Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 11 January 2009

[center][size+2][b]Beyana PDK-Bakur derbarê Ergenekonê [/b][/size][/center]

[center][img]http://tbn2.google.com/images?q=tbn:pyEW-I_fNNML1M:http://www.welateme…]

PDK-Bakur derbarê Ergenekonê û derdestkiriyên vê dawiyê daxuyaniyek da (09.01.2009). Hûkumetê ji ber vî karî pîroz kir û daxwaza berdewamiya vê dawayê kir. PDK-Bakur dixwaze ku Kurdên nav Ergenekonê jî werin kifşkirin û girtin û derbikevin pêş mahkemeyê. Hemî teksta daxuyaniyê li jêr e:

[b]QELSKIRIN Û DAWÎLÊANÎNA ERGENEKONÊ DÊ BIBE SERKEVTINEKA HÊZÊN DEMOKRAT, LIBERAL Û AZADÎXWAZ[/b]

Van sê rojên dawî piştî girtina zêdetirî çil kesên bi Ergenekonê ve peywendîdar, mijara rêxistina terorist ya bi navê Ergenekonê careka din rojeva siyasî ya Tirkiyeyê dagirt. Medya Tirkiyeyê û dezgehên birêvebirî û dadyerî hemî bi vê pirsê ve mijûl in. Tirkiye bi mijara Ergenekonê radibe û radize. Dezgehên nav dewletê ji hevdu aciz bûne, bi tirs û xof hevdu dişopînin. Hinekî rojnamevan di nirxandinên xwe de dipirsi, 'dewlet dijî dewletê kar dike!'. Rayedarên Tirk vê rewşa xwe di rû û rûçikê xwe de didin xuya kirin. Bi taybetî di wêneyên serfermandarê leşkerî Orgeneral Ilker Basbug de, ev yek gelek bi zelalî xuya dike. Qîreqîr û zarîna serokê partiya kemalist Deniz Baykal, tîne bîra mirovî ku ew bixwe lê hesiyane duvikê wan jî gihaye agir.

Berî mehekî ku li Silîvreyê dawa Ergenekonê dest pê kir, şik û guman peyda bûn ku dê ew dawe bi cureyekî ji bala raya giştî were bi dûrxistin û wisa hêdî hêdî were jibîrkirin. Lê bi tewqifatên berî sê rojan, bi taybetî binçavkirina hin generalan, yekî wekî Tuncer Kilinç, ji bo hêzên liberal û demokrat hêviyên nû peyda bû ku dê pirsa Ergenekonê ser neyê girtin. Hemî hêzên azadî û aşîtîxwaz hewce ye vê mijarê hertim bişopînin û nehêlin ku ev pirs beravêtî bibe.
Partiya me, PDK-Bakur, ehemiyeteke zêde dide vê pirsê û bi hemî imkanên xwe dixwaze çavderiya mijarê bike. Pirsa rêxistina terorist Ergenekonê li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê pirseke sereke ya prosesa demokrasiyê ye. Bê ku pişta vê cinawerî neyê şikestin, ev rêxistin neyê belavkirin, li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê aşitî û aramî cîbecîh nabe. Hemî hêzên demokrat û pêşverû pêwist e, di vê mijarê de hevkarî û hevpeymaniyekî bikin, da ku ev proses ji bo bihêz kirina aşitî û aramiya herêmê û her wisa ji bo berjewendiya gêlên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi pêşkeve.

Em, Hukumeta AKPê û dam û dezgehên ku pişka wan di vî karî de heye pîroz dikin û bangê li hemî hêzên welatparêzên Kurd û hêzên pêşverû yên Tirkiyeyê dikin ku bibin çavdêrên vê prosesê û her wisa piştgir û alîkarê vî karî. Qelskirin û dawîlêanîna gladyoya Tirk dê rê li ber demokrasiyê û prosesa endametiya Yekitiya Ewrûpayê vebike.

Ergenekon, ne tenê di nav Tirkan de bi rêxistinî ye; her wisa di nav Kurdan de jî hêza xwe heye û destê wan di nav gelek bûyeran de ye û desttêwerdanên wan her berdewam in. Hêzên ku nahêlin li bakurê Kurdistanê aşitî û aramî peyda bibe, dawî li şer û xwînê were, ev hêz bixwe ne. Bêhêzkirina ergenekonê her wisa di nav Kurdan de dê rê li prosesa nermayiyê û aşitiyê veke. PDK-Bakur vê yekê dixwaze û lê dixebite. Di vî warî de hewce ye, tevgera bakurê Kurdistanê piştgirê Serokatiya Kurdistana azad bibe.

PDK-Bakur, piştgirê ronîkirina pirsa Ergenekonê ye û daxwaz dike ku ev hewldan her berdewam bin heta ev rêxistin bi temamî were aşkere kirin û jihevduxistin ku nikaribe careka din çalak bibe. Derfet û viyan û hêza biryarê di destê hukumetê de ye, hewce ye ev îrade werê bi karanîn. Hemî hêzên pêşverû divê amadeyê alikariyê û piştgiriyê bin.

[b]PDK BAKUR[/b]

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

Îsmaîl Girikî (not verified)

Wed, 01/14/2009 - 00:19

Tirkiye ev 85 Salin di jiyana sistema dewleta talanker û despot de wekî van demên dawiyê gavnên bi cîddî nehatine avêtin bo paqijkirina gemara dewletê. Sîstem bêjî heye, mirov di şûphêdeye. Sîstem û desthilat û dadwer û rêvebir hemu artêşa Tirkiyebu. Vê dawiyê Hukûmeta AKP bi piştgiriya xêrxwazên piştevan dest avêtin avakirina sistemekî adilane û avakirina dewletekî hukûkê. Gelo ev dê heta kûderê biser bikevin yanjî bikarin daxwazên sistemeka wekî her dewletekî demikrat û hukûkê bicih bikin ev hêjî ne diyare. Lê tistê diyar destbi girtina generala hate kirin. Ev girtin tawanbariya 85 Salan ya sîstema zalim û bisûçên kuştinê, talanê, diziyê, zulma liser gelê Kurd jinuve têne dadagehkirin. Ev tinê barçeyekî biçûke ji ew zordariya sistema dewletê liser Kurdistan. Liser vê operasyona dawiyê PDK-Bakûr bi beyanekê AKP û hukûmeta wê pîrozkir. Ez dixwazim du îhtîrazên xwe liser vê beyanê bo raya gelê Kurd diyarbikim. Partiya Demokrata Kurdistan-Bakûr welhasil bi bilavokekê Kukûmeta Akp pîrozkirin liser operasyonên girtina Endamên Ergenekonê. DPK-Bakûr di bilavkirina bilavoka xwede „hindek gotin“ bi kar aniye ku cihê pirs û ne zelaliyêye“. Bo nimone bilavoka PDK-Bakûr bêko analiza siyasî û milli mike ev gotinan/ xwebêjan bi kar aniye: „Em, Hukumeta AKPê û dam û dezgehên ku pişka wan di vî karî de heye pîroz dikin û bangê li hemî hêzên welatparêzên Kurd û hêzên pêşverû yên Tirkiyeyê dikin ku bibin çavdêrên vê prosesê û her wisa piştgir û alîkarê vî karî“. Dinava vî paragrafîde gotina „em Akp pîroz dikin“ bi baweriya min ne mantiqiye û ne jî di cihê xwedeye. Dicihê gotina „pîrozkirin“Ez vê makultir dibînim: „Em vê helwesta Hukûmeta AKP bo pêşeroka demokratiyê û rêvekirina sistema diktatoryetê gavekî baş dizanin û destekê didinê“. Baştirbu. „Paragrafa dinde jî holê nivîsiye: „Ergenekon, ne tenê di nav Tirkan de bi rêxistinî ye; her wisa di nav Kurdan de jî hêza xwe heye û destê wan di nav gelek bûyeran de ye û desttêwerdanên wan her berdewam in“.( 9.1.2009 PDK-Bakur.com) PDK-Bakûr di evî paragrafîde gelê Kurd jî kiriye tanabar û şirîkên Ergenekona terotîst û destbixwîn. Bi teybetî gotina, „ Ergenekon her „wisa dinava Kurdan de jî hêza xwe heye û destê wan dinav gelek bûyeran de ye û destêwerdanên wan her berdewamin“. Ev rêzikan bi çavê nedîtî û bi zimanê dema 1993 de çapemeniya Elmanya û hindek welatên Ewropa bo Kurdan bi kar tînandin û di weşandin îna bîra bin. Wîdemî kesên weka min bi hezaran dijê vê helwesta çapemeniya Elmanya derdiketin. Jiberku Gelê Kurd ne teroriste û Ew rêxistina ku hon bi nav dikin karên Terorkari dike û nabe ev liser gelê Kurd bête hesapkirin û qebulkirin. Bêguman ev buyera operasyona Ergenekona ku Pkk jî dinavde şehmezariyekî mezine û bo kesekî weka min ne ecêb, buk direkt Ergenekon û pkk bi hevrebi navê dewleta diyar kardikin dijê Kurdan. Îro em dibînin ev rêya Beyana PDK-Bakûr girtî, û ev jî neraste. Gotina dibêjit „Ergenekon dinav Kurdande“ bê ku navî bidin ( dibeku bi gorî camêrê ev beyane nivîsandî nexwestiye navê pkk) bîne, lê wî gelê Kurd bi gotina piraniyê kiriye tawanbar û şirîkê Ergenekonê. Ev nayêt kebulkirin. Ez weko Kurdekê ji vî gelê Kurd vê beyanê jiber van herdo parafrafan nerazîbuna xwe li vêderê bu dîrokê diyardikim û bi dengê biling dibêjim, bila gelê Kurd bizanit ew Kurdên ku PDK-Bakûr naxwaze nanî bide! Ev, beyana bêku nav bide behsdike, PKk ye û ew jî Prtiya Karkerên Kenmalîsta ye. Belê destê wan dinava xwîna Kurda de berdewame û liser vê xwîn rijandinê jî berdewamin. Gelo pirs eveye: xwediyên beyana Partiyê hêjê li hêviya çine ku newêrin navê vê kemalîst partiyê binin? Bi gotinekî din dibeyanê de nabêjin pkk ye? Subehî dê ev gelê Kurd vê tawanbariya nehek û ji heqîqetê dur û ne rast û bi (newêrekî navê diyar nabêjin) ji partiyê, gotina „Ergenekon di nav Kurdande jî „ ji we birirse û madem hon me dikin şirîkên Ergenekonê gelo PDK-Bakûr ji Kurdan tê hesakirin yanjî liser heyîvê dijîn bikin û hon vê bi çi îsbat û delîlan gotinên piranî bikar tînin? Îsmaîl Girikî 13.1.2009

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.