Demek xweş ji we beşdarên hêjare dixwazim. Bi rastî jî ev demek dur û dirêje kû min nekarî ez silavek li we kim.
Dizanim kû camêr Aso, ewê nerazîbûna xwe bîne zimên û bêje; ma xêr e, gelo têr firîyan ji welêt. Qaz û qûling bi dengek zelal qûlibîn ji çîyê, bervê welatên germ. Payîzê xwe da quntera çî. Malavao de rabe, Romî'yan dest bi gengeşîya kirîye û ji ’qart-qurtê' xwe danê qîyame...ka tu çî dibejî...
Ma ez çî bejîm bra. Rom bêbexte, bextê rome nîn e.
Boblat û derew karê mêra nine. Li ba wana jî gellek e.. Gengeşîya derew ji, babeta min nine. Lê dibe ku li ser vî babetê gengeşî hebe...
Mala Romê û mala piştgirtîyên Romê bişewîte.
Tawanbarên kurda gelo şad û bextewarin?!!
Kemalîstên bê dîn û bê îman ji kar û bare xwe razî nin...!
Dimoqratbuna Romê, çareserîya pirsgireka kurd e? Na.
Lê, gengeşîya vala li ser pirsa Kurd û Kurdistanê tiştek beredayî ye...
De baş e!
Ji tere ken lazim e. Wek silav qebulke.
Rojek ji rojan, rehm li dê û bavê xwendevanan; dibejin di meha Remezanê de, sê hevalbend berî dane Suudî Erebîstan'ê kû ji xwere karek bikin.
Ji wan yek; Êcem. Yê dûemîn; Tirk û yê dinê jî, Kurd.
Mehe, meha rocîyê ye hersî bi hevre dest bi vexwarinê dikin...Ji xwere çend şuşe bîre dikirin, derbazê binê sîya darê dibin. Lê, bîre û remezan..!Bîre û Suudî Erbîstan! Zagon destur nade.
Tên girtin.
Derdixînin ba Qadî efendî.
Qadî dibêje;
“kuro ma xêre! Bîra li we herambîy!. Malneketino ma hûn nizanin kû vexwarina alkolê li welatê me yê qedîm gunehbar e! Û cezayê vexwarinê jî 100 qamçîye...“
Ji Ecem're dibeje;
“ka xwazîyek te heye kû berîya em dest bi qamçî lêdanê bikin?“
Ecem;
“Ji kerema xwere balifek li pişta mın grêdin û dest bi kutanê bikin. Wek din pêşneyarek min tunne ye. Ji rebê jorin effu dixwazim Qadîyê delal!“ dibêje.
Balifek li pi;ta camer grêdidin û dest bi qamcîya dikin. Qamcîya 50 de, balîf hevdadikeve û Ecem 50 qamcî li pişta xwe dibîne. Sor dibe û xwîn ji canê nazik dertê.
Dor tê Tirko.
Qadî, dibêje;
“lo Tirko!“
“Ka bêje xwazîya te çî ye?“
Tirk;
“Bra yê Qadî, rehm li dê û bavê te be. Tu di nav gûl û rihanade bijî. Xwedê kêmasîyê nede. Nur û hikmeta rebê jorin û salaweta peyxamber nebîyan li te bibare...“ dibêje û herweha dirêj û dirêj dike.
Û;
“Qadî Hezretlerî, dû balîfa li pişta min girêbidin û dest bi kutanê bikin qurban...“ dibêje.
“Qadî;
“Baş e. Li ser peşneyare te bila dest pêbikin!“
Lê, Qadî fikirîye xwe bi xwe; lawo ev tirkê bê namus çixwas ji lehevtine peyvên xwe. Wek ruvîyan...
Ceza ceza ye. Dest bi kutane kirine û yek qamçîyek li pişta xwe nexwarîye. Ji qamçîya xilasbuye lê, ji xezeba Kurd xilasnebuye.
Dor hatîye Kurdê me.
Qadî vegerîyaye Kurd û gotîyê;
“Ey!Torinê Selahaddîn. Yê te du peşneyarin, çima kû tu; bi rumetî. Ka bêje min, tu çî dixwazî?
Kurd;
“Qadî Efendî!“gotîye.
Berdewamîya axfina xwe de;
“peşnîyara mina yekemin ewe ku; hûn dêla 100 qamcîve duqasê lêdanê li midin. Bikin 200 qamçî.“
Qadi;
“Belê. Baş e. Xwazîya te ewê bi cîh bêt.“
Qadî;
“ka tu wazîya xwe ya duemîn jî bêje...“
Kurd, li wecê Qadî nihirîye û gotîye;
“xwazîya mina dûemîn; berîya ku hûn dest bi qamcîya bikin; Tirko, li pişta min grêdin û dest bı qamçîy bikin..“
Ken kû bi ruyê te ket Aso, wer bizane be ku ez ji bi tîqe tîqim.
Xer ama