Skip to main content
Submitted by Rêvebir on 4 June 2011

Me, di 29-ê Gulanê de mirovekî doza Kurd û Kurdistanê Ekrem Karaxanî wenda kir. Ekrem Karaxanî demek dirêj e ku nexweşiya dil dikşîne û di encamê de dil li ser laşê wî bandor danî, wî nikarî xelas bibe, ji nav me koç kir, çû nav şehîd û rêberên Kurdistanê.
Di van mehên dawî de Ekrem Karaxan wendayî ye me yê seyemîn e. Me, beriya wî jî Turhan Seyfîogluyê Wîranşehrî û Mistefa Bozkurtê Erganiyê wenda kir.
Ji bona Ekrem Karaxan biryar hatibû girtin ku di 31-ê Gulana 2011-an de li Goristana Asrî ya Sîweregê were veşartin. Ev biryara gelek di cî de bû. Lewra biryarê derfet dida ku gelek dost û hevalên Ekrem yên li bajarên dûr bigîhijîn pêşwaziya wî.
Ez, Şêx Memud Yeşîl, Hesen Çalir, M.Emîın Kardaş, Zahîd Bozarslan, Evdilkadirê Madenî, Atîllayê DDKDêyî, Kek Hecî, di 31-ê Gulanê, saet 10.00-an de em ji Amedê gihîştin Sîweregê.
Beriya ku em biçin Sîweregê, me ji pismamê Birêz Ekrem Hesen Karaxan re telefon kir ku emê di destpêkê de “Kek Ekrem li ku derê pêşwazî bikin”. Wî em agahdar kirin ku “Kek Ekremê di destpêkê de li Mîzgefta Gulabaniyê dê bê pêşwazî kirin. Mizgeft jî nêzikî baxçeyê Ehmed Erîf e.”
Dema em gihîjtin Sîweregê, em raste rast çûn mîzgeftê. Me dît ku hîn kes nehatibû. Piştî saetekê dema ku em çûn mizgeftê, me dît ku malbata Karaxaniyan li wir in.
Piştî me, dost û hevalên Ekrem Karaxanî wek lehêyê ber bi mizgeftê herîkiyan. Ew dost û hevalên wî, ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibûn ziyaret û serdaniya wî.
Di heman dem de ew kesan, ji kevneşopiyên tevger û rêxistinên Bakurê Kurdistanê yên cihê cihê bûn. Siyasetmedarên dema nû jî bi awayekî rengîn beşdarî seramoniya Ekrem bibûn.
Ji derveyî wan kesan, berpirsiyarên rêxistinên siyasî û civakî, serok û mezinên eşîretan, pêşengên civakî û entellektuel, berendamên parlamentoyê yên partiyên siyasî, serokê şeredariya Sîweregê - ku ji malbata Bucaxiyan e- jî beşdarî seramoniyê bûn.
Li cem van, cara yekem bû ku jinên malbatê, jinên heval û dostên Ekrem Karaxanî kevneşopiyê edetî dişkînin, beşdarî seramoniya wî dibin.
Ew rengên beşdarên seramoniyê derxist holê ku Ekrem Karaxan ji aliyê her Kurdistaniyekî ve tê hez kirin.
Dîsa derket holê ku Ekrem Karaxanî hem xizmeteke mezin ya kurderwarî, him jî xizmetek mezin ya civakî û înasanî meşandiyê. Her kes baş dixzane ku Ekrem Karaxanî, li Kurdistanê kîjan dost û hevalek jiyana xwe dest dabe, ew bi aktîfî beşdarî seromoniya wan bûye û di seramoniya wan de vatiniyên xwe pêk aniye.
*****
Piştî ku li Mîzgefta Gulabaniyê prosedur û seramoniya dînî pêk hat, ber bi Goristana Asriyê hat meşandin. Dema ku li ber Goristanê hat civandin, hejmara beşdaran gihîşt hezaran.
Em hemû beşdaran bi gelek hirmet û rêz çûn ser mezelê wî. Wî daxwaz kiribû ku seramoniya li ser mezleê wî bir kurdî pêk bê. Meleyekî ew vatiniya gelek hêja bi kar anî. Pişt re li ser navê malbata wî Dr. Adem Awci û li ser navê Tevgera Demokratên Şoreşger ya Kurd Ednan Bîngolî axevtin kir.
Dema ku li ser mezel seramoniya dînî û axevtin pêk hatin, gelek kes aşkere û gelek kesan jî di hundirê xwe de digirîya.
*****
Goristan a Asriyê ji bona Ekrem Karaxan hîç xerîb nebû. Ew bi sedan û bi hezaran caran çûbû wê goristanê. Bi taybetî jî, ji bona ku hevalên wî yên şehîd li wê gorê radizan, wî gelek caran ew ziyaret kirine, ew di salvegerên bîranînên wan de bûye organîzekir.
Di 31-ê Gulana 2011-an de êdî ew bixwe jî bû cîranê Mistefa Remzî Bucak, Faîq Bucak, Necmeddîn Buyukkaya, Ferîd Uzun û ew şehîdên Kurdistanê. Bi taybetî jî şehîdên di sala 1979-an de di provokasyona PKKê de hatibûn kuştin.
Nuha ew ne bes di kêlek û teniştan wan de runiştiye, di heman dem bi wan re di nav xasbûxalek mezin de ye. Ew ji dinyaya me û ji Kurdistanê agahdarî dide wan. Bi taybetî jî di derbarê Başurê Kurdistanê û Dewleta Federe ya Kurdistanê de agahdarî dide wan. Lewra her çiqas wan ji bona Kurdistanê gelek xebat û fedekarî kiribûn, lê ew ji avabûna Dewleta Federe ya Kurdistanê re nebûbûn şahid.
*****
Dema ku min bihîst Ekrem Karaxanî çûye ser dilovaniya xwe, ez gelek xemgîn bûm. Min, wê demê malbata wî bi tevayî, hevalên wî yên hêja nûha li Goristana Asriyê ya Sîweregê radizên, taybetiyên Sîweregê ji çav derbas kir.
Ekrem Karaxan li Sîweregê di sala 1953-an de hatibû dinyayê. Ew her çiqas di şertên xerab yên Kurdistanê de hatibû dinyayê jî, ji bona wî derfet hebû ku dibistanê bixwîne. Lewra di malbata Karaxaniyan de beriya wî gelek kesan dest bi xwendinê kiribûn û beşekî wan jî zanîngehên bilind xelas kiribûn. Loma wî jî ew kevneşopiya serketî domand, dest bi dibistanê kir û dibistana mamosteyî qedand. Ji zarokên kurdan û tirkan re mamosteyî kir. Wî li herêma kurdan ya li Anadoluyê jî mamosteyitî kir û di hamen de de xebatên siyasî û rêxxistinî yên kurdewarî li wir meşand.
Wî di xortaniya xwe de, dema xwendavanên Lîseyê bû ket nav tevgera welatparêz a kurd. Lewra biramezinên wî û gelek pismamên wî di derece yekem de di nav tevgera kurd de bûn. Wî, welatparêziya xwe di zanîngehê de di nav cîwanên kurd û tirk de jî meşand. Dema ku bû mamoste di heman dem de beşdarî Tevgera Şivan/KÎPê bû. Li Enqereyê ji DDDKê ya KÎPê re serokî kir. Pişt re dev ji mamosteyî berda, di organîzekirina karker û civata kurd de wezîfe girt ser milên xwe.
Min, ew, li Enqereyê dema ku serokê DDDKê bû nas kir. Lê derfet nebû ku ez wî ji nêzik de nas bikim. Min ew, piştî ku ez di sala 1998-an de ji derveyî welêt vegeriyam Kurdistanê ji nêzikî de nas kir. Ez û ew, em bi hev re beşdarî gelek civînan bûn. Em gelek caran bi hev re yekûyek û bi dostan re wek grubî rûniştin, me pirsên girîng yên Kurdistanê şirove kirin. Wî piştgiriya HAK-PARê kir. Ez û ew, em bi hev re bûn damezrênerên Gruba Xebatê ya Demokratîk Neteweyî ya Kurd û TEVGERê. Dema ku em li Urfayê di derbarê Gruba Xebatê de hatin dadgehkirin, wî her demê ji me alîkarî û piştgirî kir.
Di bîranîna Kek Faîq Bucak, Necmeddîn Buyukkaya, di serasmnoiya Mehmed Uzun de rolek girîng lêhist. Ji bona bîranîna Ferîd Uzun her sal li ser mezelê wî amade bû. Me, bi hev re ew bîrdianî.
*****
Beriya ku ez wî nas bikim, min di malbata wan de gelek entellektuel û welatparêz nas kirin: Dema ku ez li Enqereyê xwendevanên lîseyê bûm, min Elî Karaxan nas kir. Elî Karaxan, qadi-parêzer bû. Ji bona kurditî di sala 1959-an de di doza dîrokî ya 49-an de hatibû hepis kirin. Di sala 1970-yî de jî, ji min û hevalên min re parêzerî li Enqereyê kir. Birayê wî mezin Şêxmus, em li Enqereyê hevalên hev bûn. Şêxmus jî, xebatkarekî DDKO ya Enqereyê bû, Li nexweşxaneya Nûmûneyê ya Enqereyê kar dikir. Wê demê di derfetên gelek zehmet û kêm de barên giran dida ser milên xwe. Birayê wî yê mezintir Celal, li Stenbolê xwendavanê Zanîngeha Edebiyatê bû. Ew jî, xebatkarekî doza kurd bû û endamê DDKOyê bû. Beriya ku ez di îlona 1970-yî de hepis bim; ez, ew, Umît Firat, Leyla Ejder a Erzoromî em çûn seredaniya Yilmaz Guneyî. Pismamê wî Necmeddîn Kaya, min di sala 1969-an de di dema damezirandina DDKOyê de nas kir. Ew bû serokê DDKO ya Stenbolê. Ji bona ez jî berpirsiyarek û damezrênerekî DDKO ya Enqereyê bûm, pêwendiyek me nêzik pêk hat. Piştî salên 1974-an jî, min û Necmeddîn di gelek platforman de bi hev re karên girîng pêk anîn. Pismamê wî Dr. Îbrahîm Yuksekkaya, li Stenbolê xwendevan bû û endamê DDKOyê bû. Me di wê çarçeweyê de hevûdu nas kir. Wî, di Kongreya DDKOya Enqereyê de axevtinek gelek germ û kurdewarî pêk anî. Ew axevtina wî li ser Necmeddîn Buyukkaya bû mal. Di derbarê wî de biryara hepisbûnê hat dayin. Lê Necemeddîn fîrar ma û derbasî Otonomiya Başurê Kurdistanê bû.
Prof. Dr. Evdilkadir Karaxan, apê wî bû. Li Stenbolê, li Zanîngeha Edenbiyatê mamoste bû. Bi wesîleyekê derfet bû ku ez wî nas bikin.
Ew tabloya jî derdixe holê ku malbata Ekrem Karaxan, malbateke mezin, eşîr, rewşenbîr û xwenda ye. Ew jî di malbetek wûsa de perwerde bûye.
Loma jî wendayî ya neteweya kurd, malbat, dost û hevalên wî gelek mezin e.
*****
Ji bona Ekrem Karaxan, li Sîweregê jiyan û perwedebûn jî derfet û awantajek mezin bû. Lewra li Kurdistanê Sîwereq bi entellektuelî, çepitî û kurditiya xwe tê nas kirin. Sîweregê serok û entellektuelê gelek hêja û mezin qewimandine.
Faîq Bucak, serokê giştî ya PDK a Tirkiyeyê bû. Ferîd Uzun, yek ji serokê Dengê Kawayê ye. Necmeddîn Buyukkaya, bi pirralî serokek bû û di hepsê piştî berxwedana xwe hat şehîd kirin. Mistefa RemzI Bucak, dema ku nameya wî ya ji Emerîkayê ji Îsmet înonu re şandî bê xwendin, mirov fahm dike ku entellektuel û serokekî kurdan mezin e. Abbas îzolê hevalê doxtor Şivan divê ket nayê bîrakirin. Ehmed Karli, yek serokê KÎPê ye.Di edebiyad û siyaseta kurd de ciyê Mehmed Uzun nayê înkar kirin. Ji derveyî van jî bi sedan entellektuel, bi hezaran pêşengên fikrî û şoreşger li Sîweregê tê gihîştine.
*****
Ekrem Karaxan, dost û hevalekî gelek hêja bû. Ew kesekî modern û demokrat bû. Ew di pêwendiya hevjîn û zarokên xwe de, di pêywendiya dost û hevalên de kesekî edetî ne, kesekî modern û civakî bû. Ew ji zarokên xwe û hevjîna xwe re hevrê bû. Kesekî fedekar, jîr, jehatî bû. Di organîzasyona civakî de gelek çalak û jîr bû.
Ekrem Karaxan, bê wext ji nav me koç kir. Lê wî bi her awayî vatiniyên xwe pêk anî. Divê ciyê wî bê dagirtin.
Ew ji bona neteweya kurd, Tevgera Bakurê Kurdistanê, malbat, dost û hevalên xwe, şarestaniyê û civakîbûnê, modernîte û demokrasiyê wendayekî mezin e.
Ez nabêjim ku ser saxî be, ez dibêjim ew li dinyaya xwe ya nû serkeftî û bextewar be.

Amed, 03. 06. 2011

Selim Timoqî (not verified)

Sat, 2011-06-04 12:58

Ji bo xebat û hwildanên te yên ji bo desîfrekirina KOMPLOYA DIJ BI XELKÊ KURD ku bi destê DERIN DEVLETê ve tê mesandin ez te ji dil pîroz dikim. Wisa lê hatiye ku êdî dewlet û Îmralî bi hev re lîstinek negbetî dilîzin û jîngeha (cevre) siyasetê aloz û serûbin kirine. Êdî kes bi hêsanî nizane ku kê ci gotiye!! Xeter jî di vir de ye!!! Ez tev nivîs û beyanê te dixwînim. Ez carina dibînim ku yan ji ber kêmbûna hisê te yan jî ji ber îhmalkariya te, hin agehiyên te xelet tên nivîsîn! Nimûneyek ji van xeletiyan, mijara li ser Mehmed Uzun e. Li ba min hifzkirî ye, ku te di bi kêmanî nivîsek xwe de Mehmed Uzun rexne kiriye û ev rexneya te li ser TURKIYECÎBÛNA Mehmed Uzun bi xwe ye. Min fam nekir ku tu îroj cawa dikarî di vê nivîsa xwe de ji bo Mehmed Uzun van peyvên li jêr bi kar bînî: "Di edebiyad û siyaseta kurd de ciyê Mehmed Uzun nayê înkar kirin." Ma ev ne nakokî ye? Ez dibêjim nakokiyek diyar û pir zelal e. Heger tu yan kesekî din dibêje ne nakokî ye, bifermin peyv ya we ye: Rêz û slav Selîm Timoqî

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.