Skip to main content

Goran: Divê hikûmet û Parlamento bên hilweşandin

Tevgera Goran, di daxuyaniyekê de, daxwaz ji rayedarên Herêma Kurdistanê kir, hikûmet û parlamento bên hilweşandin û ji şûna wê, hikûmetek damî, teknokratîk û bêalî bê avakirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Wek ku hûn hemû jî dibînin, desthilatên diktator li piraniya welatên sitemkar û girtî yên cîhan û herêmê, tên hilweşandin û pêlek nerazîbûnê li wan welatan rabûye. Di asta navneteweyî de jî, dewletên mezin ên cîhanê, piştgiriya van guhertinên demokratîk dikin.”

Di daxuyaniyê de, behsa ezmûna dijberiyê (opozisyon) li Herêma Kurdistanê tê kirin û wiha tê diyar kirin:

“Gelê Kurdistanê, piştî derketina dijber li parlamentoyê, hêvîdar bûn ku rayedarên�Herêma Kurdistanê, xwe ber çavan re derbas bikin û vê ezmûnê bikin derfetekê ji bo demokratîzekirina desthilat û sîstema parlameniyê û başkirina rewşa jiyana welatiyan û dabînkirina derfeta kar û xwendinê bo ciwanan û cihêkirina desthilatê ji partîgeriyê û niştimanîkirina karên ewlehî û parastina herêmê.” Daxuyanî, wiha didome:

“Me heta niha çend caran, bi devkî û nivîskî û çend caran jî di riya fraksyona xwe li Kurdistan û Bexdayê, desthilatdarên her du partiyan ji metirsiya vê rewşê agahdar kiriye. Lê, her tim em rastî xemsarî û paşguhxistinê bûne.”

Goran, di daxuyaniyê de, xwestekên xwe wek 7 xalan wiha tîne ziman:

1-Divê PDK û YNK, mudaxeleya hikûmet, parlamento, dadgeh, asayiş û hêzên pêşmerge nekin.

2-Divê Asayiş, Zanyarî, Parastin û Pêşmerge, mudaxeleya karên siyasî, çalakiyên cemawerî nekin. Berpirsên van dezgehan jî, bêalî bin.

3-Divê hikûmeta niha ya PDK û YNKê bê hilweşandin û hikûmetek nû ya demî û bêalî bê avakirin.

4-Divê parlamento were hilweşandin.

5-Birêveçûna hilbijartinek paqij ku ji 3 mehan zêdetir nebe.

6-Vegerandina mal û mulkên hikûmet û gel ji aliyê partiyan û karbidestan ve.

7-Reşkirina pêşnûmeya destûra herêmê û hemû ew yasayên ku pêwendî bi rêveberiyê ve hene.

Di dawiyê de, Goran, ji hemû hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdisanê xwest, ji vê yekê piştgirî bikin

Cavkanî: Netkurd.com

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.