Tirkiye ev 85 Salin di jiyana sistema dewleta talanker û despot de wekî van demên dawiyê gavnên bi cîddî nehatine avêtin bo paqijkirina gemara dewletê. Sîstem bêjî heye, mirov di şûphêdeye.
Sîstem û desthilat û dadwer û rêvebir hemu artêşa Tirkiyebu. Vê dawiyê Hukûmeta AKP bi piştgiriya xêrxwazên piştevan dest avêtin avakirina sistemekî adilane û avakirina dewletekî hukûkê. Gelo ev dê heta kûderê biser bikevin yanjî bikarin daxwazên sistemeka wekî her dewletekî demikrat û hukûkê bicih bikin ev hêjî ne diyare.
Lê tistê diyar destbi girtina generala hate kirin. Ev girtin tawanbariya 85 Salan ya sîstema zalim û bisûçên kuştinê, talanê, diziyê, zulma liser gelê Kurd jinuve têne dadagehkirin. Ev tinê barçeyekî biçûke ji ew zordariya sistema dewletê liser Kurdistan.
Liser vê operasyona dawiyê PDK-Bakûr bi beyanekê AKP û hukûmeta wê pîrozkir. Ez dixwazim du îhtîrazên xwe liser vê beyanê bo raya gelê Kurd diyarbikim.
Partiya Demokrata Kurdistan-Bakûr welhasil bi bilavokekê Kukûmeta Akp pîrozkirin liser operasyonên girtina Endamên Ergenekonê. DPK-Bakûr di bilavkirina bilavoka xwede „hindek gotin“ bi kar aniye ku cihê pirs û ne zelaliyêye“. Bo nimone bilavoka PDK-Bakûr bêko analiza siyasî û milli mike ev gotinan/ xwebêjan bi kar aniye:
„Em, Hukumeta AKPê û dam û dezgehên ku pişka wan di vî karî de heye pîroz dikin û bangê li hemî hêzên welatparêzên Kurd û hêzên pêşverû yên Tirkiyeyê dikin ku bibin çavdêrên vê prosesê û her wisa piştgir û alîkarê vî karî“.
Dinava vî paragrafîde gotina „em Akp pîroz dikin“ bi baweriya min ne mantiqiye û ne jî di cihê xwedeye. Dicihê gotina „pîrozkirin“Ez vê makultir dibînim: „Em vê helwesta Hukûmeta AKP bo pêşeroka demokratiyê û rêvekirina sistema diktatoryetê gavekî baş dizanin û destekê didinê“. Baştirbu.
„Paragrafa dinde jî holê nivîsiye: „Ergenekon, ne tenê di nav Tirkan de bi rêxistinî ye; her wisa di nav Kurdan de jî hêza xwe heye û destê wan di nav gelek bûyeran de ye û desttêwerdanên wan her berdewam in“.( 9.1.2009 PDK-Bakur.com)
PDK-Bakûr di evî paragrafîde gelê Kurd jî kiriye tanabar û şirîkên Ergenekona terotîst û destbixwîn.
Bi teybetî gotina, „ Ergenekon her „wisa dinava Kurdan de jî hêza xwe heye û destê wan dinav gelek bûyeran de ye û destêwerdanên wan her berdewamin“. Ev rêzikan bi çavê nedîtî û bi zimanê dema 1993 de çapemeniya Elmanya û hindek welatên Ewropa bo Kurdan bi kar tînandin û di weşandin îna bîra bin. Wîdemî kesên weka min bi hezaran dijê vê helwesta çapemeniya Elmanya derdiketin. Jiberku Gelê Kurd ne teroriste û Ew rêxistina ku hon bi nav dikin karên Terorkari dike û nabe ev liser gelê Kurd bête hesapkirin û qebulkirin.
Bêguman ev buyera operasyona Ergenekona ku Pkk jî dinavde şehmezariyekî mezine û bo kesekî weka min ne ecêb, buk direkt Ergenekon û pkk bi hevrebi navê dewleta diyar kardikin dijê Kurdan.
Îro em dibînin ev rêya Beyana PDK-Bakûr girtî, û ev jî neraste. Gotina dibêjit „Ergenekon dinav Kurdande“ bê ku navî bidin ( dibeku bi gorî camêrê ev beyane nivîsandî nexwestiye navê pkk) bîne, lê wî gelê Kurd bi gotina piraniyê kiriye tawanbar û şirîkê Ergenekonê. Ev nayêt kebulkirin. Ez weko Kurdekê ji vî gelê Kurd vê beyanê jiber van herdo parafrafan nerazîbuna xwe li vêderê bu dîrokê diyardikim û bi dengê biling dibêjim, bila gelê Kurd bizanit ew Kurdên ku PDK-Bakûr naxwaze nanî bide! Ev, beyana bêku nav bide behsdike, PKk ye û ew jî Prtiya Karkerên Kenmalîsta ye. Belê destê wan dinava xwîna Kurda de berdewame û liser vê xwîn rijandinê jî berdewamin.
Gelo pirs eveye: xwediyên beyana Partiyê hêjê li hêviya çine ku newêrin navê vê kemalîst partiyê binin? Bi gotinekî din dibeyanê de nabêjin pkk ye?
Subehî dê ev gelê Kurd vê tawanbariya nehek û ji heqîqetê dur û ne rast û bi (newêrekî navê diyar nabêjin) ji partiyê, gotina „Ergenekon di nav Kurdande jî „ ji we birirse û madem hon me dikin şirîkên Ergenekonê gelo PDK-Bakûr ji Kurdan tê hesakirin yanjî liser heyîvê dijîn bikin û hon vê bi çi îsbat û delîlan gotinên piranî bikar tînin?
Îsmaîl Girikî
13.1.2009
Re: Tawanabarkirina Kurdan, nedîtina pkk û pîrozkirina Hukumeta