Kurd yekgirtî diçin Bexdayê
03 Nîsan (Avrêl), 2010 Weşandin:1545 (GDK), hawarnet.com
Binivsîne | Di blogê de şîrove bike | Bike Ekrana Mezin | Ename | Tomar bike an jî bişîne
HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Ccivîna navbera serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û lîsteyên serkeftî yên Kurdistanê bi dawî hat û mizgînîyek hate dayîn.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.
Civîna îro di hewayeke aram de bi rê ve çûye û tê de çend pêşniyar hatine kirin û piştî helsengandina wan pêşniyaran ji aliyê lîsteyan ve biryar hatiye dayîn ku du rojên din careke din bicivîn.
Wê çavkaniyê aşkere kir ku yek ji wan pêşniyaran ji bo gotûbêjkirina digel aliyên din ên Iraqê li ser pêkanîna hevpeymanî pêkanîna lîjneyeke hevbeş a Herêma Kurdistanê ye.
Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Ebdulstar Mecîd jî derheqê naveroka civînê got:“ Hemû lîsteyên beşdarbûyî yên civînê li ser wê yekê razî bûn ku Mam Celal ji bo serokkomariya Iraqê bibe namzetê Herêma Kurdistanê.“
Biryar jî hate dayîn ku di civîna dahatû ya serokê Herêma Kurdistanê de aliyên olî û neteweyên din jî beşdar bin.
Herweha Mecîd got: “Di civînê de qala wê yekê jî hatiye kirin ku bo parlamentoya Iraqê kutleyeke kurdistanî bê pêkanîn. Ji bo vê yekê jî lîste dê di nav xwe de bicivîn û ev mesele di civîna dahatû de dê bê gotûbêjkirin.“
Mesûd Barzanî derbarê civîna han de wiha got, “Îro li ser pêşniyara Serokatiya Herêmê, em bi Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê, Lîsteya Goran, Lîsteya yekgirtiya Îslamî û Lîsteya Komel re û bi amadebûna Serokatiya Parlamentoyê û Hikûmeta Kurdistanê civiyan ku civîna han gelek serketî bû“.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha pê de çû, “Di vê civînê de em gihîştin vê encamê ku divê pêwendiya navbera lîsteya normal bibe, nabe cezayê siyasî li Kurdistanê bimîne, em gihîştin tifaqê ku divê hemû yek kom bin li Bexdayê di gel parastina serbixweyiya her lîsteyekê, emê şandekê pêk bînin bo gotûbêjan li Bexdayê, hevdem namzedê me bo Serokomariyê Celal Talebanî ye“.
Barzanî daxwaz li nûner û serketiyên Xirîstiyanî û aliyên din kir ku bêne nav vê komê û di civînên dahatî yên wan de beşdariyê bikin.
Barzanî axaftinba xwe wiha berdewam kir, “Em li ser pirsên stratejîk, beşdariya aktîv di hikûmeta Bexdayê de, pabend bûn bi makezagonê û garantiya pêwîst bo kurdan yek helwest bûn“.
Ji bal xwe ve jî namzedê Lîsteya Goran Şoreş Hacî ji AKnewsê re da xuyakirin, “Em li ser çend xalan gihîştin tifaqê ku yên herî giring ew e ku cezayên siyasî li Kurdistanê nemînin û wekî koma Kurdistanê li ser awayekî nû ya kar kirinê li hev bên ku dê di 2 rojên dahatî de biryar li ser bê dayîn da ku li Bexdayê wekî komeke Kurdistanî kar bikin û helwesta me hebe“.
Hacî wiha pê de çû, “Ger cezayên siyasî nemînin emê piştevaniya namzedkirina Celal Talebanî bo serokomariyê bikin, em daxwazê dikin ku îdî alîgirên Lîsteya Goran nayên ceza kirin“.
Êvareya roja 26'ê Adarê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encama destpêkî ya hilbijartina Parlamentoyê ragihan ku tê de Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê 43 kursî, Goran 8 kursî, Yekgirtiya Îslamî 4 kursî û Komeleya Îslamî 2 kursî bi dest anîn.
Biryareke girîng e
Kurd di hilbijartinên Iraqê de ji ber ku bi zêde lîsteyê tevlî hilbijartinan bûn hêza xwe ya li parlemena Iraqê û li kerkûkê kêm kirin. Niha lîsteyên Kurd bi yekbûnê dixwazin zirarê vê yekê kêmtir bikin. Yekbûna lîstên kurdan ji bo telafî kirina çewtiyên ku hatine kirin pêngavek baş e. (HAWAR NET.com / Puk media, Aknews, Pna, Ktv, servîsa nûçeyên rojevê)