Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 1 January 2010

Ev û hemû wextê te xweş be birê Nader,
weke ku ez dibînim te hinek guhastin xistine naveroka malpera doxata.com ê û ez nivîsên bi zimanê Kurdî yên ku bi tîpên elfabeya latînî hatine nivîsandin tê de nabînim. Ev jî min xemgîn dike.
Birayê hêja, ji xwe min xemginiya xwe carekê ji te ra gotibû û min di vê nêrîna xwe ya bi navê „bi zimanê Kurdî binivisînin û bixwînin!“ de weha daye xwanê :

„Xuşk û birayên hêja !

Li goriya dîtina min, çewa ola me yeke û em dibêjin “Kurdên resen Êzîdî ne“, wusa jî divê ku di hemû malper û kovarên me Êzîdiyan de, ji yên her Kurdî zêdetir bi zimanê Kurdî biye xwandin û bê nivîsandin. Ji xwe zimanê Kurdî û elfaba Kurdî ji ber deng û hevokên qewlên Êzîdiyatiyê hatine afirandin.

Vêca, eger em bi rastî dixwazin Êzîdiyatiyê nas bikin û dîroka ola Êzîdiyatiyê baş bidine naskirin, divê em zimanê nivîsandina xwe jî weke ya axaftina ku em Êzîdiyên li hemû deverên cîhanê û Kurdîstanê bi devkî ji hevûdinê fahm dikin baş nasbikin û wusa jî em tev bi yek elfabe yeke Kurdî ya bi tîpên latînî, bi nivisînin û bixwînen.

Ji xwe heta em Êzîdî biberheve neçin û em nikaribin rê û rêsmên xwe bi hevre di tifaqeke rast de tomar û saxbikin, dê serê me yê di rêya Êzîdiyatiyê de hêjî nizmtir bive.

Ez ji Xwedê û Tawisî-Melek hêvî dikim ku, em Kurd jî karibin ji vir û pêde di malper, kovar û rojnamên xwe de weke her xelqî bi zimanê xwe û bi yek elfabe yekê binivisînen û bixwînen!*1“

Hêvîdarim ku pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşenbîr, lêkolînvan û ramanvanên me Kurd û Êzdiyan hêjî zahmet bidin xwe û bikaribin ciyê gelek ji van kêmasî û valiyên di nava dîrok, kultur û mîtolojiya me Kurdan de hene bi zanistî dagrin. Da ku em Êzdiyên li nav û derveyî welat de dijîn jî, bikaribin bi xebat û zanîna xwe hîna zêdetir ji civak, armanc û mafên xwe ra xwedî derkevin.

Ez sala 2010 an li tevayiya mirovatiyê û bi taybetî jî li me hemû bawermendên Ezdahîtiyê pîroz dikim.
Hêvîdarim ku wekhevî, aştî û azadiya kesayetiya me û ya tevahiya gel û olan hersal bi xêr û xweşî zêdetir bive !
Silav û hurmet
28.12.09

Çavkanî :

* 1 http://www.yeziden.de/forum2008/index.php?page=Thread&postID=7920&highli...

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.