û kur û bîrewer
Berê darê hişk nabe, Tim şîne xwedî bawer
Her pesindarê te bî, Ta ko hebî Dilawer.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.