بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Destnivîsa mele Xelefê Bafî

Ev nivîsa min ne lêkolîn û ne gotar e. Belê, pêşgotina pertûka destnivîsa mele Xelefê Bafî ye, ya bi navê (Dîroka kelepora mîrnişîniya Botan)[1] hatiye amadekirin. Ev destnivîs ji destê mêjûvanê navdar Ebdilreqîb Yûsifê Zivingî gihaye destê min. Wek hûn dizanin ji ber sedemên rewşa çapkirin û belavkirinê ev destnivîs heta neha bi rengekî berfireh nehatiye belavkirin. Lewra, me xwest xwênerên me ji vê gencîneya dewlemend bêpar nemînin û bi rengekî ji rengan em li ser vê destnivîsê hinekî bipeyivin.

Mezinahiya her gelekî ji dewlemendiya kelepora wî gelî têye diyarkirin. Bêso, Kurd miletekî xwedî keleporeke dewlemend û bêhempa ye. Ne tenê xwedî şaristaniyeke kevin û dewlemend e, belê roleke mezin di avakirina gelek şaristaniyan de, rabûye.
Ji her neteweyî û gelî bêtir, Kurdan bawerî bi gotina devkî anine û bi toreya devkî û keleporê girêdayî mane. Em dikarin bibêjin, pêmaya wêjeya Kurdî ji kelepor û wêjeya devkî û gelêrî hevedûdaniye. Toreya devkî şêwe û awayê vegotina çandeyî ya gel e... Bêguman afrandêrê keleporê gel e, bi alîkariya gotina devkî, bûyerên dîrokê, serpêhatî, stran û govend, pend û gotinên pêşiyan, lîstik û gerdiş, pîşe, serhawer û berhaweyên kurdî vediguhezin nifşên nû û têne parastin, bûyer û tevgerên nû û nûjen jî tên vegotin û li hev têne pirkirin û mîna çavkaniyan dizên û diherikin û dem bi dem li hev têne gerandin.
Kelepor, toreya devkî û zargotin çavkaniya şîrê dê ye. Lawên vê diyê, çi torevan û dîrokvan, û çi ronakbîr û zimanzanên ko hene, tevan ji vê çavkaniyê vexwarine, û hiş û raman, bîr û baweriyên xwe di yek zimanî de, meyandine. Meyandina kelepor û toreya devkî, bergirtina berhemên nûjen e.
Di dema berê de, di dîwanxanên mîr, beg û axan de, dengbêj û stranbêj hebûn. Ewan mirovan, roleke mezin di parastina kelepora Kurdî de lîstine. Lê di roja îro de, tu dîwanxane nemane. Ew dengbêj û stranbêjên me jî, roj bi roj, destê cansitîn mîna dasê, wan ji jiyanê hiltîne. Mexabin şûna wan vala dimîne. Bi mirina her kalemêrekî re, gencîneyek ji kelepora Kurdî winda dibe. Windabûna kelepor û toreya devkî, windabûna hîm û bingehê rewşenbîriya kurdî ye. Vêca, binema parstin û çareserkirina vê rewşê; komkirin û danheva kelepor, toreya devkî û zargotina me ye. Nivîskar bi rola xwe rabin û bibin pasevan û keleporperestên toreya devkî û zargotina xwe.
Bêso, ev kar û xebat wê ji her kesî neyê û ne her kes dikare bi vî karî rabe. `karê serketî, ji danheva folklor, lehengî ye`.
Berî du-sê salan, seydayê mezin dîrokzanê navdar Ebdilreqîb Yûsif ev destnivîsa mele Xelefê Bafî ji başûrî Kurdistanê ji min re rêkiri bû û ji min xwesti bû ko vê destnivîsê çapbikim.
Birastî pir kêfa min hat. Ji hêlekê, ji bextê min î spî ye, ko destnivîseke weha dewlemend û hêja ji destê seydayê E.Yûsif rê bibe, û bi keda welatparêzekî mîna mele Xelef amade bûbe, bi destê min bête çapkirin û belavkirin. Ji hêlekê din ve, ko ev destnivîs kelepora herêma Botan be. Gelek bûyer û nûçeyên dîrokî, navên hoz û êlan, serhawe û berhawe, efsane û çîrok, navên gund û herêman û navên mîr, axa û begên herêma Botan tîne ziman. Bêguman, kelepor û toreya devkî di bûyerên dîrokî de dîdarek bêhêl e, bûyeran wek heyî vediguhêze û diyarî nifşê îro dike.
Mele Xelef karekî pir mezin û hêja ji gelê xwe re kir.Cihê pesin û şanaziyê ye.
Ez bawerim wê navê wî di ezmanê toreya Kurdî de bi tîpên zêrîn bêye nivîsandin. Bêguman ev berhemê wî gencîneyeke bêhempa ye.
Di baweriya min de, ev destnivîs hêjayî lêkolîneke dîrokî û zanistî ye. Lê mexabin di roja îro de ji ber gelek sedeman em nikarin pêk bînin. Bêguman emê di rojên bê de bidin ser milên xwe û bi zelalî şirove bikin.
Lê ji bo tekûzkirina vî berhemî, min hin gotar û danhevên Mîr Celadet yên ku di kovara Hawarê de hatibûn belavkirin, li vir dane weşandin.
Belgeyek dîrokî bi navê (Şîna Mîr Sêvdîn) û sitrana (Bedir-Xan begê) ji hêla E.Yûsif gihane min.
Sitrana (Bedir-Xan beg) ji pertûka (zargotina Kurdên Sûriyê), danheva Celîlê Celîl hatiye wergirtin.
(Şerê Bestê Beleka) û (Şerê Kehnîqîrê) ji kovara (Ronahî) hatiye wergirtin.
(Ez Xelef im Xelef im), min ji kasêta dengbêjekî wergirtiye.
(Mêşhingivî) danheva M.E. Botî ji kovara Hawarê hatiye wergirtin.
Hêjayî gotinê ye, ko ev destnivîs bi tîpên Erebî û bi xêza mele Xelefê Bafî hatibû nivîsandin. Min jî ev destnivîs ji tîpên Erebî veguhest tîpên Latînî.
Di dawiyê da ez spasiya seydayê Ebdilreqîb Yûsif dikim û sed mehder li giyanê mele Xelefê Bafî bibare û cihê wî buhişt be.



[1] Ev pertûk li Libnanê-Beyrûdê bi hejmareke hindik hatiye çapkirin.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.