[i]Bi insiyatifa Instîtuya Kurdî li Stockholmê: [/i]
[b] Belgeya Stratejîya Neteweyî têt niqaşkirin[/b]
Civînek berfireh li Instutiya kurdî ya li Stockholmê li ser vê babeta balkêş bi amadebûna endamên KNKê tê amadekirin. Civîn ji tevayê kesên interese dike re vekirî ye. Li ser cî û wextê civîne, zaniyariya hatiye dayîn wisa ye:
Cîh: MogÃ¥rdsvägen 13, VÃ¥rby GÃ¥rd, Stockholm
Dem: 27 09 2008, Kathejmar: 14.oo
Pêşniyara ji bo amadekirina “Belgeya Stratejîya Neteweyî ya Kurdistanê“
Boçi ev belge
Têkoşîna di navbeyna hêzên Kurdistanê û dewletên kolonyalîst da gihiştîye qonaxeke nû. Ev pêşhatine, tifaqa navxweyî ji her demî zêdetir elzem dike. Heta îro ji bo vehûnandina yêkitîya neteweyî gelek kar û xebat hatine kirin, gav hatine avêtin. Lê mixabin ku heta nihe jî platformeke ku “bila istisna“ hemû hêzên neteweyî bîne nik hev pêknehatîye. Piştî tecrubeyên tahl yên demên borî, îro şuûra yêkitîya neteweyî di bîr û hizira xelkê Kurd da bilind bûye û xelkê me vê yêkê li ser milê pêşengên polîtîk ferz dike. Di roja îro da, doza Kurd û Kurdistanê hewcehîyeke jîyanî bi yêkitîya neteweyî heye. Êdî di navbeyna hêzên neteweyî da avakirina zemîn û kanalên dîyalogê karekî zerûrî ye. Divêt zemînekî ku hemû hêzên neteweyî pêkve girêdide rojek zûtir bête ava kirin. Digel vê yêkê, norm û rêzikên ku pêkve hêzên neteweyî li ser berjewendîyên neteweyî girêdide jî divêt bêne tesbît kirin û di jîyana pratîk ya polîtîka neteweyî da bêne se rdest kirin. Bi vê armancê, em wekî KNK, vê “Belgeya Stratejîya Neteweyî“ pêşniyar dikin ku di bîr û rehîya giştî ya neteweyî da bi berfirehî bête axivtin, gotûbêj û riberiz li ser bête kirin û encameke di xêra neteweyê Kurd da bête bi destxistin.
Statuya dagîrî û kolonyal ya Kurdistanê:
Kurdistan kolonîya navneteweyî ye li rojhilatanavîn. Kurdistan wekî welat li nîveka rojhilatanavîn ji berê were bûye çarrêyana dagîrîyan û bazirganîyê. Seferên ji rojava bo rojhilatê û herweha bazirganîya ji rojhilat bo rojavayê ji ser Kurdistanê ve pêkhatine. Hem ev pozisyona cografî û hem jî zengînîya Kurdistanê ya sererdî û binerdî, giringîyeke jeostratejîk dide Kurdistanê. Bi taybetî du elementên stratejîk, av û petrol, kamên dewletên dagîrker radike li ser Kurdistanê. Petrola Tirkîye û Sûrîyeyê kêm zêde bi timamî, ya Iran û Iraqê jî bi giranahî ji axa Kurdistanê derdikeve. Kanên petrol û gaza xwezayî û herweha di serî da du çemên mezin, Firat û Dicle û robarên dî yên Kurdistanê, reya jîyana Kurdistanê pêktînin. Ev zengînîya mezin mixabin ji teref van dewletên dagîrker ve tête talan kirin û xelkê Kurd jî di nav xîzanî û feqîrîyeke mezin da tête hêlan. Statuya kolonyal û dagîrîyê ji bilî talana ekonomîk, di serî da ziman, kultur, huner, folklor û hemû heyîyên neteweyî jî di nav çerxa xwe da dihêre, dimehîne û asîmîle dike. Nîrê kolonyalîzma dewletên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê li ser stuyê xelkê Kurd, bi hemû şiddeta xwe ve dewam dike. Neteweyê Kurd, ji hemû mafên neteweyî û demokratîk hatîye bêpar kirin. Herweha bi dereceyên ji hev cuda jî be, li seranserê Kurdistanê, polîtîka şer, îmha û inkarê bi israr tête domandin. Eve rûyekî madalyonê ye. Di rûyê dî yê madalyonê da jî têkoşîneke berxwedêr û serhildêr ya xelkê Kurd heye ku digihe kûrahîya dîrokê. Ev têkoşîne îro gihiştîye dereceyeke bilind û serkevtina xelkê Kurd gelek nêzîk kirîye û heta ku ev xwezî dibe rastî jî dê dom bike.
Di prosesa van salên têkoşînê da pêşhatin û destkevta li parçeyê başûr pêkhatî, çar parçetîya Kurdistanê nerakirîye, belêm di nav tixûbên fermî yên Iraqa nû da, formekî nû wergirtîye: Di nav Iraqa Federal da, Kurdistana Federal. Lê belê, reftar û pozisyona hukûmeta Iraqa Federal ya merkezî ya “de facto“ “antî Kurdistan“ ji bo doza bi giştî ya Kurdistanê û mafên neteweyê Kurd, di nav xwe da potansîyela tehlîkeyê disitirîne. Lewma di vî warî da jî divêt hişyarîya neteweyî bilind bête girtin.
Di “stratejîya neteweyî“ da pozisyona dînamîkên navîn û derve:
Bi seferberkirina pêkve hêzên neteweyî û têkoşîneke bi rê û metodên meşrû yên polîtîk, rizgarkirina Kurdistanê û azadkirina neteweyê Kurd û xelkên Kurdistanê ji bindestê dijminên dagîrker û kolonyalîst manaya “stratejîya neteweyî“ îfade dike. Di tesbîtkirina “stratejîya neteweyî“ da xala bingehîn û tayînker “berjewendîyên neteweyî“ ne.
Bi navê xelkê Kurd û kêmanîyên dî, hemû organîzasyonên sosyopolîtîk, sosyokulturel û sosyoekonomîk yên neteweyî, kesayetîyên polîtîk û ronakbîr, “wekî hêza mezin ya neteweyî“, terkîba civakî ya “stratejîya neteweyî“ pêktînin.
Hêzên navneteweyî jî, polîtîkên xwe yên li ser Kurdistanê,“dîrekt“ an “îndîrekt“, li goreyî berjewendîyên xwe yên jeostratejîk di rê dibin. Li ber vê rastîyê, divêt balansa reelpolîtîka cîhanê li ber çavan bête girtin û ji bo xizmeta berjewendîyên neteweyî û aştîya rojhilatanavîn, hisaba “tifaqên piralî“ bête kirin.
Pozisyona dewletên dagîrker:
Dewletên dagîrker li goreyî berjewendîyên xwe yên dewletî, dijî hevdu di nav rekabet û rikeberîyê da ne. Belêm li ser xalekê berjewendîyên wan hev digirin û bi hev ra hereket dikin. Ew jî Kurdistan û bizava neteweyî ya xelkê Kurd e. Dewletên dagîrker hem yêk bi yêk polîtîkên xwe yên dijî neteweyê Kurd pêktînin û di rê dibin, hem jî bi hev ra û bi koordîne polîtîkên xwe yên hevpar yên dijî Kurd û Kurdistanê di pratîkê da bi cih tînin.
Pozisyona neteweyê Kurd û xelkên Kurdistanê:
Dijî vê konsepta nû gelek normal û heq e ku dînamîkên neteweyî jî divêt di çarçoveya berjewendîyên neteweyî da bi hev ra û bi koordîne hereket bikin. Karekterîstîkên “parçeyî“ hêj bi timamî ranebûne, lê zeîf bûne û dewletên dagîrker ev tixûbên di nav xwe da, dijî bizava neteweyî ya xelkê Kurd bezandine. Divêt hêzên neteweyî yên Kurd jî beramberî vê polîtîka nû ya dewletên dagîrker, xwe li “tixûbên destkir“ negirin, tixûban bibezînin û piştevanîya hev bikin û di şkandina vî cepheyê dagîrkeran da, bi rengê enîya neteweyî têkoşînê bidin. Karekterîstîka nû ya şoreşa Kurdistanê ev e û divêt li goreyî vê konsepta nû bête hereket kirin.
Li milê dî, neteweyê Kurd di nav proseseke şoreşê da ye. Karektera şoreşa Kurdistanê neteweyî û demokratîk e. Neteweyê Kurd dijî van dewletên dagîrker, li milekê têkoşîneke neteweyî dide, li milê dî jî di nav civata xwe da ji bo bi cih kirina sîstemê demokratîk xebatê dike. Di vê konsepta neteweyî da, bask û çeperên dînamîkên şoreşa neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê fireh in. Hemû çin û navçîn, grûb û kategorîyên civatê yên dijî sîstemê dagîrker û kolonyalîst, di armanca şoreşa neteweyî da tifaqdar in. Armanca ku hemûyan digihîne hev; rizgarîya Kurdistanê û azadîya neteweyê Kurd e. Di vê armancê da cihê kêmanîyên dî yên Kurdistanê, (Asûrî, Ermenî, Cihû, Ereb, Tirkmen, Azerî û Tirk) jî heye. Ew jî tifaqdarên neteweyê Kurd in û azadî û rizgarîya wan jî bi ya neteweyê Kurd ve girêdayîye. Lewma dijî vî sîstemê hov yê kolonyalîzmê, divêt pêkve xelkên Kurdistanê bêne seferber kirin û organîze kirin. Berjewendîyên wan hemûyan di hilweşandina sîstemê kolonyalîst da yêk e û divêt di nav esprîya cephegirîya neteweyî da hev bigirin û hêzên xwe bikin yêk.
Biryara mafê çarenivîsa neteweyî:
Di merheleyên şoreşê da, li goreyî rewş û konjonktura navxweyî û ya derve, li goreyî hêz û şiyan û îmkanên neteweyî dikare ihtimalên kêm zêde ji hev cuda derkevine pêşîya bizava neteweyî ya xelkê Kurd û Kurdistanê. Mafê neteweyê Kurd e ku biryara “tayînkirina çarenivîsa xwe“ bi xwe bide. Eve dikare otonomî, federalîzm, konfederalîzm û serxwebûn be. Di têkoşîna bidestxistina van armancan da, mafê xelkê Kurd heye ku her reng parastina rewa bi kar bîne. Xelkê Kurd herwisa di têkoşîna azadî, wekhevî, dad û dadyarîyê da terorê red dike û bi hemû peymanên navneteweyî yên mafên mirovî ve girêdayîye.
Di têkoşîna neteweyî da pozisyona stratejîk:
Hêz û dînamîkên neteweyî divêt di van xalan da beramberî hevdu bi biryardarîyeke bilind berpirsiyar bin:
Berjewendîyên neteweyî divêt di serê her tiştî da bêne girtin.
Hebûn û sembolên neteweyî wekî bihayên hevpar bêne qebûl kirin û parastin.
Di têkoşîna beramberî dewletên dagîrker û kolonyalîst da, li ser hisaba rêxistinên dî yên neteweyî nekevin nav hisabên teng û rêxistinî.
Digel rêxistinên neteweyî her bi çi rengî be di nav dîyalogê da bin.
Piştevanîya hêzên neteweyî di dereceya herî bilind da bête ragirtin.
Kerkûk û hemû tixûbên Kurdistanê beramberî dagîrkeran her bi çi metodî be bi hev ra bêne parastin.
Şerê di navbeyna hêzên neteweyî da, wekî sûcê neteweyî bête qebûl kirin.
Her kîjan hêza neteweyî li ser têkçûna hêzeke dî ya neteweyî bikeve nav pratîkeke şaş, divêt wekî alarmeke sor bête qebûl kirin û beramberî vê ji rêya neteweyî derketinê, hemû dînamîkên neteweyî di nav alarmê da bin û refleksa parastina berjewendîyên neteweyî bi rengekî aktîv û lêveker nîşan bidin û rê li ber şkestina navxweyî ya neteweyî bigirin.
Ji bo ku yêkitîya neteweyî ya demokratîk mayînde bibe, divêt organîzasyonên wekî meclis, platform, kongre û yên dî bêne pêkînan.
Kombûna mezin ya KNKyê ya II. (Civata giştî ya 8an), 24 Hezîran 2008, Bruksel
[b]Zarathustra News [/b] – [email protected]
[img]http://www.proxy247.com/index.php?q=aHR0cDovL2ltZzM2Mi5pbWFnZXNoYWNrLnV…]
[center][b]* * *[/b][/center]
[b]Bi insiyatîfa Federasyona Komelên Kurdistanê
Pirtûka “Kurdistan“ bû mijara civînek mezin [/b]
[img]http://img519.imageshack.us/img519/8522/ciwancivinbw0.jpg[/img]
Bi insîyatîfa Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê, li ser pirtûka nû ya Konsolosê Stenbolê Ingmar Karlsson “Kurdistan“ civînek berfireh hate organîze kirin. Civîn li Stockholmê pêk hat.
Di civînê gelek kes beşdar bûn. Hejmarek ronakbîrên kurdan, mîna rojnamevan Eşref Okumuş û Gabar Çiyan, nivîskar Salihê Omerî, Serkan Brûsk, Misefa Cizîrî û gelek siyasetvanên Kurdan, ji her çar aliyê Kurdistanê beşdar bûn.
Civîn ji aliyê Seroka Federasyonê Şermîn Bozaslan ve hate vekirin. Nivîskar û zimanzan Mûrad Ciwan, li ser pirtûka “Kurdistan“ê analîzek berfireh kir. Ciwan bi qasî du saetan, ji gelek awiran ve aliyê xebata Karlssonî nirxand.
Ji awira olî ve xeletî û şaşîtiya wî anî ziman. Her wisa, nîşandana xaka Kurdan tenê di nava sê dewletan de, Iraq, Îran û Tirkiyê de weke kêmasiya pirtûkê nîşan da. Ciwan wisa go: Di hinek deverên pirtûka wî de qala bajarên Kurdan li wî beşê welêt hatibe kirin jî, helwesta wî nepejirandina wir e.
Pirtûka Karlssonî, beşek mezin ji dîrokê hemêz dike. Lê rûpelên hatine jibîrkirin û anjî nehatine dîtin jî hene. Weke mîsal, qala 12 îlonê zêde ne hatiye kirin. Berî 12 îlonê xebata kurdan ya polîtîk zêde cî negirtiye. Ev alî û gelek mîsalên wisa nîşan dide ku, Karlsson ji bo ku bighêje armanca xwe, dîroka kurdan ne bi giştî, lê perçe perçe û di devera jê re pêwîst e aniye karanîn.
Nivîskar Ciwan bala guhdaran kişand ser aliyê herî giring. Wî bi dirêjî qala aliyên xebatê yên erênî jî kir.
Xebata wî qala gelek kêmasiyên me Kurdan dike. Bi taybetî gelek buyerên dîrokî bi eşîr û îdareya bi eşîrtiyê hatiye girê dide. Ev alî rastiya xwe heye. Lê girêdana tevayê buyeran bi vê pirsê şaş e. Her wisa, birêz Mesût Barzanî û Celal Talebanî ji derveyî pîvanê rexnekirinê, tê rexnekirin. Ev tev û xeletiyên li jor hatine qalkirin, xebatê ji pîvanê akademisyenan dur dixîne.
Lê aliyê xebatê yên erênî pir in. Di serî de Karlsson Kurdan baş nas dike. Di hinek çalakiyan de ji bo Kurdan gavên erênî avêtiye. Pêşketina li başûrê welêt pir erênî nîşan dide. Xwestina mafê nasname, mafê mirovan û hemwelatiyê pêşniyarên baş in. Di pirtûkê de li ser hinek aliyên dîroka kurdan de gelek wesifdayîna erênî heye. Weke destana Kawa, qalkirina Ehmedê Xanî...
Ciwan di dawiya civînê de anî zimên ku, divê tenê bi rengê “reş û sipî“ li xebatê neyê nerîn. Weke ku heye bê nirxandin. Qala aliyê baş û aliyê neyênî bê kirin.
Diyar e ku, di pêşerojê de li ser welatê me gelek pirtûkên wisa dê bêne nivîsîn. Divê em bi pîvanên ilmî nêzî wan bibin.
Di dawiya civînê de beşdarên civînê jî ji awirên guhertî nêzî xebata wî bûn. Hejmarek pêşniyar hatin kirin.
Seroka Federasyonê Şermîn Bozaslan qal kir ku, ew ê li ser bingeha pêşniyarên hatine kirin, kur bibin û gavên nû bavêjin.
[b]Zarathustra News [/b]– [email protected]
Yine bir Kurt dusmanini temize cikarttilar: Imgmar Karlsson´un K