Skip to main content

Antranîkê Bêros û Emînê Perîxanê

Antranîkê Bêdros: Kî Ji Mala Emînê Perîxanê Li Qamişlo Bibin Mêvan, Mala Me Ji Wan Re Hotêl û Aşxane Ye

Konê Reş

Gelekan li dor pewendiyên Kurd û Ermenan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan kirine û Kurd bi tawana kuştina ermenan gunehbar kirine.. Ez bawerim tiştek ji vê yekê heye, ew jî sedemên xwe hene; rewşa Kurdistanê a ciyopolîtîkî, perçebûn û dagirkirina wê, qedexebûna zimanê Kurdî û dawî qedexebûna lêkolînên rast û durist li dor kêşeya gelê Kurd û zimanê Kurdî.. Anku Kurd ne dewlet bûn, ne desthilat bûn, cehalet û nezaniyê Kurd, kor kiribûn, misilmantiya şaş kurd ji rê biribûn, Kurd di bin emir û fermanên Osmaniyan de diliviyan.. Van yekan hişt ku Kurd di gelek waran de paşketî bimînin û gunekar bibin. Û wiha gelek tiştên ne baş di derheqî wan de bêne nivîsandin. Derfet nebû ku Kurd bervedêriyê di ber gelê xwe de bikin, wek ku pêdiviye; li pêmayê bav û bapîrên xwe vegerin, zimanê xwe vejînin, folklorê xwe kom bikin, bi zimanê Kurmancî bigrîn û bikenin.. Erê tevî van yekan Kurdan di gelek deveran de li Ermenî û xaçparêz bixwedî derketine û ew ji kuştin û qirkirinê parastine.. Belê kêm kesan ev yek (parastina ermenan) ji rex Kurdan ve aniye ziman.


Erê bi min xweş e ku ez di vê mijarê de hinek ronahî berdim ser pêwendiyên Kurd û Ermenan; Kurd, êla Rema, mala Hecî Ebdellah (Emînê Perîxanê) û Ermen, mala Bêdrosê Ûsiv..


Di vê pêla dawî de, piştî ku TRT-6- hevpeyvînek bi birêz Hilmî Demirer re li dor malbata wî a Hecî Ebdellah (Emînê Perîxanê), pêk anî, min bêtir ji berê pewendiyên xwe bi ermeniyên Qamişlo re girêdan û xweş kirin, nexasin ewên ku di nav eşîra Rema û deşta Bişêriyê de mezin bûne, ewên ku bi kurdiyek sade û resen xeber didin.. Ji wan Ermeniyan ez çav bi Antranîkê Bêdros /1925 û birayê wî Gerabêtê Bêdros /1935 ketim. Ev herdû kurên Bêdrosê Ûsiv in, bi koka xwe ji Ermeniyên Wanê ne, di fermana Ermenan a sala 1915 an de bavê wan Bêdrosê Ûsiv xwe li Êla Rema, Mala Hecî Ebdellah girtiye, ji mala Hecî Ebdellah, Emînê Perşxanê ew parastiye û Bêdros bûye wek neferkî ji malbata wî.. Bi van gotinan xwarê Antranîkê Bêdrosê Ûsiv yê ermenî destpêkir û got: Em ti carî qenciya eşîra Rema û Mala Emînê Ehmed (Perîxanê) ji bîr nakin, wan bavê min ji qirkirin û kuştina fermana sala 1915 an parast û wek neferekî ji malbata xwe xwedî kirin û wiha em û zarokên wan bi hev re mezin bûn ta ku em binxet bûn.. Li binxetê jî dema ku Emîn axa û di pey re kurên wî; Şikrî û Huseyin ji ber tirkan revyan xwe li mala Hizniyê Xelîlê Osman, gundê Tilbirêc û gundê Qetraniyê girtin, careke din em û wan di xêr û şerê hev debûn.. Nexasim ku Huseyinê Emîn ta bi mirinê jî her ew dostê wefadar bû bi me re.. Ti carî em wan jibîr nakin.. Niha kî ji mala Emînê Perîxanê li Qamişlo bibin mêvan, mala me ji wan re hotêl û aşxane ye.. Axa bûn, ne henek bûn.. Axayên deşta Bişêriyê bûn, heft bira bûn, her heft bi destê tirkan hatin kuştin... Û wiha Antranîkê Bêdrosê pêde çû û got: Min ji bavê xwe sehkiriye ku Mala Emînê Perîxanê gelek ermenî ji komkujiya tirkan parastin, ji wan mala, mala me (Bêdrosê Ûsiv), mala Reşik, mala Xazo û gelek malên din.. Wan mala li gundê Keferzo xizmetkariya mala Emînê Perîxanê dikirin.. Bavê min li gundê Keferzo wekîlê Emîn bû.. Piştî fermana Emînê Ehmed û binxetbûna wî a gundê Dugirê, em ermeniyên Bişêriyê jî binxet bûn, hatin bajarê Qamişlo.. û ta niha taxa Bişêriyê li Qamişlo heye..


Bavê min digot (Hêjî gotin a Antranîkê Bêdros e), piştî ku Emînê Perîxanê û Haco axa çûn Beyrûtê û zivirîn, Emîn axa ji Haco re got: Haco! Te Beyrût dît, filleha avakirye..! û ji wê hingê ve nerîna wî di Ermen û filehan bi tevayî de hat guhertin û ji berê bêtir hez me kir û her dem digot Ermenî birayên me ne.

Carekê Huseyinê Emîn di zindana Helebê de girtî bû, ji min re şand - Gotin a Antranîkê Bêdros e- ku ez herim Şamê, bal Celadet beg bo berdana wî.. du carî ez çûm Şamê û bi Celadet beg Bedirxan re rûniştim û dawî Huseyin guhestin zindana Qamişlo û berdan.. Dema ku li Qamişlo di zindanê de bû, bi şev dihat mala min, bal kebaniya xwe û wiha ta ku mehkûmiya wî xelas bû..


Piştî rûxandina şoreşa şêx Seîd bi çend rojan Emînê Perîxanê tev axayên herêma Bişêriyê û Xerzan vexwendî gundê xwe Keferzo kirin, piştî xwarinê ji wan re got: Ereban bi rêka Ingilîzan heqê xwe ji Osmaniyan standin û bûn dewlet, va ingilîz li Mûsilê ne, werim em xwe bigihînin wan ku alîkariyê bi me re bikin, em jî heqê xwe ji tirkan bistînin.. Bi vê gotinê re gelek ji wan axayên rûniştî bi Emîn axa keniyan û jêre gotin, axa! Ma çavê te lêye tu gawiran bîne nav xaka me.. Û wiha Antranîkê Bêdros û birayê wî Gerabêtê Bêdros gelek gotinên balkêş derbarî mala Hecî Ebdellah anîn ziman û pesnekî zor qube dane Perîxana Remî.
Perîxana Remî:


Diya şêra bû, diya heft birayên ku bi destê tirkan hatin kuştin, diya Emînê Ehmed bû.. Bê guman rola vê jina Kurd di herêma Bişêriyê, Heskîf, Midyadê û Xerzan de, ne kêmî rola Xanzade di herêma Soran de bû û ne kêmî rola Hefsexana Neqîb, di herêma Silêmaniyê de bû.. Lê zor û setema tirko ji hêza wê û zarokên wê mezintir bû.. Ew jî bo azadiya herêma xwe ket zindana Diyarbekir de.. Zarokên wê bi serê çiya ketin.. Di Şîpê Rema de serê Samî beg û Ziya beg jêkirin û ji diya xwe Perîxanê re anîn.. ta ku yek bi dûv yekî de, li ber çavên wê, bi destê Tirko hatin kuştin.. Dawî Perîxana Remî, diya Emînê Ehmed, Emînê Perîxanî, keça Elî Begê Eskîfî, ji mîrekên Eskîfê, ku malbata wê bi koka xwe li malbata Selaheddînê Eyûbî vedigere. Ev malbata ku ji Tekrîtê dest pê kir, Misir û Şam kirin yek û vê paşiyê ji Hemayê hatin Eskîfê, û Eskîf ji xwe re kirin paytext.. Erê Perîxana Remî li Eskîfê hat dinyê û di sala 1943 an de, li Keferzo xatir ji dinyê xwest û di bin siya çend daran de hat veşartin.. Her sibeh çûk û çivîk li ser kêla ber serê wê datînin û strana Hawer delal, Hawer delal dibêjin..


Konê Reş

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.