بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

DAFA DAGIRKERÊN TIRK

Bi pêkhatina buyerên nu, di havînê virda Rojhilata Navarest gîhişt qonaxek nu. Mîrov nizanek ku destê kê berika kê dayê.

 

Sîyasetmedarên Kurd yên Başur bawer nedikirin ku bizutnaweyek weku DAÎŞ e ewqa tund xafilda êrişan bîne ser Kurdistan, wan wusa bawer dikir ku; ew yekhemcar bi Şîyayên Iraqê va hevkevin û bêrê xwe nedin Kurdistan. Li paş ruxandina dara sîyasî ya Baasîya li Iraqê, Nurî Malîkî û hevalên wî bona bingehya demokrasîyê çi nebaşbu kirin. Wan alkîva li ser Erebên Sune dîktatorîyêk şilf avakirin alîyê din va her roj laf û gefên Kurdan xwerin. Nehiştin referandum gora Xala 140 cîh bê û nava aşitîyêda bajarê Kerkukê, Şengal û navçêyên din ê Kurdan di resmîyetêda bigehîjin Kurdistana Başur. Komara Tirkîya li teçuna Dara Baasî ya alkiva bi jêrzemînî teror li Iraqê tizkir, alkî din va xwest ku; Turkmanan bikşînê ba xwe û wan wekû şurê xwe yekhemcar dijî Dara Kurdan durajî dijî Iraqê bide karanîn. Ew plan serneket. Xencî çend sergedeyên Turkman, tu Turkmanêki bi aqil serî, bawerîya xwe bi Komara Tirkîya neanîn, tişten ku Dara Osmanîya anîbu serê wan hîna bîranînên wan da teze bun. Piranîya wan dixwest ku li gel Kurdan tu problemek wan dernekevî û ew bi hevra nava aşitîyê da bijin. Komek Turkmanan jî dixwest peyvendîyên xwe li Komara Îslamî xwirt bike û bi vî şiklî diwaroja xwe garantî bike.

 

Berku Komara Tirkîya nikarîya Turkmanan weku şurê xwe bide karanîn, ew pey alternativekî nu gerîya. Dama Nexşstunkarên Bihara Ereb li Surîyê xwestin Dara Beşar Esat ruxînîn, dagirkerên Tirk nava çend rojanda Beşar Esat firotn, maç û milçen Stenbolê bîrkirin û li gel dijdarên wî peyvendî duristkirin. Her çikas dijdarên Beşar yê Surî weku perekî fireh dan dîyarkirin, rasteyetî ew bu ku, ew perê “fireh” ji bingeya Braderê Misliman hatibu afirandin. Grubên sivîl yeni ku nava vî perî dabun zede mezin nebun, piranîya wan li ser kaxezê hebun di nava gelê Surîyê da bê bingeh bun, weku Aktora herî mezin el Nusra navaê xwe zede dianî serê zman. DAÎŞ bi destên dagirkerên Tirk hate avakirin. Ew li ser bingeya Hizbullah diji Kurdan hate damezrandin. Hizbulla bi destên dagirkerên Tirk li Enqarayê weku pîlekî Fermandarîya Gihiştî ya jêrzemnî hate damezrandin, wan li Bakurî Kurdistan bi hezaran Kurdên demokrat, peşlevtîxwez welatparêz bi hovanî şerjêkirin. Berkû Komara Tirkîya li ser bingehya navnetewî nedixwest bikeve nava tengasîyêkê, wan hemu karê qîrêj bi navê Hizbulla dan kirin, di salên dawîyêda ji vê bingehyê bi şîvekî aşîkar Huda-Par ajda û bu partîyekî legel. Naha Kurdistanî Bakur li gelek bajar û navçeyan Huda-Par hêz û rêxistîye. DAÎŞ bona Surîyê û Iraqê hate damezrandin, nexşstunkarên wê Seroketîya AKP û Fermandarîya Gihiştî ya Leşkerê Tirkîyanê wan serî da piranîya çek û fînansên xwe ji Dewleta Tirk wergirtin. Hizbullah bi nexşstunkarîya Sektora Kemalê Selanîkî hatibi damezrandin. DAÎŞ li ser pêşnîyarîya MÎT a Tirkîya bi piştdana siyestmedarên weku Recep Tayîp Erdoğan û Ahmet Davutoğlu hate damezrandin. Seranserî dinyaxê hemu sergerde, qopik û terorîstên ku nava Îslamê rêketîbun li ser Tirkîyayêva derbazî Surîyê bun. Ew li Tirkîyâyê perwerde bun. Dema dewletên dijî dara Beşar Esat dafa Tirkîyayê naskirin û dîtin ku sibe ew weku El Qaida bibin bela serê wan, sekînîyan û kimê xwe berxweda danîn.

 

DAÎŞ bi destên Tirkîyaê va hate afirandin. Dewleta Sudî , Katarê û Emîratan alkarîya wê kirin berku pozberîyên mezin yên wan li gel Komara Îslamî ya Îranê û Dewleta Surîyê ya bi destên Nusayrîya hebun, ew pozberî pozberîyên nava Îslamê yê Şîa û Sune bun, wan dara sîyasî ya Şîa û Nusrayîyên Surîyê bona xwe weku xetarek mezin didîtîn . Serîda Yekitîya Emrîka û dewletên hevkar yên Natoyê îndîrekt binva alkarî dan DAÎŞ ê û bizitneweyên sîyasî yên ku li Surîyê dijî dara sîayasî ya Beşar Esad bun. Armanca wan sistkirin û ruxandina dara sîyasî ya Beşar Esat bu.

 

Peyvedndîyên sîyasî yên Komara Tirkîya li gel Mislimanan Bradêr kewnd bun , wan mêjda ji alîkarîya wan kiribu. Bawerim 2 Sebat 1982 li paş serîhildana Braderên Misliman li bajarê Hamayê Komara Tirkîya hebu, wan wî katî da bi destên Braderên Misliman xwestin Hafiz Esat ji dara sîyasî durbixînin. Hafiz Esat dijî Braderên Misliman li bajarê Hamayê komkujîyek mezin darxist, di we komkujîyêda nezikî 20 hezar kes da kuştin, gelek taxên Hamayê kir text. Hinek SerokênBraderên Misliman solix li Tirkîyayê girtin. Di serîhildanê da komkujîya yêhkem Braderên Misliman darxistibu, gelek endamên Partîya Baasê û karmendên dewletê yên sîvîl bi hovanî hatibun kuştin. Wan azadbuna Hamayê bangkîribun..

Îsraîle îndîrekt alîkarîyê DAÎŞ kir, berku ew ji Surîyê ne razîbun û wan dixwest serhevbinhevbunê mezin Dewleta Surî sist û bê teqat be. Berku ew diwarojda bona wan nebin xeterîyêk mezin. Paradoksa herî mezin îndirekt pîştana Komara Îslamî ya Îranê bu: Wan gelek bajarên Kurdistanê bi dêstên hezên xwe yên jêrzemîni xorten Kurda bi nava Îslamîyetê organîze kirin un şandin nava refên DAÎŞ ê. Piranîya Kurdên Rojhilat alîyê bawerîyê va Mislimanan Sune ne, dijminatîya Şîayên Îranê wanra gelek ê, katî xwe da, salê carê li Îranê sembolik seremonîyên şewitandina Hz. Omer dihatin rêxistin. Dijdarîya Hz. Omer Şîayan bi vî şiklî dianîn berçavan. Li vir berku Kurd Sune bun; di van rojanda Kurdan ra dijminati digîhîşt tiltilekî mezin. Naha plana Îranê ew bu ku, ew Xortên Kurd yên Sune bi organîze bişînin nava refên DAÎŞ ê û wan bidin kuştin. Çiqas Kurd batana kuştin bona wan ewqas başbu...... Planekî wusa di katî xweda dijî Kurdan Hafiz Esad darxistî bu, bi çavdamilandina Mûhaberata Surîyê û Baasîyan Keç û Xortên Rojava Kurdistan tevli rêfên PKK dibun û bona Kurdistanek Serbixwe û Yekhev, dihatin canê xwe didan. Digotin em xwe feda bikin, berku gelê Kurd diwaroj da azad biji. Tenya ji Roavaya Kurdistan 15 hezaran zetedirîn Pis û Dotên Kurd hatin li Bakurî Kurdistan xwe fedakirin. Bona dara sîyasî ya Baasîyan baştirîn tişt ew bu ku cîwanên Kurd biçin bi şiklekî bên kuştin û ew diwaroj da nebin bela serê wan.

 

Li Iraq ê Nurî Malîkî û hevalên wî îndirek alîkarîya DAÎŞ ê kirin, berku wan dît ku bona serbixweyetîya Başurî Kurdistan dengê gelê Kurd bilind dibe û dijdarên wî yên Iraqî bona serokvezîryê mecalê nadin wî. Wî di şevekêda lêşke Iraq ê bê berxwedanekî ji bjarê Misulê da rakişand, wan çekên xwe bi xwera nebirin. Misul û derdora wê rojekêda keti destên DAÎŞ ê. PDK îndîrek serîda bi DAÎŞ ê ra çavên xwe da damiland, berku Rojava Kurdistan PYD tu îxtirama grubek sîyasi ya Kurd nedigirt, ji ENKS ra problemên mezin derdixist, gelek çalakvanên Kurd yên Partîyên din digirt û li gel Mûhaberata Surîyê ledan û îşkenceyên mezin li wan dikir û ew diquştin. PYD mecal neda Pêşmergeyên ku bona Rojava Kurdistan hatine perverdekirin û dixwezin bizivirin Rojava Kurdistan. Bona dîmenekî sîyasî ya baş wan mecal dida Baasîya, mecal dida Suryanî, û komên jêdest yên din, daxawa Partî û Kurdên siyasî yên dinra dijminatîyêk mezin diajotin. PYD yên dinra dibu nan û mast bi komên sîyasî yên Kurd ra dibu jar, dibu şurê Demokles. Berku ew ne weku wan difikirîyan. Ji ber vê rewşê PDK bi DAÎŞ ra çav dan damilandin. Dema DAÎŞ ê bajarê Misulê digirt, PDK bawer nedikir ku; DAÎŞ yêkser bê ser Kurdistan û li Şengalê bi vî şiklî pêşkeve û bi komkujîyêk mezin dijî Kurdên Êzdî darxînê. Wan tiştek birdikir; DAÎŞ bi destên dagirkerên Tirk dijî Kurdan hatibu damezrandin. Janek gelek mezin bu ku Pêşmerge di serîda ji Şengalê hatin rakişandin dijî Êzdîyên Kurd komkujîyek mezin destpêkir “Fermana 74”. Li vir du tişt tên bîra mîrov; yêk, Pêşmerge baş perwerde nebun bi xafilda galim berdana DAÎŞ ê ew ketin nava şokek mezin û ji tirsên xwe şunda rakişîyan. Du, wan Kurdên Êzdî bi sîyasetik qîrêj dan “firotin” boku ew piştivanîya Yekitîya Dewleten Emrîka û Yekitîya Ewropa bigirin. Li vir min naxwezim kesekî tavanbar bikim, feqet dîmenê ku xwe dayê dîyarkirin wusaye.

 

Baasîyên Iraq ê yên kewnd û keça Sadam Husenê Tirkîtî piştîvanîya DAÎŞ kirin, berku wan dixwest tola xwe bigirin bona vekirina dara sîyasi li Iraq ê ji xwe ra deryekî vekin. Alîyê din va neheqîya ku dewleten Ewropayî ji sedsalan virda geleên Rojhilata Navarest kiribun bona ajdanana Tevgerên wekû DAÎŞ zêdetirîn bingeh danibu. Belengazî, nezanî û xizanîya wan gelan bona mezinbuna DAÎŞ ê dubu katalîzator, ew jî di serda dihatin. Hemû gelên vê navçeyê her tim hevîya çaresekirinekê bun, heta vê katê tu darek sîyasî derdê wan ra nebibu derman. Naha DAÎŞ derket ku dibêje ez ji we vê rewşê rizgar bikim. Û ew serdajî garantîya Bihiştkê didin û him bona vî alî him bona alîyê din dibin “garantorên” Bihiştê. Ji ber vê wan hostatî demek kwirt da ji seranserê dinyayê hezaran sergerde, kopik, supintî , dîn û yên ku jîyana xweda tera tu tiştekî nekîrubun bi alîkarîya Komara Tirkîyayê bin ala xwe da cîvandin. Naha ew Başur û Rojava Kurdistan diji Kurdan şerdikin. Bawerim ew dikarin di nava Dinya “Mislimanan” da dikarin çend mîlyonên mîrovên wusa peyda bikin. Nato, Yektîya Ewropa û DYE direqisin, berku ew bi vî şiklî vîrusekê didin kuştin, bi destên Kurdan! Karê kîrêj dixwazin bi destên Kurdan bete kirin, ew di vê katêda leşkerê xwe naşînin, tenya di jorda bi balafir û fûzeyan bombebaran dikin. Dibejin îro me ewkqa avayîyên DAÎŞ ê bombebarabn kirin û ew kirin text. Kesek di nava vê mij û dumanê da xwe napirse, DAÎŞ ê di vê navçeyê kenga, çi avakirîyê?! Ji kenga vir da ew avayî bune yê DAÎŞ ê?! Bi vîrankirin her avayîyekê, hilweşandina her tiştekî nu, gelen vê navçeyê zedetirîn dikevin nava nezanî, xizanî û xulamîyê. Înfrastruktura gij û vij ya heyî jî ji destên wan diçe!

 

Bê guman Komara Tirkîya bi vî şiklî çend planan xwe bi hevra reva dibe:

 

Yek; bi xwirtkirina DAÎŞ ê dengê ku bona Serbixweyetîya Kurdistana Başur bilind dibu, wan di vê katêda bi hostatî qwit kir. Wan dixwest demek kwirt da Kurdistana Başur bi alîyê DAÎŞ ê va bê dagirkirin û siyasetmedarên Kurd yên Başur wan weku rizgarkar dawetî Kurdistana Başur bikin. Kurdên Başur zedetirîn mihtacî wan bin û xwe wan va girê bidin. “Dîlkirina” karmendên Seferata Misulê ya wan lîhîstikek bu, wan ew senaryo zuda plankirî bu, ew tîyatroyek bu.

Şerê cîhanê yê dudîya bînin bîra xwe, heta sê roja berî dawîhatina şer, Komara Tirkîya hevkarê Rejîma Hîtler bu, wan di şerda gelek alîkarîya Hîtler kirin, wan ra zat û qut rêkirin. Sê roja berî dawîhatina şer, wan dît ku dewletên hevkar wekû suçdar pesîra wan da jî bigirin. Wan li dijî dara Hîtler ya Alamanîya şer bang kirin, dewletên hevkar ra gotin em dixwezin dijî Hîtler bikevin şer. Serokê Dewleta Sovyetê ya wî katî Stalîn, dixwest cezayê Komara Tirkîyê bide û temamîya Anatolîya yê bigire bin bandura xwe. Dewletên hevkar yên din, di hevhatinêda peşîya vê daxwezîyê girtin û wan planên xwe bona diwaroj kirin. Bi vî şiklî Komara Tirkîya pesîra xwe rizgar kir û dura bu endamê NATO yê. Naha jî wan dît ku ruyê wan li ser bingehya navnetevî pasbe, wan lîhîstika tîyatroyê ya “Dîlkirina Karmendên Seferata Komara Tirkîya li Misulê” dawî anîn û nava çende rojanda DAÎŞ dijmin îlan kirin.

 

Du; wan di nava PKK da perekî sîyasî ya komprador û faşîzan organîze kirin, teorîyên wekû “Netewa Demokratîk”, “Xweseritî” û avakirin û sê Kantonan li Rojava Kurdistan, Kurd ji armanca xwe durxistin û carek din girtin bin kontrola xwe. Kurdistana Başur û Rojava dikarîya yêk buya, wan bi hostatî ber vê pêkhatinê girtin. Daxawa Komara Tirkîya him PKK ra him jî sîyasemedarên Kurdistana Başur ra gelek baş lehîst.

Sê; bi dorpêçkirina Kobanê û ji Kurdan pakijkirina vê navçeyê Komara Tirkîya bona Kurdan vekirina deryê Derya Sipî girt. Bona diwaroj xwest vî xeyalî bikuje.

 

Çar; li Kobanê di kuştina Kurdan da Komara Tirkîya berjevendîyêk mezin dibîne. Ew dixwezin li Kobane bi destên DAÎŞ ê komkujîyek mezin darxînin û durajî weku azadîparêz bikevin nava Kobanê.

Pênc; Komara Tirkîya bi planek nu li Kurdistanî Bakur dixweze Kurdan navê “Şoreşgerî” û “Şerîatê” berbide hev û nava wanda “bi destên wan” komkujîyên mezin darxîne. Kurdan; jarbun, belangazî, koçberî û li ser axa xwe pehnende bune mihtacî xwe bi ke û ji bi xwera girê bide. Ew lîhistik li Kurdistana Bakur bi destên Kurdên komprador yê Perê Şeriatê û yê Perê Faşist tê rêvabirin. Ew herdu perên sîyasî nava PKK û Hüda – Par da organîzene.

 

Şeş; Kurd pewîste Dara sîyasî ya Kurdistana Başur û her sê “Kontonên” Kurdistana Rojava di vê katê da biparêzin, xirabtirîn dara sîyasi ya Kurdan; baştirîn dara sîyasî ya dagirkeran baştire.

 

Mîrov nikarê ji sîyasetmedarên Kurdistana Başur an jî yên “Kantonên” Rojava Kurdistan ture bê û ji destderxistina van cîhên Kurdistan bixweze! Kobane rumeta netewa Kurde, Jinxwes û Merxwesên Kurd îro di bin navê PYD da li Kobanê dijî dagirkerên Tirk û sergerdeyên wan seranserî û beranberî şer dikin.

 

Ji ber vê bila bejna her Kurdekî dilsoz bitewe li ber Jinxwes û Merxwesên Kobanê!

 

Heft; di her buyerek nu da, di her pêkhatinek nu da, xêrek jî heye, naha sernaseri Kurdistan û seranserî Cîhanê Kurd bona Konanê li ser pîyanê, mabeyna Kurdan da sînor neman li Kirmanşah bigirin heta Agrîyê, ji Agrîyê heta Silemanî, Hewler û Dîyarbekirê Kurd bona yêk armancekî rabune: Paraztina “Kobanê”.

 

Heyşt; dafa nu ku dagirkerên Komara Tirkîya bona Kurdan danîye, demek kwirt da bikeve stuyê wê û mirina wê bi xwe ra bîne, rojên dara sîyasî ya AKP û dagirkerên Tirk hemcirîne. Pewîste Kurd sernaserî welat ji Kompradorên Kurd durkevin û xwe bona serxwebunê amade bikin, wusa dîyar dike ku; Girêya Gordîyonê li Bakurî Kurdistan bête şikandin, ne cîhyekî din!

 

Bîşar Norşîn

 

11.10.2014

 

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.