Skip to main content
Submitted by Kurdekî Bênav on 17 July 2011

Stratejîya zimanê Kurdî li Tirkîyê - Çawa bi çeka mirov li mirov bixin Prof. Dr. Ilhan Kizilhan Piştî hilbijartina li Tirkîyê

wiha tê xuyakirin, ku êdî înkarkirina „navê Kurd" û axaftina bi zimanê Kurdî vê were dawiyê. Bê guman guhartina vê înkarkirin û qedexekirinê bi tekoşîna gelê Kurd bi xwe hat hilandin. Ji ber sedemên tecrubeyên dîrokî yên trajedî ku rejîma Tirkîyê anîiye serê gelê Kurd, mirov ji vê „guhartina rejîma Tirkîyê" himberî Kurdan bêbawer û hertim haydar e. Bê guman axaftin û nivîsandin bi zimanê Kurdî di televîzîyon û rojnameyên Tirkîyê de tiştekî pîroz û mafê demokratîk yê her miletî ye. Lê dîsa jî, çiqas dinya hatibe guhartin jî, îdeolojî ya neteweperestîya Tirkîyê ku niha nêzîkî sed salî didome û civak bi her awahî xistiyê bin bandora xwe, di nav hinek salan de nayê guhartin. Ku em bi çavekî krîtik û hinek bi şiphe li ser „pejirandina" zimanê Kurdî, lê înkarkirina nasname û netewa Kurd birawestin, belkû stratejiyeke veşartî te amadekirin: Belavkirina îdeolojî ya fermî ya Tirkîyê bi zimanê Kurdî û wiha jî rawestandina pêşveçûna nasname û netewa Kurd, qetilkirina xewna Kurdan ji bo Kurdistaneke serbixwe, an jî mafê carenûsî. Axaftin û ferbûna ziman ya sistematîk yek ji bingeheke nasnameya miletekî ye. Bi girêdayî ziman, wêje, çand, folklor û mediya Kurdî dikare bi pêşve bikeve. Ku aktorên politîk û zanistên Kurd bandora xwe bileyizin, ev dikarin ji bo peşvecûn û cêkirana netewa Kurd gavekî mezin biavêjin. Ma gelo Tirkiyê wê yekê qebûl dike? Hêbûna nasname û taybetî qebûlkrina netewa Kurd çiqas wek tehlûkeyekê ji bo îdeolojîya Tirkîyê ye? Li ser vê mijarê pirr nivîs û daxuyanî li Tirkîyê hatine kirin. Ev (ji çep heta rast, ji olperest heta bêdîn) herdem hebûna netewa Kurd bi tirseke mezin ji bo Tirkîyê analîz dikin. Stratêjên rejima Tirkiyê lewra jî belkû bi taybetî dixwazin zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî ji hev dur bikin. Pirr ji aqilmendên Tirk êdî di mediya de pirr lîberal û nerm li ser mesela Kurdan diaxifin û serbestkirina zimanê Kurdî wek mafê xwezayî diyar dikin (Beriya deh an jî bîst salan axaftina zimanê Kurdî ne mafekî xwezayî bû?). Lê di bêjeya duemîn de jî eşkere dikin ku dijî hebûna netewa Kurd an jî Kurdistanê ne. Di semestra duemîn ya psîkolinguîstîk (psîkolojiya ziman) de tê fer kirin, ku kî zimên kontrol bike, raman û fikirê mirovan kontrol dike. Êdî ne tenê bi Tirkî, evê dixwazin bi zimanê Kurdî tesîra xwe li ser gelê Kurd bikin. Birêvebiriya îdeolojiyê bi birêvebiriya zimên ve dibe. Ziman herdem beriya raman, polîtîk û şiklê nasnameyê pêk tê. Êdî li Tirkiyê kî zimanê Kurdî kontrol bike, evê di paşêrojê de gelê Kurd, raman û şiklê nasnameya Kurdî jî kontrol bike. ***ji bo xwendina hemí nivísé li vir click bikin http://www.agendakurd.com/index.php?option=com_content&view=article&id=… slav ú réz bo we hemí zarokén kurdistan! kurdekí bénav

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.