Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 6 July 2008

Nivîsar û hevpeyvînên Dr. ÎsmaÎlî Beşîkçî li ser Kurd û Kurdistanê û mijarên din... herdem bala min kişandiye. Mêj dem bû min meraq dikir ku bi wî re hevpeyvîneke taybet çê bikim û di Agirî de biweşînim. Dema min daxwaz ji Dr. Beşîkçî kir ku em hevpeyvîneke taybet çê bikin, wî jî qebûl kir, lê ji ber ku dema wî hindik bû, tenê not/têdîtinek hebû, bila pirs

kêm bin. Min jî mijarên piran kirin pirsa kurd û doza neteweyên Îranê. Ji ber ku min bi başî Turkî nedizanî, min daxwaz ji hevalê xwe yê hêja û mandînenas, Gabar Çiyan gerînendeyê “Zarathustra News“ê kir ku karê wergerandina bersivê Dr. Beşîkçî bigirin stû, wî bi dilvekirî ew erk kişand stûuê xwe û Mistefa Cizîrî, Şêwirmendê wê dezgehê ked û zehmeta wergernadina hevpeyvîna me encam da. Spas ji wan birêzan re.

Hevpeyvîn: Azad Kurdî

Dr. Beşîkçî, berî her tiştî silav û hurmetên me ji du weşanên Agirî û KURDISTAN qebûl bike. Em ji doza Kurd dest pê bikin. Hûn wekî nivîskarekî navdar rewşa niha a pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li hember siyaseta înkar, zilm, zordarî û çewisandinê ji aliyê dewletên serdest – ji bil Kurdistana Başûr ku niha azad bûye – çawa dinirxînin?

Dr. Beşîkçî: Gelê kurd û welatê wî Kurdistan di pêvajoya şerê yekemîn yê dinyayê de hate parçekirin û parvekirin. Li Rojhilata Navîn pirsa bingehîn ku kurd pê rûberû dibin, ev e. Kurdistan di destpêka sedsala 16'an de di navbera Împaratoriya Osmanî û Împaratoriya Îranî de hatibû payvekirin. Piştre careke din hate dabeşkirin. Kambaxî û rûberûbûna vê karesatê yekser bi qelsiyên kurdan ve girê daye. Ehmedê Xanî di berhema xwe ya bi navê Mem û Zîn de eşkere vê yekê radixe ber çavan. Beşa derdorên bakurê Îranê di destpêka sedsala 19'an de, di dema şerê di navbera Îran û Rûsya de, kete destê Rûsyayê. Beşa li Împaratoriya Osmaniyan jî di destpêka sedsala 20'an de, di sala 1923'an de bi peymana Lozanê, di navbera Îngilîstan (Îraq), Fransa (Sûriye) û Tirkiyê de hate parvekirin.

Parvekirin û parçebûnê, Kurd bê dost hiştin, û hejmara dujminên wan zêdetir kir. Wek mînak, Yekîtiya Netewan-UN, Konferensa Îslamî û dezgehên navnetewî herdem biryarên ku dane, berjewendîyên welatên dagirker ên Kurdistanê raçav kirine. Ev yek jî bûye alîkarê sedema pêşxistina siyaseta înkara kurdan. Lewra binavkirina wê weke Yekîtiya Netewan ne rast e, navê Yekîtiya Dewletan bêhtir pê dikeve. Dema Kurd bi vê zanistê tevbigerin, dê di Rojhilata Navîn de bi giştî baştir bêne fêmkirin.

Li Başûrê Kurdistanê damezrandina dewleta Kurd ya Federal, destnîşankirina sînorên ku Kurd lê dijîn pêşketineke hêja û berbiçav e. Ev qonax dê ji aliyê moral ve tesîrê li kurdên parçên din jî bike. Kurdên li Tirkiyê bi şêweyekî fiîlî hin tişt bi dest xistine. Lê ev yek ji aliyê desthilata siyasî a Turkiyê bi navê Kurd, di çarçoveyeke hiqûqî de qebûl nekiriye. Dewlet di çi belgenameyek xwe yê fermî de kurdî nepejirandiye. “Zimanên ji dervî Tirkî“ “zimanên heremî“... û wek ku hin pêngavan di vê derbarê de davêje, xwe dide xuyakirin. Lê, di bingehê de qet gavek cidî ne avêtiye. Xapandin, wext qezenckirin hîna jî siyaseta bingehîn e. Siyaseta Tirkiyê ya bingehîn asîmlasyona kurdan e. Di vê derbarê de dixwaze ji demê sûd werbigre. Ramana dewletê ew e ku bi demê re kurdan asîmle bike.

Kurd nikarin ji rastiya parçekirin û parvekirina welatê xwe dûr bikevin. Hûrbûn û hesabderxistina pêvajoyê li ser wan ferz e, nikarin ji nirxandina pirsê birevin. Destpêkek wisa dê bibe qonaxa derxistina xalên lawaz û kêmasiyan û xwe parastina ji wan. Li Rojhilata Navîn hejmara we dê 40 milyon bin, lê di pêwendiyên navnetewî de, li “Yekîtiya Netewan“, “Konseya Ewropa“, “Yekîtiya Ewropa“, “Konferensa Îslamî“, “Yekîtiya Ereban“, “Hevbendîya Tirk û Sazûmana Pêşxistina Wê“ ku sazûmanên navnetewî ne, dê navê we derbas nebe, tu statuyek Kurdan tunebe. Tenê dema qala “terora navnetewî tê kirin“ wê navê we derbas be.

Bê guman divê ev yek bê lêpirsîn û ev rewş bê bêtesîrkirin.

Îran welatek pirneteweyî ye û zêdetirî 6 netewe di Îranê de dijîn. 2 ji 3'ê a nifûsa Îranê gelên ne Fars pêk tînin. Lê di destpêka vê sedsalê de Farsan desthilata xwe bi ser gelên din ên Îranê de sepandiye û weke neteweyeke serdest desthilatdariyê dikin. Herwekî ku dewleta Turk li Turkiyê jî ev yek kir. Siyaseta yek dewlet, yek ziman û yek netewe. Bi raya we sîstemeke demokratîk û federal dikare altirnatîveke baş ji bo pêşeroja siyasî a Îranê û çareserkirina pirsa Kurd û gelên din ên Îranê be ya ku niha gelên Îranê û partiyên wan û nemaze Partiyên Kurd jî dixwazin?

Dr. Beşîkçî: Li Îranê bi tevayî, Fars, Azerî, Kurd, Belûcî û Ereb, li heremên cuda cuda dijîn. Ramana Îrana Federal û Demokratîk dikare ji bo çareseriya pirsê rêyek be. Weke mînak, demokrasî ji bo Îranê, otonomî ji bo herêma Kurdan.

Di pêwendiyên dewletên Îran û Turkiyê de gellek evraz û nişîv tên dîtin. tenê hin caran li ser pirsa Kurd li hev dikin. Çima heta niha van du dewletan nekarîne têkiliyên payedar bi hev re pêk bînin?

Dr. Beşîkçî: Dema mirov dema Sadam Hisên û yên berî wî jî bîne bîra xwe, dikare bêje ku, Pirsa Kurd ne tenê Tirkiye û Îranê li hev nêzîk dike, lê belê girêdanên Sûriye-Tirkiye, Îraq-Tirkiyê jî xurt kiriye. Ji ber ku Pirsa Kurd ji wan re cidî ye û girêdanek man û nemanê pêk dihêne, ev girêdan rê li ber dîtina nakokiyên din digire.

Ji sala 1979'an virde ku Komara Îslamî li Îranê hate ser kar, tu car heta niha neketiye bin zext û givaşan di asta hundirê welat û asta navneteweyî de. Pirsa bidestxistina çekên Nukler, piştevanî ji teror û terorîzmê, binpêkirina mafên mirovan, maytêkirin di nav kar û barên dewletên herêmê û nemaze astengpêkanîn li ser rêya proseya aştiya Îsraîl û Filistînê û wd... . Bi raya we rejîmeke wilo dê bikare bi vê karnameya reş desthilatdariya xwe zêdetir bimeşîne?

Dr. Beşîkçî: Li Cîhanê heza bingehîn ku rê ji pêwendîyên navnetewî re vedike û rêvebiriya wê dike, siyaseta darê zorê ye. Hêzên darê zorê dikarin gunehkar nêyên dîtin. Mixabin, pêwendî û sererastkirina pêwendiyên navnetewî, ne li ser bingeha heq û edalet, azadî, wekhevî û mafê mirovan e.Tev ku ev yek wiha ye jî, gelên bindest raman û hîsên netewî, mafê azadî, edalet û çarenivîsa xwe diyarî kirine, bi pêş de dikeve. Pêşketin li cem Kurdan jî pêk tê. Bi îhtîmaleke mezin ev zanebûn dê veguhêze hezeke esasî, bingehîn. Di rewşeke wiha de, rejîmên otorîter, dê zehmet be ku jiyana xwe bidin berdewamkirin.

Îsmaîl Beşîkçî kî ye?

Sosyolog û nivîskarê navdar yê Turk, Îsmaîl Beşîkçî di sala 1939'an de, li Iskilip'ê hatiye dinê. Ew, di sala 1962'an de fakulteya siyasî a zanyarî diqedîne. Eskeriya xwe li Kurdistanê dike. Di wê demê de Kurd û civata Kurd baş nas dike. Beşîkçî di sala 1964'an de, li Erzeromê, li zanîngeha Ataturk wek asîstan dest bi kar dike. Di sala 1967'an de, têza xwe ya duktorayê dide.

Di 1964-67'an de, li gellek bajarên Kurdistanê bi navê “Dogu Mitingleri“ (Mîtîngên Rojhilat) xwepêşandan pêk tên. Ew, li ser wan xwepêşandanan lêkolîna civakî dike. Di sala 1967'an ji ber çapkirina pirtûka bi navê Dezgeha Rojhilata Anatolê, Sosyo – aborî û bingeha etnîk, ji zanîngehê tê avêtin.

Ji ber pirtûk û dîtinên xwe yên li ser kurdan, di sala 1971'an de tê girtin. Ji 3 salî bêtir di girtîgehê de dimîne. Di sala 1979'an de, ji ber pirtûk û dîtinên xwe, carek din tê girtin. Beşîkçî di navbera salên 1981 – 87'an de, 6 salan di girtîgehê de dimîne.

Bi sedema nivîsar û dîtinên Beşîkçî, sedan caran hatiye dadgehîkirin û ceza lê hatiye birrîn. Lê tu demekê ji dîtin û nêrînên xwe yên demokratîk û rastîn li ser kurd û Kurdistanê paşde nekişiyaye. Dehan berhemên wî yên pirtûk û lêkolînan belav bûne.

Hevpeyvîn: Kerîm Perwîzî-Erfan Rehnimûn Kekê Mistefa, gellek sipas ji bo ku we dema xwe ji me re veqetand. Em ji polîtîka cîhanî dest pê bikin. Ji ber hinek sedemên girîng, siyaseta cîhanê berdewam diguhere. Ew guhertinên ku li ser Îranê bandorê dikin kîjan in? M.Hicrî: Di rastî de pirsa sereke a siyaseta cîhanî li dor Îranê, heta niha jî her doza projeya Etomî û xebatên Îranê ji bo meyandina Uraniyûmê bi merema bidestxistina çekên Etomî ye. Serbarê vê çendê ku di çend mehên borî de hinek aramî û bêpejinî derkete holê, ji ber vê yekê ku civaka navneteweyî dubare hewleke zaf da ku Komara Îslamî ji rêya gotûbêj û qanihkirinê ve razî bike ku dev ji zengînkirina Uraniyûmê berde û di derbarê vê pirsê de, careke din hin pêşniyar ji bo heydana Komara Îslamî ku bi xwe navê “Paket“ê jê re danîne, pêşkêşî Komara Îslamî bikin, lewra rewş aramtir bûye, lê tu guhertinek di armancan de pêk nehatiye. Di vê derheqê de em dinêrin ku serbarê pêşniyarên gotûbêjan û îsrar û hatin û çûna dîplomatên YE'ê û welatên 5+1 di vê derheqê de, pirsa gefxwarin ji Îranê jî di holê de ye. Di vê derbarê de, Ewropa û Amerîka rê nadin ku Îran bibe xwediyê Çekên Etomî. Lê Îranê jî heta niha bersiva na yê daye civata navneteweyî û li ser biryara xwe û bernameyên xwe ji bo meyandina Uraniyûmê bi îsrar e. Lewra niha careke din pirsa cezayên din ku dibe cezayên çarem, ji aliyê civata navneteweyî bo ser Îranê di rojevê de ne. Niha bas ji baykutkirina bankên Komara Îslamî jî tê kirin. Niha bi giştî dinya erxayîn bûye ku nabe Komara Îslamî Çekên Etomî bidest bixe, sedema vê yekê jî ew xirabkarî û maytêkirinên eşkere bûne ku di mehên vê dawiyê de xuya û eyantir ji berê ji bo civata cîhanî û nemaze Amerîka û Ewropayê re derketine holê. Di çend mehên borî de, hinek guhartin di asta herêmê de çû bûne, bo mînak em dikarin qala navberîkirina Turkiyê di pirsgirêka Sûriye û Îsraîlê li ser bilindahiyên Gulanê bikin û herwiha rûbirûbûna Malikî, Serok Wezîrê Îraqê tevî girûpa Sedr û herwiha piroseya aştiya Ereb û Îsraîlê. Van guhartinane dê çi bandorek li ser siyaseta herêmî a Komara Îslamî hebe? M. Hicrî: Ew xalên ku we qala wan kir, ew pirsên girîng in ku di çend mehên borî de di Rojhilata Navîn de pêk hatine. Komara Îslamî a Îranê hewl daye ku herdem ji xwe re girûp û destekan pêk bîne û ew hêzên ku di herêmê de di bin nifûz û bandora Komara Îslamî de ne û bi alîkariya Komara Îslamî a Îranê xebat û çalakiyên xwe didomînin, Îranê hergav hewl daye ji rêya wan şer, fitne û neewlehiyê di deverê de biafirîne û yek ji astengên herî mezin ên aştiya navbera Îsraîl û Filistîniyan bûye û di pirsa Lubnanê de jî me dît ku bo heyamê zêdetirî 6 mehan hilbijartina Serok Komar di wî welatî de dereng ket û beşeke sereke a pirsgirêka wê hilbijartinê, dikeve stûyê Komara Îslamî a Îranê û di heftiyên vê dawiyê de me dît ku Hizbulahê tevî aliyên hevalbendên xwe kudîtayek li dijî hikûmeta Fuad Sînyorê kirin ku hin welatan, nemaze Erebistana Seûdî ewa bi derbeya Komara Îslamî di Lubnanê de binav kirin. Niha wisa tê xuyakirin ku Rojava di vê fikrê de ye ku destê Komara Îslamî a Îranê di herêmê de kurt bike, bo vê pirsê di hizra vê çendê de ne ku ew xalên Komara Îslamî ji wan bona şer û dubendiyê ji bo nifûza xwe mifah standiye, hêdî hêdî aram û hêmin bikin. Yek ji wan xalên girîng pirsa aştiya navbera Îsraîl û Felestîniyan bû û vê dawiyê jî em dibînin ku Îsraîl tevî Sûriyê dest bi gotûbêjan kiriye û navberkerê van gotûbêjane jî Turkiye ye. Îsraîl dixwaze hinek poenên erênî bide Sûriyê heta ku bi vî awayî Sûriye di proseya aştiyê de bêtir beşdariyê bike. Me dît ku civîna Duhayê bona çareseriya kirîza Lubnanê lihevhatinek di navbera aliyên pirsgirêkê de îmza kir û encamek baş lê ket. Lê bi raya min pirsa girîngtir, meseleya Îraqê ye. Di pirsa Îraqê de, wisa tê xuyakirin ku Amerîkayiyan ragihandiye di rewşekê de dê piştgiriya Îraqê bikin ku nifûza Îranê di nav Îraqê de kêm bikin. Me dît ku hikûmeta Îraqê hêzên çekdar û şerker ên Sipaha Mehdî û alîgirên Sedr serkut kirin. Divê em vê yekê jî bizanibin ku Komara Îslamî a Îranê jî hemû hewla xwe dide ku ev gav negihîjin encamê. Ez bawer im ku ev siyaseta nû dê pêş bikeve û Komara Îslamî nikare siyaseta xwe a şer û alozîafirandinê bidomîne û roj bi roj dê jar û qelstir dibe û munzewî û terîkketina Komara Îslamî di astên herêm û navneteweyî de bêguman dê, bi vêc û qazancê xelkê aştîxwaz û di berjewendiya ewlehî û arambûna deverê de ye. Hemû ew çalakiyên dîplomatîk ên we bas kirin, hewldanek e ji bo kurtkirina destê Komara Îslamî di herêmê de, bi raya we çêtir nîne ku Rojava çavkaniya sereke hişik bike, ne ku tevî destek û girûpên ser bi vê rejîmê tevbigere? Di vê derbarê de nêrîn cuda ne, renge me weke hêzeke Kurd a Opozîsyona Îranê, dîtin û nêrîneke taybet bi xwe hebe, lê renge hêzên biryarder weke Amerîka û Ewropayê jî nêrîneke din hebin. Bi hizra min polîtîka cîhanî a îro li dor Îranê, zêdetir pirsa gotûbêj û nîqaş in bona ku bikarin bi nirx û bihaya herî kêm pirsgirêkan çareser bikin, dixwazin xalên ku şer û fitneyê çê dikin, aram bikin. Dixwazim li hember Komara Îslamî jî her bi vî awayî tevdigerin. Bi nêrîna min civata navneteweyî dê vê siyasetê pêşde dibe û bona vê çendê ku hêdî hêdî karîn û şiyana Îranê kêm bike û bê per û bask bike û heke Komara Îslamî di pêşerojê de wê siyaseta şer û fitneafirandinê bidomîne û berdewam piştgiriya terorê bike, renge rûnên û bîr û fikrek din jê re bikin. Kekê Mistefa, bi raya we tevgera Kurd bi giştî di hemû parçeyên Kurdistanê de, ji bo gihîştin bi demokrasî û mafê neteweyî di çi ast û qonaxekê de ye û li ser rêya vê tevgera rewa û berbipêş hûn çi derfet û astengan dibînin? Heke em bi gişt mêzeyî rewşê di hemû parçên Kurdistanê de dikin, ez xalek hevbeş dibînim, ew jî berfirehbûna xebat û berxwedan li dijî totalîtarîzma wan hikûmetane ye ku bi ser Kurdistanê de desthilatdariyê dikin, ev yek di hemû parçeyên Kurdistanê de mijûlî xurtbûnê ye. Bona vê yekê sedem zaf in, lê heke bi kurtî bibêjim, ev rewşe vedigere ser pirsa têkiliyên lezgîn ku niha di cîhanê de xurt bûye û dema bizavek û berxwedanek di navçeyeke Kurdistanê de weke berê nikarin bihêz dibe, li her derekê deng vedibe. Hikûmetên serdest ên Kurdistanê weke berê nikarin Kurdistanê kavil û wêran bikin, xelkê bikujin û li çi ciheke cîhanê pê nehesin, eva yek ji sedemên sereke ye ku di vê derheqê de pêk hatiye û alîkariyê jî dide vê pêvajoyê. Beşeke din jî vedigere ser hişyariya bêtir a xelkê, hişyariya neteweyî. Pirr xwezayî ye, dema ku guhartin di cîhanê de çê dibin û cîhan ji her alî ve pêş ketiye, xuristî ye ku guhartin bi ser Civaka Kurdewarî di hemû parçeyan de pêk bên. Ez bawer im niha xebat û berxwedana Kurdan di hemû beşên Kurdistanê de gellek armancdartir, bawermendtir û bi têdîtin û hûrbîniyeke zêdetir pêşde diçe. Lewra gavên bêtir di vê derheqê de di rojevê de ne, civaka navneteweyî gellek zêdetirî caran li ser mafê neteweya Kurd bersivder e. Her çiqas hêj pirsa Kurd nebûye dozeke cîhanî ku di hemû cîhanê de bas jê bihê kirin û navendên biryarder û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li ser de bicivin û biaxivin, lê aliyê kêm di asta navneteweyî de basa Kurdên Îraqê tê kirin, biryarê li ser didin û di pêxema ew guhartinên ku di Kurdistana Îraqê de derketine holê, alîkariyê dikin. Herwiha berxwedana gelê Kurd di parçeyên din ên Kurdistanê de jî bandor hebûye, weke NGO'yan, Rêxistin û Komeleyên Civakî, Jinan, Kedkar û Xwendekaran û wd. Eva hemû derfetên baş in ku em bikarin mifahê ji wan bistînin, lê serbarê vê çendê berbend û asteng jî hene, mixabin derbarê pirsa Kurd û pirsa neteweyî de tu guhartinek bi ser hikûmetên totalîtar de pêk nehatiye. Komara Îslamî her ji roja destpêka bidestvegirtina desthilatê derheq pirsa netewî û mafê neteweyî de çawa difikirî, niha jî her wisa ye, li Turkiyê jî em her vê yekê dibînin û li Sûriyê jî ew rewşe tê xuyakirin. Wekî min got guhartinek ku di vê piresê de çê bûye, ew guhartin e ku di Îraqê de derketiye pêş. Lê serbarê vî halî derfet ji astengan zêdetir in, lewra ez pêşeroja xebata gelê Kurd û nêzîkbûn ji bidestxistina mafên xwe ên neteweyî ku hêja û kêrhatî wan mafan e, pirr nêzîktir dibînim û hêvîdar im. Hûn rewşa tevgera neteweyî di Rojhilatê Kurdisatanê de çawa dibînin? Helwesta PDK Îranê derheq tevgerên civakî ên weke Jinan, Kedkar û Xwendekaran ku di hundirê Kurdistanê de dixebitin çi ye? Bi raya we ev bizavane heta çi qas dê bikarin paşdekişiyanê bi Komara Îslamî bikin? M. Hicrî: Di Kurdistana Îranê de jî weke parçeyên din hinek derfet hene û hinek asteng. Ji bo derfetan ez dikarim bibêjim ku hêzên siyasî ên Opozîsyona Kurd di heyamê du salên derbazbûyî de rastî cudabûn û veqetiyanan hatine, lê serbarê vê yekê jî, her yek ji wan beşek ji xelk organîze kirine, ji bilî vê çendê, gelê Kurd di Kurdistana Îranê de bi ked, zehmet û tekoşîneke zaf û fidakariyeke bêbeş karîne ji rêya rêxistin û komeleyên ne dewletî û serbixwe (NGO) û sinfî komek xelkê di dora xwe de bicivînin. Komara Îslamî ji hemû aliyekê ve dixebite ku wan rêxistin û komeleyan serkut bike, wan ji hevdu belav bike, kirêgirtiyên xwe têxe nav refên wan, lê bi xweşî ve çalakî û tekoşîna wan her dom dike. Beşeke zaf ji çalakên komeleyên ne dewletî û sivîl niha ketine zîndanên rejîma Komara Îslamî, divêt partî û hêzên siyasî û NGO û komeleyên hundirê welat bi alîkariya hevdu gel organîze û rêxistin bikin. Ez hêvîdar im veqetiyanên nav partiyên siyasî ku du di salên borî de qewimîn, bibe ceribînek da ku dubare cudabûn çê nebin, belkî pirosesa ji hev nêzîkatî, bi hevdu re alîkarîkirin bihê dîtin. Di yek du salên borî de siyaseta herdemî a Komara Îslamî tundtir û berfirehtir tê meşandin ku xelkê bo aliyê xwe rakêşîne. Nemaze di Kurdistanê de bi Besîckirina xelkê, dixwaze gel girêdayî xwe bike û gel neçar dike tevlî Hêza Besîc bibin û wê dawiyê bi hemû awayî vî karî dike. Bi raya we ev siyasete bo çi tiştekê vedigere û gel divêt çi bike? M. Hicrî: Raporên ku di vê derbarê de gihîştine me, nîşana vê yekê dibînim ku Komara Îslamî xwe zêdetir di tirsê de dibîne, ji ber vê yekê hewlê dide ku ew hêzên ku bi raya wê di roja lêqewimînê de dê piştgiriyê jê bikin, xurttir û hevgirtî bike. Berê jî heyamekê polîtîka Besîckirina xelkê hebû. Lê heta vê dawiyê bi awayê hewce ektîv û çeleng nemabû. Lê niha ku gef hem di hundir û hem di derve de li ser Komara Îslamî a Îranê roj bi roj zêde dibe, Komara Îslamî dixebite wan hevgirtî bike û bi dana diraveke zaf wan bixapîne û li dora xwe kom bike û wan çekdar bike. Lê di rastî de nabêjim hemû, lê beşa herî zêde a wan ew kes in yên ku ji ber nebûna kar û dahatê li dora Hêza Besîc civiyane, ji bo ku debara jiyana xwe bikin û di roja tengayiyê de nabin piştevanên rejîma Komara Îslamî. Ez bawer im xelk berevaniyê ji Komara Îslamî nake, çunkî vê rejîmê tu tiştek ji bo xelkê nekiriye. Dihat gotin ku PDK Îranê ji Kongireya 10 heta 13'an jar û pasşv bibû, di kongireya 13'an de biryar li ser guhartin û çelengkirina partiyê hate dan û eva armanca Kongireya 13'hem bû. Bi raya we Kongireya Sêzdehem heta çi qasî karî bigihîje armancên xwe? M. Hicrî: Kongireya Sêzdehem, kongira nûbûnê bû. Endamên beşdar di Kongireya Sêzdehem de, bi merema nûkirina Partiya Demokrat, hatin bo salona Kongirê û biryara xwe di vê derbarê de dan û bi zelal û eşkere dîtin û nêrînên xwe îlan kirin û ew karê ku diviya bihata kirin, dest pê kir, yek ji xebatên girîng ên Kongirê guhartina dirûşma stratejîk a partiyê bû, eva bi xwe gavek mezin bû. Herwiha Kongirê dirûşma nûkirin û ciwankirina rêberiya partiyê da, di vê derheqê de, Partiya Demokrat hin gav avêtin, hejmarek Kadro û Pêşmergeyên nav refên partiyê karîn bibin endamê rêberiya PDK Îranê. Cihgirkirina usûl, dîspilîn û ser û beriya hewce di pêkhateya partiyê û çarçoveya kar û xebatên partiyê de bû. Xurtkirin û berfirehkirina karê dîplomasî û pêwendiyên partiyê di asta navneteweyî de, hêj gellek armancên Kongireya 13'hem bi cî nehatine û sedema wê jî ew nakokî û dubendiyên nava refên partiyê de bû û asteng pêkanîna ew girûpa ku ji partiyê veqetiyan rê nedida ku em wan armancan pêş de bibin. Divêt em vê rastiyê jî bizanibin ku beşek ji pirsgirêk jî girêdayî bi wan kosp û astengan in ku li derveyî vîn û îradeya PDK Îranê ne ku wan jî bi xwe bandor hebûye ku me nekariye sozên xwe bi tevahî bi cî bînin. Divêt em bona bi encam gehandina wan bixebitin. Di heyamê borî de, di nav partiyên Kurd ên dijberên Komara Îslamî ya Îranê de, çend veqetiyan û cudabûn çê bûn, bi raya we xisarên wan cudabûnan çi ne û partiyên siyasî çawa dikarin ziyanên wan veqetiyanan kêmtir bikin? Erk û wezîfeyên partiyên siyasî û civatên xelkê Kurdistanê di vê derbarê de çi ye? M. Hicrî: Spas, pirseke bi cî bû. Cudabûn di nav partî yan girûpekê de tişteke çavnihêrkirî û xwezayî ye. Tiştek normal e ku girûpek bi partiyekê re ku bi hev re xebitiye, li hev bike û ji van veqetin. Serbarê vê yekê ku hem me û hem xelkê Kurdistanê û tev dilsozên Kurd bi bûyerên han pirr pê nexweş bû, nemaze ew bûyera cudabûnê ku di nava Partiya Demokrat de pêk hat, divêt eva ji bo xelkê Kurd tişteke çavnihêrkirî be. Nemaze di nav partiyên demokratîk de, ji ber ku li wir gotûbêj, nîqaş, diyalog û rexnegirtin heye, tişteke xuristî ye ku ji ber ku li hev nakin û nikarin bi hev re bixebitin, ji hev cuda bibin. Ez haşayê ji vê yekê nakim ku ev yeke hêza Kurd jar û qels nake, lê her dem ne wisa ye. Divê xelkê Kurd vê rastiya tal bipejirînin û bizanin ku îmkana cudabûnan di nav partî û girûpên siyasî de heye, ji destpêkê ve hebûye û di pêşerojê de jî dê hebin. Pirsa sereke eva ye, em çi bikin ku ziyan û xisarên vê yekê kêm bikin, bi raya min eva xala bingehîn a vê pirsê ye. Di vê navberê de hinek erk û wezîfe hem dikevine stûyê rêberê partiyên siyasî û hem jî gel. Divêt rêberê partiyên siyasî ên Kurdistanê bi xwe pêrewiyê ji qanûnê bikin, dema partî qanûnekê ji xwe re didanê, ew yasa ji hinek pirensîpên demokratîk û exlaqî pêk tê ku divêt wan biparêzin. Dema ku girûpek ji partiyekê vediqetin, ne qeydî ye, madem ku cuda dibe, partiya han napejirîne, partiyeke din ava dikin, bila naveke din ji xwe re hilbijêrin, di bin dirûşm û sembolên din bixebite, heke bi vî awayî be, divêt girûpa eslî ku cudabûn tê de pêk ahtiye, pêşwaziyê ji vê gavê bike û alîkariyê jî pê re bike. Bi baweriya min eva ne tenê xisarên cudabûnan kêm dike, belku dê bikaribe hêza Opozîsyonê jî xurttir bike. Ji aliyekî din, bi hizra min di vê derbarê de hinek erk dikevine stûyê xelkê jî. Heke me heq gotibe, gelê Kurd di Rojhlatê Kurdistanê de li koma wan veqetiyanên ku aliyê kêm piştî damezrandina Komara Îslamî a Îranê di nav PDK Îranê de pêk hatine, gellek jîr û bi wêrane biryara xwe dane. Divêt gel zûtir û bilez biryara xwe bidin, kesek ku li gor qanûn û biryarên demokratîk ku di partiyekê de heye, naparêze, eva kareke nebaş e, zûtir biryara xwe li ser bidin. Bila raya giştî ya gel dadweriyê li ser pirsan bike, renge wê demê kes yan girûpek ku dixwaze cuda bibe, bi têdîtin û dahûrandineke zêdetir ve veqete. Ji ber xwestek û daxwazên xwe derbeyan ji tevgera gelê Kurd nede û xelkê tûşî xem û nerehetiyan bike. Niha Partiya Demokrat di Îranê de, ne partiyeke legal e, lê li wan cihên ku PDK Îranê bi awayekê di hevpêwendiya navneteweyî an navçeyî ên weke Enternasyonala Sosyalîs, Kongreya Neteweyên Îranan Federal yan UNPO'yê de ku PDK Îranê di wan de endam e û bi fermî hatiye naskirin, ew hevalên ku ji partiyê veqetiyane çûne wan cihane, lê ji wan re gotine hûn ne Partiya Demokrat in û heke hûn bixwazin bibin endam, divêt hû sembol û navê xwe biguherînin, lê mixabin em dinêrin wan hêj ew kare nekiriye, serbarê vê yekê ku cudabûn tiştek xwezayî ye, di Rojhilata Navîn û welatên Ewropayê jî di nava partiya çê dibe, raya we di vê derbarê de çi ye? M. Hicrî: Ew rêxistinên navneteweyî ku we qala wan kir, ji xwe re qanûnek hene û bi hemû awayekê qanûnên xwe diparêzin. Wan rêxistinan li gor qanûnan bersiva daxwaziya hevalên me ên berê ku ji me veqetiyane, dane. Ji wan re gotine demekê endambûna we dê bikeve ber lêkolîn û nirxandinê ku divêt hûn weke partiyeke cuda û serbixwe ji nav û hemû sembolên PDK Îranê ku niha di wan rêxistinan de endam e, xwe binasînin. Ez bawer im heke ew wî karî bikin, dê qazanc bikin. PDK Îranê ber bi Kongireya Çardehem a xwe diçe, bi raya we çavnihêriyên xelkê ji wê Kongireyê çi ne û PDK Îranê dixwaze di vê Kongireyê de çi bike û ji piştî Kongireyê re çi bername û programek heye ku bike? M. Hicrî: Komîteya Navendî a PDK Îranê biryar girtiye ku îsal Kongireya 14'hem lidar bixe. Ji bo vê yekê çend şandên amadekar ji bo berhevkirina kar û barên Kongira 14'hem pêk hatine û karê wan ber bi dawiyê diçe. Ji ber hinek pirsgirêkên hundirîn, me nekarî hemû armancên Kongireya 13'hem a xwe bicî bînin, bêguman yek ji karên bingehîn ên Kongireya me ya Çardem, domandina kar, xebat û projeyên paşdemayî ên Kongireya Sêzdehem in ku armancên gellek bilind û pîroz in. Bêguman ji bo ku em bikarin bigihîjin wan armancan, renge hinek guhartin derkevin holê, eva ez vira bas dikim, nêrîna min ya şexsî ye. Bo mînak, divêt em çi bikin bona vê yekê ku pêkhateya rêberiya Partiya Demokrat biguhere, ku bikaribe baştir kar bike ji bo ku bigihîje wan armancan ku Kongireya 13'hem diyarî kiriye. Gelo di bername û pêrewa hundirîn de hinek xalên jar û lawaz û asteng hene ku em bikarin biguherînin, em dê çawa bikarin hejmareke zêdetir ji vê qasa ku me berê hebûye, ciwanan bînin nav rêberiya partiyê. Jinan beşdarî rêberiya partiyê bikin di asta rêberî û berpirsiyariyê de. Me ji bo zindî ragirtina pêvajoya xebatên Kongirê, ji bilî ew heyetên ku me di nav partiyê de diyarî kirine, me bi komek xelkê pispor û zana li hundirê welat û derve kar dikin ku di raderbirîn û dengdana li ser pirsan beşdar bin. Me biryar girtiye ku civîn û semînar li ser pirsên Kongirê pêk bînin û gotûbêj û nîqaş di vê derbarê de bihên kirin. Me di malpera navendî a partiyê (Kurdistanmedia.com) de kuncek taybet ji bo Kongireyê vekiriye û em li wir nêrînên xelkê bi awayekî azad diweşînin û em gellek bernameyên din ên taybet bi Kongira 14'hem rê ve dibin. Rêzdar Mistefa Hicrî, gellek sipas ku te dema xwe ji me re veqetand û pirsên me bersivandin. M. Hicrî: Ez jî sipasiya we dikim, serkevtinê ji we re û serfiraziyê ji gelê Kurd re hêvî dikim. Ez daxwaz dikim ku gelê Kurd wekî berê bi awayekê çeleng di basên PDK Îranê de beşdar bin, me rexne bikin, pêşniyarên xwe ji me re bişînin û rênîşaniya me bikin, ji ber ku PDK Îranê xwe weke partiya gelê Kurd dizane û bi nêrîn û dsîtinên wan dewlemend dibe.

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.