Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 23 September 2009

Demek xweş ji we beşdarên hêjare dixwazim. Bi rastî jî ev demek dur û dirêje kû min nekarî ez silavek li we kim.
Dizanim kû camêr Aso, ewê nerazîbûna xwe bîne zimên û bêje; ma xêr e, gelo têr firîyan ji welêt. Qaz û qûling bi dengek zelal qûlibîn ji çîyê, bervê welatên germ. Payîzê xwe da quntera çî. Malavao de rabe, Romî'yan dest bi gengeşîya kirîye û ji ’qart-qurtê' xwe danê qîyame...ka tu çî dibejî...

Ma ez çî bejîm bra. Rom bêbexte, bextê rome nîn e.
Boblat û derew karê mêra nine. Li ba wana jî gellek e.. Gengeşîya derew ji, babeta min nine. Lê dibe ku li ser vî babetê gengeşî hebe...
Mala Romê û mala piştgirtîyên Romê bişewîte.
Tawanbarên kurda gelo şad û bextewarin?!!
Kemalîstên bê dîn û bê îman ji kar û bare xwe razî nin...!
Dimoqratbuna Romê, çareserîya pirsgireka kurd e? Na.
Lê, gengeşîya vala li ser pirsa Kurd û Kurdistanê tiştek beredayî ye...
De baş e!
Ji tere ken lazim e. Wek silav qebulke.

Rojek ji rojan, rehm li dê û bavê xwendevanan; dibejin di meha Remezanê de, sê hevalbend berî dane Suudî Erebîstan'ê kû ji xwere karek bikin.
Ji wan yek; Êcem. Yê dûemîn; Tirk û yê dinê jî, Kurd.

Mehe, meha rocîyê ye hersî bi hevre dest bi vexwarinê dikin...Ji xwere çend şuşe bîre dikirin, derbazê binê sîya darê dibin. Lê, bîre û remezan..!Bîre û Suudî Erbîstan! Zagon destur nade.
Tên girtin.
Derdixînin ba Qadî efendî.
Qadî dibêje;
“kuro ma xêre! Bîra li we herambîy!. Malneketino ma hûn nizanin kû vexwarina alkolê li welatê me yê qedîm gunehbar e! Û cezayê vexwarinê jî 100 qamçîye...“
Ji Ecem're dibeje;
“ka xwazîyek te heye kû berîya em dest bi qamçî lêdanê bikin?“
Ecem;
“Ji kerema xwere balifek li pişta mın grêdin û dest bi kutanê bikin. Wek din pêşneyarek min tunne ye. Ji rebê jorin effu dixwazim Qadîyê delal!“ dibêje.
Balifek li pi;ta camer grêdidin û dest bi qamcîya dikin. Qamcîya 50 de, balîf hevdadikeve û Ecem 50 qamcî li pişta xwe dibîne. Sor dibe û xwîn ji canê nazik dertê.
Dor tê Tirko.
Qadî, dibêje;
“lo Tirko!“
“Ka bêje xwazîya te çî ye?“
Tirk;
“Bra yê Qadî, rehm li dê û bavê te be. Tu di nav gûl û rihanade bijî. Xwedê kêmasîyê nede. Nur û hikmeta rebê jorin û salaweta peyxamber nebîyan li te bibare...“ dibêje û herweha dirêj û dirêj dike.
Û;
“Qadî Hezretlerî, dû balîfa li pişta min girêbidin û dest bi kutanê bikin qurban...“ dibêje.
“Qadî;
“Baş e. Li ser peşneyare te bila dest pêbikin!“
Lê, Qadî fikirîye xwe bi xwe; lawo ev tirkê bê namus çixwas ji lehevtine peyvên xwe. Wek ruvîyan...
Ceza ceza ye. Dest bi kutane kirine û yek qamçîyek li pişta xwe nexwarîye. Ji qamçîya xilasbuye lê, ji xezeba Kurd xilasnebuye.
Dor hatîye Kurdê me.
Qadî vegerîyaye Kurd û gotîyê;
“Ey!Torinê Selahaddîn. Yê te du peşneyarin, çima kû tu; bi rumetî. Ka bêje min, tu çî dixwazî?
Kurd;
“Qadî Efendî!“gotîye.
Berdewamîya axfina xwe de;
“peşnîyara mina yekemin ewe ku; hûn dêla 100 qamcîve duqasê lêdanê li midin. Bikin 200 qamçî.“
Qadi;
“Belê. Baş e. Xwazîya te ewê bi cîh bêt.“
Qadî;
“ka tu wazîya xwe ya duemîn jî bêje...“
Kurd, li wecê Qadî nihirîye û gotîye;
“xwazîya mina dûemîn; berîya ku hûn dest bi qamcîya bikin; Tirko, li pişta min grêdin û dest bı qamçîy bikin..“
Ken kû bi ruyê te ket Aso, wer bizane be ku ez ji bi tîqe tîqim.

bir kirmanc-zaza olarak inadina okuyorum bastan, sonuna kadar anlamasamda inadina. adinizi google vurdum. nafile. siir tadinda yazilarinizi ozluyoruz de anla xalo yoklugunuza alistirmayin bizi anlamasamda siz yazin ben ise inatla okuyayim

Anonymous (nicht überprüft)

Do, 09/24/2009 - 04:27

In reply to by نەناسراو (nicht überprüft)

Çimanê to yê rindik û delal. Ma ezik torê se vacê bra...Homa(heq) razîvo. Ez zaaf rindek nişkînî zazakî bênemeseno. Ez nêwezeno zimanê tirko de tore silave xwo rêbikerî. Zaaf demê mo nîya, ez hevî keno to mo fahmkerd. Kamo bra bimenenê wesyo de...

Êvarbaş Brayê Berwarto, Destxweş! Tu car û bar wekî hespekî boz tê li ser gundê me û me dibînî û yekser dizivirî û diçî. Hinek gundîyên me te dibînin, hinek biçavên xwe bawernakin û hinek jî te qet nabînin. Lê herkes qala hespê boz û suwarîyê wê dike. Do êvarê min nivîsara te dît, lê gellek dereng bibû. Min serê xwe bi Şeddadîyan û çîrokan wan a nêzîkî 300 salan xwarîye. Hewldidim ji bîra kûr a dîrokê derkevim. Lê qet asan nîne. Qet pireyek jî nîne ez karbînim. Qet bendek an jî kendirek nîne ez destê xwe bavejim. Kurdan li ser vê mijarê heta niha nivîsîye. Lê ev dîrok a me a li Qafqasyayê ye. Do Êvarê wê dema min gotara te dît, lê dereng bû. Pêwîstebû sibê zu ji malê derketibama. Ji ber vê yekê min bersiva te neda . Lê ez dixwazim bi çîrokek kevn a Kurdî ve vê nivîsê tewaw bikim. Çîrok çiqas di ciyê xwe de ye, nizanim. Lê ev çîroka ê her wekî pendeke pêşîyan bimîne. Tê gotin ku li serdema kevn li gundeki Kurdistanê, piştî paşşîvê jinek ji bo serdana cînarê xwe diçe. Li ser rê rastî jinekê tê ew jî serdana maleke din dike. Herdu jin destpêdikin li gel hevdu qise û gotgotikan dikin. Di vê nabeynê de melayê gund tê ji bo nimêja sibê. Wê dema mela herdu jinan dibîne, piştî silavkirinê, ji wan dipirse xêr e ji bo çi ew li vir sekinîne. Her yek ji jinan dibêjin em dixwazin îro êvarê bi serdanê biçin mala filan kesan. Mela jî dibêje: Ka dema serdanê ma!! Ez diçim banga sibê didim. Ev jî piçeke çîroka meye Silav Êvarbaş Aso Zagrosi

Kek Aso, Bar ku gran be, di binde car heye qudim dicirifin. Barê gran li ser herdu milan... Mala te ava ji bo bersiva zikmakî. Dema hespan ji derbaz bu...Ne Bozê Rehwan û ne jî seklawî ma li welêt. Zozanên me di bin ewrên reş te dizare û dinale kûr û kûr. Lê babtên te ye dawî; li ser gengeşîyen peşî girtin, (ne vekirî) ya tirkan xweş bu. Dest xweş. Dema te dubare xweş, gel silav û rêz...

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.