Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 23 November 2008

Fatê were civatê-6

Xaltîka Fatê,

Navê min Circîsê kurê Silêmanê Kercosî ye. Hevalekî min behsa te ji min re kir û bi xêra wî ez vê nameyê ji te re dişînim. Berî salekê (haşayî kerema hazir) min bi xwe de dimîzt. Ne rojek, ne du roj, ne sê roj, werhasil dêya min bi çeplê min girt û ez birim cem mellê. Dêya min hal û mesela min ji mellê re got û xwest ku qaşo min rehet bike. Melleyê min û te rabû devê quranê vekir, çend ayet xwendin, niviştek ji min re çêkir û berê me da malê.

Ez serê te neêşînim, şev nîvê şevê bû qurqura zikê min û wek dengê eksoza terektorekê ji rûvîyên min hat. Min kir û nekir go ez karibim xwe bigrim çênebû. Talîya talî doxîn li min sist bû û min go "pîîîîîjjjjjjjjj" û min bi xwe de rît. Toz û dûman bi xênî ket, bêhna mirara li odê belav bû. Rebena dêya min jî ji bêhna tirr û fissên min bû wek mirîşka gêj û hew nemabû ku emir bide haziran.

Werhasil, rojek, du roj, sê roj, me nerî wilo nabe. Rabû me dîsa berê xwe da mala mellê û dêya min jê re got: "Melle, te kurê min ji mîzê qut kir lê îcar dest bi gûkirinê kir bavo. Ka dîsa bîne ser sêhra berê qurban, wîî!"

Ez serê te neêşînim, mellê dîsa niviştek ji min re çêkir û em hatin malê. Şev nîvê şevê dîsa bû qurqura zikê min û vê carê dengê dîk û mirîşkan ji hinavên min hatin. Îcar niha ez ne karim gûkim û ne jî karim mîzkim. Ji bo xwedê û pêxember dermanekî bêje yan jî şîretekê li min bike. Wille û bille zikê min ji zikê Mam Celal mezintir bûye.

Ez li bendî bersiv û şîreta te me xaltîka Fatê

Wey ez bi qurbana wan çavên teyî xumalî bim rebbî!

Circîsê kurê Silêmanê Kercosî

17/07/08-Kercosê

-----------------------

Anonymous (not verified)

Sun, 11/23/2008 - 04:25

lotikxane.com Şîreta Xaltîka Fatê Law oxlim, weyla tu bi qurbana gunikên Mam Celal bûyo, ma çima berî çûna cem mellê tu nehat ba min hêê? Ma tu nizani go melle ayet û yasînan paşûpê dixwînin xiyar! Lawkê mino, du çare hene. Madem zikê te nepixiye û bûye wek dahola Şemoyê mitirb, bi a xaltîka xwe bike û vê reçetê bi kar bîne: - Serê sibê beroşek fasûlî û nokên hişkkirî bixwe. Bi ser de meşkek dewê cemidî vexwe. Piştre 10 deqîqan poz û devê xwe bigre û hewê nede û nestîne, bêhna xwe biçikîne. Xwe biesirîne (zorî bide xwe) heta go çavên te sor bibin û tu bibi wek ciwangeyekî Ispanî. Piştre bila dêya te paçekî rengsore pêş te bike û tu jî serserîkî êrîşî paçê sor bik. Qederê seetekê bi vî awayî here û were. Te dît go te gû nekir û zikê te zêdetir nepixî, îcar: - Here ser serê banê xênî û xwe ji xênî bavêje ser ferşekî kevirî. 10 caran dubare bike heta go zikê te qenc biçelqe û rûn û tewaş bi ser gûyê te keve. Wê ew rûn û tewaşê di nava zikê te de bihêle ku gûyê re ruhn bibe û wê zorî bide qûna te heta go "vîjînî" ji qûna te bê. Heger ev reçete jî fêde nekir, îcar: - Derkeve ser serê sergo û xwe ji sergo bigindirîne jêr. 25 caran xwe bigindirîne heta go rûvîyên te nerm bibin û rê ji gûyê te re vekin. Lê go qûna te "vîze û bertîlê" ji te bixwaze, hema xiyarekî ji xiyarên Mêrdînê wek bertîl têxe qûna xwe û sînor derbas bike. Heger ev reçete jî fêde nekir, îcar: - Li kera xwe siwarê û were cem xaltîka xwe Fatê. Ezê berê bi dûrebînê li qûna kurê xwe binerim û tehlîl û analîzek pisporane bikim. Piştî tehlîl û analîzê, îcar ezê fatîhayekê bixwînim, tiliya xwe têxim qûna kurê xwe û hêdî hêdî rûvîyên te ji hev vekim. Heger min dî go rûvîyên te serhişkîyan dikin û qelen û nextê dixwazin, îcar ezê kerê xwe ê şamî bînim, we herduyan têxim axur û hûn û xwedê li hev. Van şîretên min bi cîh bîne û te îş pê tune. Heger kerê şamî jî fêde nekir, emê piştre li hev rûnên û li çareserîyek baştir bigerin. Te fêhm kir newlo?

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.