Skip to main content

Di gorek bikom de hestiyê 900 Kurdan hat dîtin

Doh li herêma Şinafiye ya 70 km dikeve navbera Dîwaniye û 180 km dikeve başûrê Bexda, goreke bi kom hat dîtin ku hestiyê 900 Kurdan tê de ye. Ev kesane di salên 80an di dema rejîma Baas ya Seddam de hatibûn girtin û piştre hatine bidarvekirin. Li vê derê nêzî 105 gorên bi kom hene û heya niha piraniya wan nehatine eşkere kirin.

Serokê Lijneya Lêkolîn û Dadweriya Civata Parêzgeha Diyala Daxil Sehyud ji malpera Someria News re got: “Lijneyek Wezareta Mafê Mirov a İraqê ew gor kolandine û bi Îmharî hatiye nas kirin. Ev gor dikeve rojavayê parêzgeha Diyale navçeya Şinafiye û hemû jî Kurd in.”

Seyhud di berdewama axaftina xwe de dibêje: “Ji bo nasnameya wan bê eşkerekirin nimûneya piraniya wan hestiyan rêkirine labaratovara pijîjkê dadwer. Herwiha bal kişand ser wê yekê ku xebitîna li ser vê gorê berdewame.”

Nivîsîngeha Mafê Mirov a Civata Parêzgeha Dîwaniye bal kişand ser wê yekê ku heya niha 13 gorên bi kom li wê herêmê hene û heya niha jî nehatine kolandin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/7816.html

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.