Nivîsar û hevpeyvînên Dr. ÎsmaÎlî Beşîkçî li ser Kurd û Kurdistanê û mijarên din... herdem bala min kişandiye. Mêj dem bû min meraq dikir ku bi wî re hevpeyvîneke taybet çê bikim û di Agirî de biweşînim. Dema min daxwaz ji Dr. Beşîkçî kir ku em hevpeyvîneke taybet çê bikin, wî jî qebûl kir, lê ji ber ku dema wî hindik bû, tenê not/têdîtinek hebû, bila pirs
kêm bin. Min jî mijarên piran kirin pirsa kurd û doza neteweyên Îranê. Ji ber ku min bi başî Turkî nedizanî, min daxwaz ji hevalê xwe yê hêja û mandînenas, Gabar Çiyan gerînendeyê “Zarathustra News“ê kir ku karê wergerandina bersivê Dr. Beşîkçî bigirin stû, wî bi dilvekirî ew erk kişand stûuê xwe û Mistefa Cizîrî, Şêwirmendê wê dezgehê ked û zehmeta wergernadina hevpeyvîna me encam da. Spas ji wan birêzan re.
Hevpeyvîn: Azad Kurdî
Dr. Beşîkçî, berî her tiştî silav û hurmetên me ji du weşanên Agirî û KURDISTAN qebûl bike. Em ji doza Kurd dest pê bikin. Hûn wekî nivîskarekî navdar rewşa niha a pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li hember siyaseta înkar, zilm, zordarî û çewisandinê ji aliyê dewletên serdest – ji bil Kurdistana Başûr ku niha azad bûye – çawa dinirxînin?
Dr. Beşîkçî: Gelê kurd û welatê wî Kurdistan di pêvajoya şerê yekemîn yê dinyayê de hate parçekirin û parvekirin. Li Rojhilata Navîn pirsa bingehîn ku kurd pê rûberû dibin, ev e. Kurdistan di destpêka sedsala 16'an de di navbera Împaratoriya Osmanî û Împaratoriya Îranî de hatibû payvekirin. Piştre careke din hate dabeşkirin. Kambaxî û rûberûbûna vê karesatê yekser bi qelsiyên kurdan ve girê daye. Ehmedê Xanî di berhema xwe ya bi navê Mem û Zîn de eşkere vê yekê radixe ber çavan. Beşa derdorên bakurê Îranê di destpêka sedsala 19'an de, di dema şerê di navbera Îran û Rûsya de, kete destê Rûsyayê. Beşa li Împaratoriya Osmaniyan jî di destpêka sedsala 20'an de, di sala 1923'an de bi peymana Lozanê, di navbera Îngilîstan (Îraq), Fransa (Sûriye) û Tirkiyê de hate parvekirin.
Parvekirin û parçebûnê, Kurd bê dost hiştin, û hejmara dujminên wan zêdetir kir. Wek mînak, Yekîtiya Netewan-UN, Konferensa Îslamî û dezgehên navnetewî herdem biryarên ku dane, berjewendîyên welatên dagirker ên Kurdistanê raçav kirine. Ev yek jî bûye alîkarê sedema pêşxistina siyaseta înkara kurdan. Lewra binavkirina wê weke Yekîtiya Netewan ne rast e, navê Yekîtiya Dewletan bêhtir pê dikeve. Dema Kurd bi vê zanistê tevbigerin, dê di Rojhilata Navîn de bi giştî baştir bêne fêmkirin.
Li Başûrê Kurdistanê damezrandina dewleta Kurd ya Federal, destnîşankirina sînorên ku Kurd lê dijîn pêşketineke hêja û berbiçav e. Ev qonax dê ji aliyê moral ve tesîrê li kurdên parçên din jî bike. Kurdên li Tirkiyê bi şêweyekî fiîlî hin tişt bi dest xistine. Lê ev yek ji aliyê desthilata siyasî a Turkiyê bi navê Kurd, di çarçoveyeke hiqûqî de qebûl nekiriye. Dewlet di çi belgenameyek xwe yê fermî de kurdî nepejirandiye. “Zimanên ji dervî Tirkî“ “zimanên heremî“... û wek ku hin pêngavan di vê derbarê de davêje, xwe dide xuyakirin. Lê, di bingehê de qet gavek cidî ne avêtiye. Xapandin, wext qezenckirin hîna jî siyaseta bingehîn e. Siyaseta Tirkiyê ya bingehîn asîmlasyona kurdan e. Di vê derbarê de dixwaze ji demê sûd werbigre. Ramana dewletê ew e ku bi demê re kurdan asîmle bike.
Kurd nikarin ji rastiya parçekirin û parvekirina welatê xwe dûr bikevin. Hûrbûn û hesabderxistina pêvajoyê li ser wan ferz e, nikarin ji nirxandina pirsê birevin. Destpêkek wisa dê bibe qonaxa derxistina xalên lawaz û kêmasiyan û xwe parastina ji wan. Li Rojhilata Navîn hejmara we dê 40 milyon bin, lê di pêwendiyên navnetewî de, li “Yekîtiya Netewan“, “Konseya Ewropa“, “Yekîtiya Ewropa“, “Konferensa Îslamî“, “Yekîtiya Ereban“, “Hevbendîya Tirk û Sazûmana Pêşxistina Wê“ ku sazûmanên navnetewî ne, dê navê we derbas nebe, tu statuyek Kurdan tunebe. Tenê dema qala “terora navnetewî tê kirin“ wê navê we derbas be.
Bê guman divê ev yek bê lêpirsîn û ev rewş bê bêtesîrkirin.
Îran welatek pirneteweyî ye û zêdetirî 6 netewe di Îranê de dijîn. 2 ji 3'ê a nifûsa Îranê gelên ne Fars pêk tînin. Lê di destpêka vê sedsalê de Farsan desthilata xwe bi ser gelên din ên Îranê de sepandiye û weke neteweyeke serdest desthilatdariyê dikin. Herwekî ku dewleta Turk li Turkiyê jî ev yek kir. Siyaseta yek dewlet, yek ziman û yek netewe. Bi raya we sîstemeke demokratîk û federal dikare altirnatîveke baş ji bo pêşeroja siyasî a Îranê û çareserkirina pirsa Kurd û gelên din ên Îranê be ya ku niha gelên Îranê û partiyên wan û nemaze Partiyên Kurd jî dixwazin?
Dr. Beşîkçî: Li Îranê bi tevayî, Fars, Azerî, Kurd, Belûcî û Ereb, li heremên cuda cuda dijîn. Ramana Îrana Federal û Demokratîk dikare ji bo çareseriya pirsê rêyek be. Weke mînak, demokrasî ji bo Îranê, otonomî ji bo herêma Kurdan.
Di pêwendiyên dewletên Îran û Turkiyê de gellek evraz û nişîv tên dîtin. tenê hin caran li ser pirsa Kurd li hev dikin. Çima heta niha van du dewletan nekarîne têkiliyên payedar bi hev re pêk bînin?
Dr. Beşîkçî: Dema mirov dema Sadam Hisên û yên berî wî jî bîne bîra xwe, dikare bêje ku, Pirsa Kurd ne tenê Tirkiye û Îranê li hev nêzîk dike, lê belê girêdanên Sûriye-Tirkiye, Îraq-Tirkiyê jî xurt kiriye. Ji ber ku Pirsa Kurd ji wan re cidî ye û girêdanek man û nemanê pêk dihêne, ev girêdan rê li ber dîtina nakokiyên din digire.
Ji sala 1979'an virde ku Komara Îslamî li Îranê hate ser kar, tu car heta niha neketiye bin zext û givaşan di asta hundirê welat û asta navneteweyî de. Pirsa bidestxistina çekên Nukler, piştevanî ji teror û terorîzmê, binpêkirina mafên mirovan, maytêkirin di nav kar û barên dewletên herêmê û nemaze astengpêkanîn li ser rêya proseya aştiya Îsraîl û Filistînê û wd... . Bi raya we rejîmeke wilo dê bikare bi vê karnameya reş desthilatdariya xwe zêdetir bimeşîne?
Dr. Beşîkçî: Li Cîhanê heza bingehîn ku rê ji pêwendîyên navnetewî re vedike û rêvebiriya wê dike, siyaseta darê zorê ye. Hêzên darê zorê dikarin gunehkar nêyên dîtin. Mixabin, pêwendî û sererastkirina pêwendiyên navnetewî, ne li ser bingeha heq û edalet, azadî, wekhevî û mafê mirovan e.Tev ku ev yek wiha ye jî, gelên bindest raman û hîsên netewî, mafê azadî, edalet û çarenivîsa xwe diyarî kirine, bi pêş de dikeve. Pêşketin li cem Kurdan jî pêk tê. Bi îhtîmaleke mezin ev zanebûn dê veguhêze hezeke esasî, bingehîn. Di rewşeke wiha de, rejîmên otorîter, dê zehmet be ku jiyana xwe bidin berdewamkirin.
Îsmaîl Beşîkçî kî ye?
Sosyolog û nivîskarê navdar yê Turk, Îsmaîl Beşîkçî di sala 1939'an de, li Iskilip'ê hatiye dinê. Ew, di sala 1962'an de fakulteya siyasî a zanyarî diqedîne. Eskeriya xwe li Kurdistanê dike. Di wê demê de Kurd û civata Kurd baş nas dike. Beşîkçî di sala 1964'an de, li Erzeromê, li zanîngeha Ataturk wek asîstan dest bi kar dike. Di sala 1967'an de, têza xwe ya duktorayê dide.
Di 1964-67'an de, li gellek bajarên Kurdistanê bi navê “Dogu Mitingleri“ (Mîtîngên Rojhilat) xwepêşandan pêk tên. Ew, li ser wan xwepêşandanan lêkolîna civakî dike. Di sala 1967'an ji ber çapkirina pirtûka bi navê Dezgeha Rojhilata Anatolê, Sosyo – aborî û bingeha etnîk, ji zanîngehê tê avêtin.
Ji ber pirtûk û dîtinên xwe yên li ser kurdan, di sala 1971'an de tê girtin. Ji 3 salî bêtir di girtîgehê de dimîne. Di sala 1979'an de, ji ber pirtûk û dîtinên xwe, carek din tê girtin. Beşîkçî di navbera salên 1981 – 87'an de, 6 salan di girtîgehê de dimîne.
Bi sedema nivîsar û dîtinên Beşîkçî, sedan caran hatiye dadgehîkirin û ceza lê hatiye birrîn. Lê tu demekê ji dîtin û nêrînên xwe yên demokratîk û rastîn li ser kurd û Kurdistanê paşde nekişiyaye. Dehan berhemên wî yên pirtûk û lêkolînan belav bûne.
Hevpeyvîna Televîzyona “TISHK“ Tevî Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekret