Skip to main content

Pakêt û Têgihîştina Kurd/Kurdistanê | Îsmaîl BEŞÎKCÎ

Kêşeya kurd/Kurdistanê li Rojhilata Nêzîk, li Rojhilata Navîn kêşeyek pir giran e. Divê berî her tiştî kêşe, wek kêşeyek li Rojhilata Nêzîk, li Rojhilata bê famkirin. Ev kêşe, ne kêşeyek tenê li Tirkiyeyê, tenê li Iraqê, tenê li Îranê, tenê li Sûriyeyê ye. Kêşeyek e ku li seranserê Rojhilata Nêzîk, li Rojhilata Navîn e. Kurdistan, ji ber çavkaniyên xwezayî yên dewlemend kêşeyek navnetewî ye.
Divê bûyerên Sûriyeyê, polîtîkaya kurd a bi bûyerên Sûriyeyê re têkildar, ya dî jî “pakêta demokratîkbûnê” ya ku Serokwezîr di 30ê Îlona 2013an de daxuyand, di vê çarçoveyê de bêne nirxandin.
Divê bête gotin ku ji Adara 2011an vir ve yanî nêzî sê salan e, têgihîştina Tirkiyeyê ya kurd/Kurdistanê, polîtîkaya wê ya di heqê Sûriyeyê de diyar dike. Esasê vê polîtîkayê jî ji hilweşîna rejîma Beşşar Esedî lê di vê pêvajoyê de tu maf bi destê kurdan neketinê pêk tê. Li cihê Partiya Baasê, rejîma Baasê, rejîmek ku piranî ji Misilmanan pêk tê, wek mînak rejîmek ku Birayên Misilman desthilatdar bin jî tê xwestin. Dixwazî rejîma Baasê be, dixwazî rejîma Birayên Misilman be, esasê polîtîkaya Tirkiyeyê ew e ku kurd li Sûriyeyê tu mav, statu bidest nexin.
Di derbarê pêşketina pêvajoyê de ev dikarin bêne gotin. Hikûmeta tirk, ji bo rejîma Beşşar Esedî bê hilweşandin dixebite ku opozîsyonê birêxistin ke, ji wan re piştgiriya madî û manewî pêşkêş dike. Di Artêşa Hur a Sûriyeyê de, serbazên ji artêşê qetiyane, rêxistinên wek Birayên Misilman, wek el Qaîde de cih digirin. Yekane tiştê ku Hikûmet ji opozîsyona Sûriyeyê dixwaze, ew e ku kurd di nava opozîsyonê de neynê bicihkirin. Ji bo birêxistina opozîsyona Sûriyeyê, bi kesên ku vê opozîsyonê pêk tînin re, li Antalyayê, li Stenbolê civîn pêk hatine, bo van civînan kurd nehatine qebûl kirin. Hinek ji van kesên ku opozîsyonê pêk tînin jî bi liberçavangirtina daxwazên Tirkiyeyê, dest bi gotina“li Sûriyeyê Kurdistan tune ye” kirine.
Ji Adara 2011an vir ve, kurdan jî li herêma xwe, li Rojavayê Kurdistanê, hewldane ku birêxistina xwe bihêztir bikin.
Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiye, di nava hewldanên mezin de ne bo piştgiriya opozîsyonê bi dana çekan bikin. Tirkiye, bi vî awayî çekan dide el Qaide û el Nusrayê. Alîkariyên pir mezin î madî û manewî ji wan re dike.
Beşşar Esedî, bi qasî salek berê, ji hinek bajarên Kurdistanê leşkerên xwe vekişand. Ev, dikare wek bersiva Beşşar Esedî ya li hember Tirkiyeyê, Serokwezîr Erdoganî jî bê nirxandin. PYDyê dest bi kontrolkirina van deran kir. Behsa rêveberiya xweser tê kirin. Hikûmeta tirkan, ji kontrola PYDyê ya li ser sînoran pir nerihet bûye. Daxuyaniyên wek “Em dê destûr nedin emrêwaqiyên li sînorên me.”, “Bo domandina aramiya ku li sînorên me heye em dê hemû tedbîran bigirin” hatin kirin. A ev rewşek e ku kêşeya kurd/Kurdistanê di çapa Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn de têdigihîje. Wek mînak Tirkiye, ji bûyerên ku li sînorê Libnan-Sûriyeyê an li sînorên Şerîa Rovava-Îsraîlê pêk tên re bertek nîşan nade. Çunku pêwendiya wan bi kêşeya kurd/Kurdistanê re tune ye. Bûyerên ku li sînorên Sûriye, Iraq, Îranê pêk tên rasterast bi kêşeya kurd/Kurdistanê re pêwendîdar in.
Esasê kêşeya kurd/Kurdistanê, ji dabeşkirin, parçekirin, parvekirina kurd û Kurdistanê û xesbkirina mafê kurdan ê sazkirina dewleta serbixwe pêk tê. Dewlet, hikûmet di ferqa vê rewşê de ye. Wek mînak, dizane ku kurd li Sûriyeyê, li Rojavayê Kurdistanê, statuyek bidestxin dê bandor li ser kurdên ku li Bakurê Kurdistanê dijîn bike. Ji ber vê ye ku li hember kurdên Rojavayê Kurdistanê hewldide da ku statuyek bi dest nexin.
Tirkiye, di vê çarçoveyê de piştgiriyek mezin dide el Nûsrayê. Rojnameya Tarafê ya 6ê Çiriya pêşîn a 2013an bi sernivîsa “Baregeha bingehîn a el Nûsrayê Ceylanpinar e” derketibû. Palementerê Partiya Gel a Komarê Sezgin Tanrikulu, ji Ceylanpinar a ku lê pêvajoyê dişopand, di vê mijarê de agahiyên balkêş dide. Di dema ku deriyê sînoran bo alîkariyên merivî jî ji kurdan re tê girtin de, ji şervanên el Nûsrayê re heta dawî vekirî ye. Ew pir bi rihetî di sînoran re derbasê Serêkaniyê dibin, bi kurdan re şer dikin, paşê tên Ceylanpinarê. Birîndarên wan, li nexweşxaneyên Ceylanpinarê têne dermankirin. Hikûmet, derfeta li Tirkiyeyê bêdestûr alîkarîcivandinê jî dide Weqfa Maf û Azadiyên Merivan a ku bi el Qaîde û el Nûsrayê re pêwendîdar e. (www.kurdistan-post.eu, 12 .10.2013) Divê behsa dîwarê ku di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de tê lêkirin jî bê kirin. Piştî ku Serêkaniyê ket kontrola PYDyê dest bi lêkirina dîwar hat kirin. Di navbera Qamişlo û Nisêbînê de jî lêkirina dîwar di rojevê de ye. (www.rizgarionline 12.10.2013) Ev hemû ji bo ku kurd, li Rojavayê Kurdistanê nebin xwedî heq, hiqûq û statuyê têne kirin.
Di dema ku li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê dimeşe, bi Evdila Ocalan re hevdîtin pêk tên de, ev bûyerên hanê dibin mijareke balkêştir. Diyar e ku li pêvajoya aştîyê bi awakî neyînî bandor dike.
Human Rights Watch, ji ber alîkariyên ku Tirkiye dide el Qaîde û el Nûsrayê Tirkiyeyê îqaz dike. Tê xwestin ku Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî, di vê mijarê de Tirkiyeyê îqaz jî bike. (www.rizgarionline, 12.10.2013)
Em ji nivîsa Remziye Arslan a Seroka Komeleya Nivîskarên Kurd, bûyerek cuda ya ku di van rojan de pêk hatiye jî fêr dibin. Remziye Arslan, di nivîsa xwe ya bi navê “Birakujiya di Mejiyan de” ya 6ê Çiriya pêşîn a 2012an a Radikal Du hejmara 886an de, wiha dibêje: (r.10) Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo dîtina nivîskarên Rojavayê Kurdistanê, çûne sînorê Mêrdînê (Dirbespîyê). Nivîskar bêsedem li sînor 24 saet hatine rawestandin lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Nivîskarên Kurd, carek jî deriyê Nisêbînê ceribandine. Bi heman rewşê re li deriyê Nisêbînê jî rû bi rû mane. Bêyî tu sedemek nîşandanê, hevdîtin hatiye astengkirin. Ev jî rewşeke ku bi têgihîştina Kurdistanê re eleqedar e. Kurdistan, li Rojhilata Nêzîk û Navîn wek kêşeyek tê têgihîştin. Kurd û Kurdistan, hatine dabeşkirin, parçekirin û parvekirin… bo kurdan ji hev tecrîdkirinê, bo zêdekirin û belavkirina tecrîdê gelek tedbîr hatine girtin. Bi tu awayî pêşketina pêwendiya kurdan bi hev re nayê xwestin. Dîyar e ku şerê 30 salî î dawîn pir derbên girîng li vê têgihîştinê xistiye.
Remziye Arslan a Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd, di nivîsa xwe de, behsa deriyê Sêmalka yê ku li Herêma Kurdistanê ye jî dike. Dibêje “Rêveberiya Kurd jî destûr neda ku em di deriyê Sêmalkayê re derbasbin û bi nivîskarên Rojavayê Kurdistanê re hevdîtun pêk bînin”.
Divê em bi bîr bînin ku li ser deriyê Sêmalkayê her alî daxuyaniyên berevajî hev didin û di van daxuyaniyan de behsa pêvajoyên cuda têne kirin.
Di vê rewşa ku Tirkiye bi îsrar ambargo dide ser herêma kurdên li Sûriyeyê, deriyê sînoran tim digire, dîwaran lêdike de, divê bi her awayî deriyê Sêmalkayê vekirî bimîne. Helbet divê li Rojavayê Kurdistanê rêveberiya xweser bê tesîs kirin. Divê hewldan bo avakirina saziya federe hebe. Di vê çarçoveyê de, hevkariyek bizanîn a kurdên li Sûriyeyê, PYDyê, bi rêveberiya Sûriyeyê re, bi rêveberiya Beşar Esadî re, tu zerara hevkariyek ku berjewendiyên kurdan li ber çavan bigire tuneye. Di vê erdnîgariya ku derdora wê bi hêzên dijber dorpêçkirî ye de, her dem delîveyek wiha bi dest nakeve. Lê dema ku delîveyek wiha bidest ket jî pêşvebirina wê girîng e. Şertê yekem ê vê pêwendiyê sazkirin û pêşvebirinê, xebata zerar nedana kurdên perçeyên dî an kêmkirina zerara kurdên perçeyên dî heta ku pêkan be. Ev pêwendî heta ku rêveberiya Beşşar Esedî derbe li berjewendiyên kurdan yên bingehîn nede dê berdewam be.
Di esasê xwe de zerarnedana vê pêwendiyê bo kurdên perçeyên dî zehmet e. Ji ber vê daxistina zerarê heta asta herî kêm pir girîng e. Ev zerar jî ancax, di mijara dabeşbûn, parvebûn û parçebûna kurd û Kurdistanê de, bi pêşketina hişmendiyek payebilind dikare bê astengkirin an dikare ber bi asta herî kêm bê daxistin.
Di ber çavan re derbaskirina polîtikaya xwe ya Rojavayê Kurdistanê ji alîyê Rêvebriya Herêmî ya Kurdistanê ve gelek sûdwar e. Divê Rêvebriya Herêmî ya Kurdistanê, ji Tirkiyeyê re jî pêşniyaz bike ku polîtîkaya xwe ya Rojavayê Kurdistanê di ber çavan re derbas bike. Divê Tirkiyeya ku dixwaze bi Rêveberiya Herêmîya Kurdistanê re, bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re pêwendiyên baş pêk bîne; bi kurdên bakurî û rojavayî re jî pêwendiyên baş pêk bîne. Di vê çarçoveyê de, divê PKK/BDP, PYD, li ber çavan bêne girtin.
***
Di van mehên dawîn de, li ser çekên kîmyewî gelek tişt tên gotin. Gelo li Sûriyeyê, çekên kîmyewî rêveberiya Esedî bikar anîye an mixalefetê bikar anîye, hê jî tê axaftin. Di vê pêvajoyê de, daxuyaniyên Federasyona Rûsyayê û Îranê jî balkêş in. Federasyona Rûsyayê û Îran, dibêjin ku Tirkiye, di mijara çêkirina çekên Kîmyewî de ji el Qaîde û el Nûsrayê re piştgiriya madî û manewî dike.
Pakêtên Demokrasiyê
Pakêt, kêşeyê, li Tirkiyeyê wek kêşeyek digirin dest. Hikûmet, bi yek-du vesazkirinên biçûk, dixwaze kêşeyê çareser bike. Dikare bê gotin ku rakirina “Sonda me”, îadekirina navê gund-bajaran, rakirina qedexeya li ser herfên ku di alfabeya kurd de ne wek Q,W,X helbet girîng e. Lê di vê mijarê de kêfa hin kurdan dişibe kêfa wî gundiyê ku kerê xwe wenda dike û piştî lêgerînên pir mezin û bi zehmet wî dibîne.
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, piştî daxuyaniyên li ser “pakêta demokratîkbûnê”, dibêje ku ev pakêt jî qîm nake. Dibêje “ Her ku Tirkiye guherî, ku merc tekamil bûn, ku asteng ji holê rabûn, ku siyasetê hêz girt ji xwe dê maf û azadiyên nû jî werin rojevê”. Ev axaftin jî nediyariyê îşaret dike.
Statuya Kurdistanê pirseke heyatî ye. Fikirîna dewlet, hikûmetê ya ku dê kurd dev ji statuyê berdin çewtiyek pir mezin e.

Guherîna zîhniyetê
Kêşeya Kurd/Kurdistanê berî her tiştî kêşeyek sîyasî ye. Ne kêşeyek e ku dê bi pakêtên demokrasiyê bête çareserkirin.Kêşeya xwebirêvebirina kurdan, diyarkirina dahatuya xwe ye. Perwerdeya bi zimanê dayîkê, daxwazeke jêneger e. Tê dîtin ku pakêta demokratîkbûnê ya ku ji aliyê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ve di 30ê Îlona 2013an de hat diyarkirin jî qet nêzîkê mijarên wiha nabe.
Ev hemû, kêşeyên ku bi guherîna zîhniyetê ve girêdayî ne. Zîhniyet jî, bo astengkirina bidestxistina statuyek kurdan, xwe di alîkarîkirina el Qaîde, el Nûsrayê de, xwe di deriyê sînoran girtina li ser kurdan lê bo el Qaîde, el Nûsrayê vekirinê de dide der. Zîhniyet jî bi hêsanî naguhere. Lêkolîna hestiyariya Serowezîr ya li hember erebên Filistinî û miameleya wî ya ku bi kurdan re dike; bi zelalî kêşeya zîhniyetê derdixe holê.
Destûra perwerdeya bi zimanê dayîkê bes di dibistanên taybet de tê dayîn. Wek tê zanîn dibistanên taybet jî bipere ne. Dîyar e ku kurdên jar, di pêvajoya şer de jî kurd bêtir hatine jarkirin, biperan dê nikaribin zarokên xwe bişînin dibistanan. Ji aliyê din ve jî biperan perwerdekirina bi zimanê xwe tiştek seyr e. Bi zimanê dayîkê perwerde, perwerdeyek pir zimanî ye. Zarok, bi tevî perwerdeya kurdî dê zimanên wek tirkî, îngilizî jî fêr bibin.
Vegotineke hikûmetê, Serokwezîr wek “bila şer raweste, rêya siyasetê vebe…” heye. Di rewşeke ku bi deh hezaran girtiyên KCKyî hene de, ev vegotineke vala ye. Dê kî siyasetê bike? Li cihê ku mebûsên hilbijartî, serokşaredarên hilbijartî, endamên meclîsên şaredarî û meclîsên giştîyên bajêr di gitîgehê de têne girtin, dê çawa pêşîya siyasetê bê vekirin? Ev hemû bi kêşeya zîhniyetê ve girêdayî ne. Ev jî rewşeke erênî nîşan nade. Lêkirina dîwar di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, rêgirtina li ber alîkariyên merivî bo Rojavayê Kurdistanê lê bo el Qaîde û Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê ku li hember kurdan şer dike alîkariyek bêsînor nîşan dide ku zîhniyet, zîhnîyetek çawa ye. Ya dîyarker, rênîşander zîhniyet e. Fonksîyoneke pakêtan a ku vê rewşa neyînî vedişêre heye.
Divê hikûmeta ku dixwaze bi Başûrê Kurdistanê re di nava pêwendiyên baş de be, bi tevî Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê, rêya polîtîkayek ku pêwendiyên baş bi Bakur û Rojavayê Kurdistanê re jî saz bike bibîne.
“Pîvaz”, Koçberiyên ku Şer Bûye Sedem
Karkeriya çandinî, karkeriya demsalî kêşeyeke civakî ya girîng e. Karkerên çandinîyê yên kurd ku diçin komkirina findik, pembû û hwd. di nava jiyaneke perîşan a çawa de dijîn tê zanîn. Koçberiya ku bi zora çerdevaniyê tê jiyîn, birîneke civakiya pir giran e. Koçberiyên ku ji şer, ji şerên navxweyî pêk tên di civakê de, birînên pir giran vekirine.
Ev hemû di belgefîlima bi navê “Pîvaz” a 40 xulekî ya Bozan Aksoyî de, bi awakî balkêş tê pêşkêş kirin. Ji ber şerê li Sûriyeyê, kesên mecbûr bûne koçê deverên wek Riha, Dîlok Edeneyê bikin… Kurd li welatê xwe, çi qasî êş dikêşin, jiyaneke çi qasî perîşan dijîn vekirî li ber çavan tê raxistin. Ev belgefîlima Bozan Aksoyî, ku van rojan vedibêje, dê wek belgeyek girîng a bo dahatû bimîne… Ev ji nêz ve li ser kêşeya kurd a mezin in. Dikare bê gotin ku ev dewama kêşeya kurd/Kurdistanê ya mezin in jî.
Jinên koçberên ku mêrê wan li Sûriyeyê man e, yek-du zarokên wan li Sûriyeyê man e, malbata wan perçe bûne bi karkeriya çandinîyê jin, mêr û zarok hewl didin ku jiyana xwe bidomînin
Malbatên ji ber zora çerdevaniyê gundên xwe terk kirine, koçê Deşta Edeneyê krirne li wirê karkeriya çandiniyê dikin û malbatên ji Rojavayê Kurdistanê ku ji ber şer reviyane li kargehek çandinîyê rastî hev tên. Ev bi axaftin û reftariyan tên vegotin. Nûçegihan, ji van jinan, pirsên wek hûn jiyana xwe çawa didomînin, gelên derdorê bi we re eleqe dike an na, hûn alîkarî digirin an na, dike. Bersiva van pirsan ev e: “Ew jî wek me merivên jar in, wan jî gundên xwe terk kirine hatine vir, tiştekî wan ê ku bidin me tune ku… Lê muameleyek baş bi me re dikin, alîkariya ku ji destê wan tê dikin. Ev jî can dide me…”
Gundê we jî mala we jî heye, axa we, rezê we, bexçê we jî heye, ajalên we jî hene lê ji wan hûn sûd nagirin, li deverên cuda hûn di nava perîşaniyê de dijîn, hun di rewşeke muhtacê kesên dî de ne. Hûn nikarin vegerin gundê xwe… Qedexe hene… Zora cerdevaniyê heye… Ji bo koçberên ji Rojavayê Kurdistanê jî rewş ev e… Mala we heye, kar û barê we heye lê hûn mecbûr mane wan terk bikin…
Bi tevî van kêşeyên giran, kurd, hewl didin jiyana xwe bidomînin, bo zarokên xwe dahatuyek amade bikin. Alîyekî girîng ê belgefîlimê hezkirin û şefqeta ku ji zarokan re tê nîşandan e... Ji bo dahatûyê ev hezkirin hêviyê jî pêk tîne. Ev hezkirin, eleqeya ku ji zarokan re tê nîşandan, dahatûyê jî ronî dike.

Wergera ji tirkî ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin.



* Nivîsa ku di Kovara Yabayê hejmara 85an û Çiriya paşîn a 2013an de weşîya ji nû ve hat raçavkirin û aktuelkirin.

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.