Peywendîyên Kurdan û Cuhîyan - Dr. Ferset Merihî
Dr. Ferset Merihî
Peywendîyên Kurdan û Cuhîyan
di mêj de zelal û pak bûn.. Ji bilî hinek serpêçîyen piçûk nebin, rêzên wan ne dihatin têkdan.. Ewên hinek serokên hozên Kurdî an jî reşikên wan pêra dabûn. Nivîserê Îsraîlî Hayîm Kohen dibêje: Cuhîyên Kurdistanê gellek ji ên Başûrê İraqê pitir êşan dîdtine.. Ew wisa rave dike, ku behra pitir li Kurdistanê hozên piçûk, saman bi hozên mezin didan li beramber wê çendê da ewan ji diz û nijde û rêgirên hozên dî biparêzin..
Ji ber ku, Cuhîyên Kurdistanê di cihên cuda cuda de di ber belavbibûn.. Divîya her hindek ji wan grubên piçûk parêzwanîyê begem bike… Ango hezek mezintir ji xwe ji nav hozên Kurdên deverên nêzîk ji xwe re bikine parêzvan. Di nav wan de hevrikîyên behra pitirî di navbera hozên Kurdî de peyda dibûn. Ji ber cuhî girêdayî yek ji wan hozana bûn.. Ji ber vê yekê jî gellek nexweşî didîtin.(1)
Ji alîyêkî din ve antropologê Amerîkî, Henri Filind dîdareke li gel serokê Cuhîyên gundê Sindurê(2) li sala 1932 z. dike. Bi gotina wî Cuhîyên gundê wî du caran ji alîyên hozên Kurdî ve tûşî êrîşên êkser bûne. Ya yekem li sala 1904-z. bû. Wê demê Cuhî berev çîyayên nêzîk revîn û saman, tereş û tewalîyên wan hatin talan kirin. Ji bo cara yekem bû Cuhî di welatê xwe de bûne penaber. Belê bi alîkarîya axayê Duhokê dîsan ew wedigerin warê xwe..(3) Belê jêder dîyar nake, ka ew axayê Duhokê kî bû… Dibe ku ew serokê hoza Doskî be. Çimkî gundên hoza navbirî her çar alîyê Duhokê niştecîne.. Belê di ser hindê hinek têkdan li pêywendîyên navbera Kurdên Musulman û Cuhîyên Kurd da peyda bûn. Her çende hinek vekolîner û dîrokvanên Cuhî ên Îsraîlî encamên vê peywendîya ne ji dil li hindek çaxan ji bo serokên hozên Kurdî(axa), Kes û karên wan(Pisaxa), cêgirên wan û serdarên gundan(muxtar) vedigerin. Belê destdirêjî ji alîyên rêgir û nijdevanan ve hatîye kirin. Ewên nijdeyên xwe li newal, dol û çiyayên Kurdan didanan..
Her çawa be ev destdirêjî û têkdanên hene di sivik bûn, qurbanîyên wan ji Cuhîyên di çerxekî bi giştî de ji bîst kesan derbaz nabin.. Bi tiştekî pîverî li beramberî destdirêjîyên dijî Cuhîyan li deverên dî, çi li cîhana Îslamî an Kristîyanî nahete hijmartin. Wekî Cuhî li bin metirsîyek zal bûn û li bin metirsîya qirkirina bi kom(jenosid) bûn. Nemaze di nav civakên Kristîyanên Rojhilata Awrupa de..
Belê eva wê neyî naket, ku ceng û bi hevçûnîyên dijwar li navbera Kurdan an hozan wan bi xwe de peyda bûn, qurbanîyên wan dibêt bi sedan an hezaran kesên Kurdên Misilman bûn.. Helbet Cuhî û Fileh jî beşek ji wan hozan bûn. Ew jî wekî hevhozên xwe hem pişikdarî hêrîşkirinê dibûn, hem jî tûşî êrîşan dibûn. Vekolîner dikarin gellek ji wan rûdanan li ber çav bikin.. Belê di serdema navbirî de bi dehan bi hevçûyînên dijwar li vê deverê peyda bûne. Wekî bi hevçûna Doskîyan û Koçeran, Koçer û Silêvanîyan, Doskî û Muzîrîyan û Muzîri û Muzîrîyan bi xwe….. Nimune gellek in.. Em dikarin dehan nimuneyên din berçav bikin.. Di her rûdanek ji wan de bi dehan û sedan bûne qurbanî. Helbet Cuhî û Fileh jî beşek ji van hevrikîyan bûn. Belkî serûberê wan gellek caran baştir jî bûn. Çîmkî hem ew kêmanî bûn û hem jî-nemaze Cuhî- aşitîxwazbûn. Gellek caran destdirêjî li ser wan bi kêmanî dihate hejmartin.. Belê dîsan jî hindek rûdan peyda bûne.
Ji bo nimune em dikarin çend rûdanên destdirêjîyê ji alîyê Kurdên Bisilman ve li se hevsoyên wan ên Cuhî, ew rûdanên wan salên sîyan û çilan ji çerxê bîstê rûdayîn, destnîşan bikin.
- Li dumahîka salên sîhan jinek Cuhî li gundê Eredna Misulman hate revandin.. Ji ber vê hindê xelkê vî gundî hêlan û qesta gundê Bamernê, bingeha rêbaza Nexşîbendî kirin. Da li nik Şêx Bahadînê Nexşîbendî bêne hewandin. Ji ber ku Cuhî pêtvîya kesên oldar bûn ji bo derbazkirina karûbarên xwe ên jiyanê û olî. Lewra yek ji oldarê Cuhî(Miha’am) ji Amedîyê hate gundê Bamernê daku serjêkirina(Qurbanê) Cuhîyan “Şuhîtim” bike.. Ji bo zanînê nabe Cuhî çi goştekî bixwe eger ne bi destê Mahaam bête serjêkirin. Piştî perabûnên taybet bi ewê çendê bi dûmahîk hatin.. Mahaamê Cuhîya digel du kesên Cuhî, navê yek ji wan Nefto-Neftali bû; navê ê din jî Beno(Bunyamîn) bû ber bi Amedîyê vegerîyan.. Belê rêgiran nijdeyek li ber wan danan şîyan wan li ‘Girkê Bi Tîjek’ li navbera gundê Bamernê û Eredna Filehan bigirin. Paşê birine “Şîva Gurgan” û kuştin.
- Li sala 1941-z li demekî xelkê gundên Êkmal û Qarqarava û Sindorê di nav xewa giran da bûn, gazîyên şivanan li çîyayê Şpirêzî li hindavî her sê gundan ji alîyê başûrî ve ji xew hişyarkirin. Wekî rewşa xelkê deverê di bersîva hawaran diçûn ji her jêderekî hawar hatiba.. Ji ber hindê her yekî çekê xwe helgirt û berev jêdera hawarê li çîya çûn… Gulle hatin avêtin û navdar(Mistefa Gerdî) ji gundê Êkmalîyê ji pîyê xwe birîndar bû. Cuhîyên Sindorê bizava çareserîya wê kirin. Belê bê mifa bû. Mistefa bi wê birîna piçûk a pîyê xwe mir. Xelkê Êkmalê Cuhîyên Sindorê bi kuştina wî tawanbarkirin. Her çiqas Cuhîyan ew guneh ne kiribû jî, Telî Gerdî birayê Mistefayî û kurê mamê wî Reşid Gêndel bi tolvekirinê Cuhîyên Sindorê rabûn. Şevekê berev gundê Sindorê hatin û ji nişkeva çûne di kinîşte ve . Heku Cuhîyên runiştî du kesên çekdar di dergehî de dîtin ji tirsê ronahî vemirandin. Telî û kurmamê wî gulle li ser wan barandin û bû egera kuştina heft kesan û ji wan hinek kesên din jî birîndar bûn. Ji encama vê çendê Telî û kurmamê wî Reşid Gêndel qaçax bûn, hukumeta Melîkî dixwast wan bigire. Rojnameyên Yahudî li Filîstînê nîşan bi vê rûdana li gundê Sindorê çêbibû, kiribûn.(4) Ji hejî nîşanpêkirinêye, ku Têlî Gerdî yek ji kesayetîyên navdar ê hoza Doskî bû. Di berê da bi yek ji parêzvanê Cuhîyên Sindorê dihate hejmartin.
- Li sala 1945-z yek ji tîtalîyên Kurdan ewe bû, diçûn “Zoman” li çîya. Ji ber hindê xelkê gundê Tirwanişê (li Havînê) ji devera Berwarî Bala berev Bakurê Rojhilata Amêdîyê(berev serê Amêdîyê) li çîyayê Metînan çûn, ku li başûrê gundê wan bû. Wan xwast ku yek ji hevwelatîyê Cuhî bi navê Revo li gel wan biçe. Belê wî pesind nekir û biryar da li gund bimîne. Di şefeqê de hinek dizîker li ser banê Qesra Cuhî, ku li gel xizana xwe nivîstî bû, ketin. Di ser hindê ra ku ewî hîvî ji wan kirin wî nekujin û pênç lîrên zêrîn li beramberî jiyana wan dan da dest jê berdin. Lê di dumahîkê de Cuhî bû qurbanîyê hindê, ku li gel gundîyên xwe neçû Romên Çîya…
- Yek ji Cuhîyên gundê Bêtenurê li devera Berwarî Bala bi navê Zavo bazirganekî navdar ê deverê bû. Bazirganî li navbera Musulê û Hakkarîyan li Kurdistana Bakur dikir. Ji ber hindê çavên rêgiran li ser wî bûn. Hinek desthilatdar û axayan dixwast wî navbibin û samanê wî talan bikin.. Di Şefeqê ji şevên sala 1947-1948 de li dema ew bi bazirganîya xwe ve ji Musulê berev gundê xwe vegerîya, di rîya çîyayê Metînan serê Amêdîyê de li çîyayê pişta gundî nijdeyek li ber hate danîn û hate gullebaran kirin û hate kuştin..Belê wî ê File bi navê Toma li ser berevanîyê rijdibû. Her çende nijdevanan daxwaza xweradestkirinê jê dikirin. Lê ew berdewam bû, heta ew jî hate kuştin. Rêgiran dest bi ser samanê karwanê wan da girtin û birin.
Mîna me berî niha jî gotibû ew rûdanên di nav Kurdên Misilman bi xwe jî da li wî serdemî çêdibûn,bi dehan caran jî rûdidan, ew d navbera Kurd û Cuhîyan da bi jantir û girantir bûn. Çimkî, eger kartêkirina wan rûdanan ên me nîşanda bi jan liser Cuhîyên Kurd da kartêkirine, li ser tevnê peywendîyên Kurd û Cuhîyan ket, ku ew jî pişkek bûn ji vî milletî. Giringtirîn belge jî li ser vê çendê, ku Cuhîyên Kurd, ewên berev Filîstînê mişext bûn, wekî fêrbibûn di berdewam bûn rewşt û tîtalîyên xwe ên Kurdî biparêzin, revendek(lobî) Kurdî di nav Îsraîl da pêkînan û daxwaza mafên rewa ên Kurdan dikirin.
Jêder:
- Wekî xwe bihête veguhastin
- Sala 1934 ev lekolîn hatiye kirin
- Wekî xwe bihête veguhastin
- Wekî xwe bihête veguhastin
Ev gotar bi devoka Behdînî di kovara Metîn de hatibû belavkirin.. Min jî weki xwe ji tîpên Erebî wergerand li ser tîpên latînî..
R.Rodaro
26.11.2008