[center][size+2][b]Beyana PDK-Bakur derbarê Ergenekonê [/b][/size][/center]
[center][img]http://tbn2.google.com/images?q=tbn:pyEW-I_fNNML1M:http://www.welateme…]
PDK-Bakur derbarê Ergenekonê û derdestkiriyên vê dawiyê daxuyaniyek da (09.01.2009). Hûkumetê ji ber vî karî pîroz kir û daxwaza berdewamiya vê dawayê kir. PDK-Bakur dixwaze ku Kurdên nav Ergenekonê jî werin kifşkirin û girtin û derbikevin pêş mahkemeyê. Hemî teksta daxuyaniyê li jêr e:
[b]QELSKIRIN Û DAWÎLÊANÎNA ERGENEKONÊ DÊ BIBE SERKEVTINEKA HÊZÊN DEMOKRAT, LIBERAL Û AZADÎXWAZ[/b]
Van sê rojên dawî piştî girtina zêdetirî çil kesên bi Ergenekonê ve peywendîdar, mijara rêxistina terorist ya bi navê Ergenekonê careka din rojeva siyasî ya Tirkiyeyê dagirt. Medya Tirkiyeyê û dezgehên birêvebirî û dadyerî hemî bi vê pirsê ve mijûl in. Tirkiye bi mijara Ergenekonê radibe û radize. Dezgehên nav dewletê ji hevdu aciz bûne, bi tirs û xof hevdu dişopînin. Hinekî rojnamevan di nirxandinên xwe de dipirsi, 'dewlet dijî dewletê kar dike!'. Rayedarên Tirk vê rewşa xwe di rû û rûçikê xwe de didin xuya kirin. Bi taybetî di wêneyên serfermandarê leşkerî Orgeneral Ilker Basbug de, ev yek gelek bi zelalî xuya dike. Qîreqîr û zarîna serokê partiya kemalist Deniz Baykal, tîne bîra mirovî ku ew bixwe lê hesiyane duvikê wan jî gihaye agir.
Berî mehekî ku li Silîvreyê dawa Ergenekonê dest pê kir, şik û guman peyda bûn ku dê ew dawe bi cureyekî ji bala raya giştî were bi dûrxistin û wisa hêdî hêdî were jibîrkirin. Lê bi tewqifatên berî sê rojan, bi taybetî binçavkirina hin generalan, yekî wekî Tuncer Kilinç, ji bo hêzên liberal û demokrat hêviyên nû peyda bû ku dê pirsa Ergenekonê ser neyê girtin. Hemî hêzên azadî û aşîtîxwaz hewce ye vê mijarê hertim bişopînin û nehêlin ku ev pirs beravêtî bibe.
Partiya me, PDK-Bakur, ehemiyeteke zêde dide vê pirsê û bi hemî imkanên xwe dixwaze çavderiya mijarê bike. Pirsa rêxistina terorist Ergenekonê li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê pirseke sereke ya prosesa demokrasiyê ye. Bê ku pişta vê cinawerî neyê şikestin, ev rêxistin neyê belavkirin, li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê aşitî û aramî cîbecîh nabe. Hemî hêzên demokrat û pêşverû pêwist e, di vê mijarê de hevkarî û hevpeymaniyekî bikin, da ku ev proses ji bo bihêz kirina aşitî û aramiya herêmê û her wisa ji bo berjewendiya gêlên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi pêşkeve.
Em, Hukumeta AKPê û dam û dezgehên ku pişka wan di vî karî de heye pîroz dikin û bangê li hemî hêzên welatparêzên Kurd û hêzên pêşverû yên Tirkiyeyê dikin ku bibin çavdêrên vê prosesê û her wisa piştgir û alîkarê vî karî. Qelskirin û dawîlêanîna gladyoya Tirk dê rê li ber demokrasiyê û prosesa endametiya Yekitiya Ewrûpayê vebike.
Ergenekon, ne tenê di nav Tirkan de bi rêxistinî ye; her wisa di nav Kurdan de jî hêza xwe heye û destê wan di nav gelek bûyeran de ye û desttêwerdanên wan her berdewam in. Hêzên ku nahêlin li bakurê Kurdistanê aşitî û aramî peyda bibe, dawî li şer û xwînê were, ev hêz bixwe ne. Bêhêzkirina ergenekonê her wisa di nav Kurdan de dê rê li prosesa nermayiyê û aşitiyê veke. PDK-Bakur vê yekê dixwaze û lê dixebite. Di vî warî de hewce ye, tevgera bakurê Kurdistanê piştgirê Serokatiya Kurdistana azad bibe.
PDK-Bakur, piştgirê ronîkirina pirsa Ergenekonê ye û daxwaz dike ku ev hewldan her berdewam bin heta ev rêxistin bi temamî were aşkere kirin û jihevduxistin ku nikaribe careka din çalak bibe. Derfet û viyan û hêza biryarê di destê hukumetê de ye, hewce ye ev îrade werê bi karanîn. Hemî hêzên pêşverû divê amadeyê alikariyê û piştgiriyê bin.
[b]PDK BAKUR[/b]
[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]
Re: Tawanabarkirina Kurdan, nedîtina pkk û pîrozkirina Hukumeta