Fatê were civatê-6
Xaltîka Fatê,
Navê min Circîsê kurê Silêmanê Kercosî ye. Hevalekî min behsa te ji min re kir û bi xêra wî ez vê nameyê ji te re dişînim. Berî salekê (haşayî kerema hazir) min bi xwe de dimîzt. Ne rojek, ne du roj, ne sê roj, werhasil dêya min bi çeplê min girt û ez birim cem mellê. Dêya min hal û mesela min ji mellê re got û xwest ku qaşo min rehet bike. Melleyê min û te rabû devê quranê vekir, çend ayet xwendin, niviştek ji min re çêkir û berê me da malê.
Ez serê te neêşînim, şev nîvê şevê bû qurqura zikê min û wek dengê eksoza terektorekê ji rûvîyên min hat. Min kir û nekir go ez karibim xwe bigrim çênebû. Talîya talî doxîn li min sist bû û min go "pîîîîîjjjjjjjjj" û min bi xwe de rît. Toz û dûman bi xênî ket, bêhna mirara li odê belav bû. Rebena dêya min jî ji bêhna tirr û fissên min bû wek mirîşka gêj û hew nemabû ku emir bide haziran.
Werhasil, rojek, du roj, sê roj, me nerî wilo nabe. Rabû me dîsa berê xwe da mala mellê û dêya min jê re got: "Melle, te kurê min ji mîzê qut kir lê îcar dest bi gûkirinê kir bavo. Ka dîsa bîne ser sêhra berê qurban, wîî!"
Ez serê te neêşînim, mellê dîsa niviştek ji min re çêkir û em hatin malê. Şev nîvê şevê dîsa bû qurqura zikê min û vê carê dengê dîk û mirîşkan ji hinavên min hatin. Îcar niha ez ne karim gûkim û ne jî karim mîzkim. Ji bo xwedê û pêxember dermanekî bêje yan jî şîretekê li min bike. Wille û bille zikê min ji zikê Mam Celal mezintir bûye.
Ez li bendî bersiv û şîreta te me xaltîka Fatê
Wey ez bi qurbana wan çavên teyî xumalî bim rebbî!
Circîsê kurê Silêmanê Kercosî
17/07/08-Kercosê
-----------------------
Şîreta Xaltîka Fatê/Lotikxane