Member for
14 years 5 monthsKonê Reş (Selmanê Osmanê Evdo) nivîskar û helbestvanê kurd e.
Di sala 1953'an de li gundekî ji gundên pir belav di navbera tixûbên di nav Sûrî û Tirkiyê de çêkirî hatiye ser rûyê dinyayê. Li Qamişlo û Hesekê bakaloriya standiye û gelek hewl dane xwe da xwendina bilind jî bidawî bîne, lê ew pê re neçûye serî, ta ko di Almanya ve derketiye.
Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye û gelek dostaniyên wî bi rewşenbîrên kurdistanî re hene û di tev kovar, rojname û belavokên kurdî de beşdariya wî heye. Hem jî xwediyê kovara Gurzeke Gul e, ew kovara ko di nav salên 1989 û 1992'an de li nav kurdên başûrê Kurdistanê dihate belav kirin.
Berhemên çapkirî
Serpêhatiyên Mîran (1); Beyrût 1991
Mîr Celadet Bedir-Xan, bi Erebî; Şam 1992; bi Kurdî Stokholm 1997
Sîpan û Jîn (helbestên zarokan: 1); Beyrût 1993
Serhildana Sasonê: 1925-1936; Şam 1995
Şagirtê Bedir-Xan im (helbestên zarokan: 2); Beyrût 1996
Osman Sebrî: 1905-1993; Şam 1997
Xwedî û Berpirsiyarê kovara (Gurzek Gul) di navbera salên 1989-1992
Her weha xwediyê stoneke rojnemevanî bû bi navê (Hindik Rindik) di heft nameya (Peyman) de li Duhokê û bi dehan gotar, lêkolîn, pexşan û helbest di kovar û rojnameyên Kurdistanî belav kirin
Welato! Konê Reş; 1998; Beyrût, Libnan.