Em di pêvajoyeke wisa de ne ku rayedarên dewleta Tirkiyê di derbarê meseleya Kurdistanê de daxûyaniyên xwe yên fermî û nefermî zêdetir dikin. Piştî ku di destpêka vê salê de telewîzyoneke bi navê “TRT Şeş“ dest bi weşanê kir, dihête behiskirin ku dewleta Tirk wê di demeke nêzik de hin “rêvekirinên nû“ pêk bihîne. Serokkomarê Tirk di heftiyên derbasbûyî de anîbû ser ziman ku pirsgirêka yekemîn ev e û divê ev derfeta dîrokî nehête wendakirin û her wiha wî gotibû ku di vê derbarê de “wê tiştên baş“ biqewimin, evna hemî jî di vê meyanê de dihêtin şêrovekirin. Serokwezîrê Tirk jî di daxûyaniya xwe ya dawî de got, ku amadeyiyên wan hema hema temam dibin û ew dê di demeke nêzîk de ji raya giştî re eşkere bikin. Di derbarê “rêvekirinên nû“ û li ser “tiştên baş“ yên ku wê biqewimin hîna daxûyaniyeke fermî nehatiye dayîn, li gel vê yekê, behis dihête kirin ku îcazeta vekirina radyo û telewîzyonên Kurdî yên taybet bihête dayîn, beşên Kurdî di hin zanîngehan de bihên vekirin, hin deselatiyên şaredariyan bihên lêzêdekirin û navên cîh û deverên ku ew bi zordariyê ve hatibû guhertin, ji nûve paşve bihête dayîn.
Li gel van qisedanan, hin nûçe jî di rojevê de ne ku di başûrê Kurdistanê de bi serpereştiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê “Konferansa Kurd“ wê bihête sazkirin. Dîsa bi vî aweyî, dihête îdîakirin ku di daxilî agadariya dewleta Tirkiyê de jibo çekberdana PKKê hin gav dihên avêtin. Ya herî dawî jî, dihête diyarkirin ku Abdullah Ocelan wê di heftiyên pêş me de “xerîteyeke rêya çarseriyê“ eşkere bike.
Evan hemî ji niha de bêyî ku detayên xwe vekirî bin, destnîşan dikin, di meseleya Kurdistanê de ku bi salan mehkûmê bêçarseriyê hatiye kirin, niha dewletên herêmî û hin hêzên navnetewî ketine nav tevgerekê. Pêşkeftiyên 20 salên dawî yên di cîhan û Rojhilata Navîn de hatiye jiyandin, nahêle ku statûkoyên kevin yên di Kurdistanê de heman wisa berdewam bin. Berî her tiştî, biryara tekoşîna gelê Kurd ku ew bi dehan sal in jibo azadiya xwe li piya disekine, li gel her hewildanên astengkirinê li başûrê Kurdistanê avabûna dewleteke federal, belê ev faktorên girîng, derfetên israra siyaseta înkarê ya dewleta Tirk hema hema ji ortê rakiriye. Lewra, rê û çavkaniyên enerjî yên stratejîk yên li Kurdistanê di asta navnetewî de girîngiyên xwe zêdetir kirin û li ser vê yekê, di serî de DYA û YA, hin hêzên navnetewî hewil didin ku meseleya Kurdistanê bigîhînin “çareseriyeke“ diyarkirî.
Wek me berê niha jî destnîşankiribû, ku her pêşveçûnên bi khêr ku di rewşa gelê Kurd de rê dide hin bûyerên başiyê, evna hemî jî bidestxistiyên hevpar yên tekoşînê ne. Ev weedên di senaryoyên demên dawî de li gor rewşa mewcût rewşeke pêştir îfade dikin. Lê dihê dîtin ku li gor naverok û berfirehiya xwe ve, ev hewildanan gelek dûr in ji rêya çarseriya adilane û demokratîk ya di meseleya Kurdistanê de. Di mesajên zêdetir ji baskê hikûmetê dihên de bi tenê behsa hin mafên çandî yên bisînorkirî dihête kirin. Hîna seranser naxwezin zimanê Kurdî wek zimanekî zikmakî qebul bikin. Di serde jî, li ser van hewildanan jî ne hindurê hikûmeta Tirkiyê de û ne jî di navbera hikûmet û bûrokrasiya leşkerî de yekdengiyeke saxlem tune.
Ji aliyê din ve, PKK û DTP ku ew di bakûrê Kurdistanê de xwedî destekeke mezin ya girseyî ne, di derbarê daxwezên miletê Kurd û rêgehên çarseriyê de hîna jî serîtevlîheviyekê dijîn. Di daxûyaniyên xwe yên ta îroyîn de, gelek mixabin, zêdetirî bizimankirina daxwezên gelê Kurd, di nav helwesteke wisa de ne ku hewil didin da ew çi tişt naxwezin, vê yekê bêjin. Divê nehête jibîrkirin ku gelê Kurd, ji hemî dezge û saziyên xwe yên siyasî ku alîkariyeke mezin pê dide, ji wan hêvî dike bila ew li gor daxwez û hêviyên vî miletî siyasetekê bişopînin.
Di meha bihûrî de li Amedê bi serpereştiya DTPê ve civînek hat lidarxistin û ji gelek beşên cûda yên civakê kes hatin dawetkirin, ev helwesteke baş û bi kkêr e.
Lê vexwendina kesan di demeke pir kin ya berê civînê de hatibû kirin û kesên hatine vexwendin jibo hazirî û diyarkirina rojevê de nehatibûn daxilkirin, jiber vê yekê jî, wek helwesteke mafdar ev rewş hatibû rexnekirin û her wiha, jixwe jiber van egeran tevlîbûna bo civînê jî ne ew qas xurt bûbû; di vê civînê de biryar hat standin ku bi beşên cûda yên civaka Kurd ve têkeliyên nû bihêtin çêkirin; bi rastî ev helwest jî hêjayê gotinê ye û helwesteke heyînî ye.
Di çerçoweya vê bizavê de ku em wisa difikirin, ev gav bi bandura hêvî û bendemayînên gel hatiye avêtin, di rojên derbasbûyî de bi navê “Kongreya Civaka Demokratîk“ jibo civîneke kargeriyê hin kes û beşên cûda yên civakê hatine vexwendin. Her çi qas, rojeva civînê bi mijarên “Mîsyona KCD û pêkanîna yekîtiya netewî û demokratîk“ “pêvajoya bêpevçûniyê“ û “mafên çandî“ hatibe bisînorkirin jî û armanceke xwe ya wek “xurtkirina xerîteya rêya ku wê di meha Tebaxê de bihê eşkerekirin“ hatibe destnîşankirin jî, ev yek divê mîna zemîneyeke ku Kurd di derbarê meseleya Kurdistanê de bi hevûdu re danûsitandinan dikin, bihête şêrovekirin.
Wek me berê niha diyarkiribû, ku di başûrê welatê me de “Konferansa Kurd“ dihête amadekirin, divê hesasiyet bihê nîşankirin ku bila civînên wisa jibo hemî beşên cûda yên civakê vekirî bin, pêşhaziriyên civînê bi tevayî û baş bihêtin kirin, hewil bihête dayîn ku her kesek û her beşek bikaribin hemî bîr û baweriyên xwe bi serbestiyeke nekêm îfade bikin. Di pêvajoyeke ku ji bilî Kurdan her kesek hin tiştan dibêjin de, wek esasî, nûnerên siyasî yên gelê Kurd di rêgeha çarseriyeke adîlane ya meseleya Kurdistanê de divê projeyên berbiçav amade bikin û zemîneyeke hevpar bihafirînin. Eger hewildanên wisa bi serkeftinî pêk bihên, xwedî desalatbûna gelê Kurd ya di pêşeroja xwe de û wek teref, pejirandina Tekoşîna Rizgariya Kurdistanê ya di asta navnetewî de rê û rêbazên nû wê bihêtin servekirin.
Divê ev yek bi taybetî bihê diyarkirin ku. meselya Kurdistanê ne meseleyek e ku kes yan jî rêxistinên Kurd bi keyfî ew derxistine holê. Di bingeha vê meseleyê de rastiya bi zorê bin nîrkirina miletekî, parçekirin û dagirkirina welatekî heye. Rêxistinên Kurd bi daxweza azadiyê ve derketin holê û ev yek encama vê rastiyê ye. Gelê Kurd, ku ew yek ji gelên qedîm yên Rojhialata navîn e, bi dehan sal in, wek gelên din yên cîhanê, daxweza naskirina mafên netewî û demokratîk yên bingehî dike. Mafê miletê Kurd e jî, ku di welatê xwe de serbest û azad bijî, di derbarê kar û barên xwe û pêşeroja xwe de bi xwe, bi serbestî biryaran bide, çavkaniyên dewlemendiya xwe jibo pêşxistina gel û welatê xwe bi kar bihîne, çanda xwe pêşve bibe. Li dewsa çarserkirina vê daxwezê ya bi rêgeheke adil, aşîtiyane û demokratîk, israrkirina di siyaseta zordarî û tedayiyê de, meseleya Kurdistanê kiriye wek birîneke bixwîn.
Jibo ku gelê Kurd çarseriyeke bi îhtîmalî, bi rewşeke azadiyane tercîh bike, divê şert û mercên adil û demokratîk bihên afirandin. Siyasetên tune û înkarkirinê yên ku ev sed sal in dihên cesibandin, meseleya Kurdistanê kiriye halekî bi çetrefil. Di wê şert û merc de çareseriya meseleya Kurdistanê, pêvajoyeke dirêj û dijwar ya ku di nav xwe de konaxên cûda cûda hene, bar dike. Di her konaxa vê pêvajoyê de, divê her daxwezên siyasî, çandî û aborî yên gelê Kurd bihêtin berçavkirin, saziyên ku jibo daxwezên siyasî, çandî û aborî hewildanan didin, jibo pêvajoyê bihêtin daxilkirin. Lewra, di rewşeke ku Kurd tê de nehête temsîlkirin de, çi biryarekê, jibo gelê Kurd wê xwedî hîç nirxekê nebe.
Jibo çarseriya resen ya meseleya Kurdistanê, berî her tiştî, divê ev gavên han bihên avêtin:
1. Dewleta Tirk, di serî de Peymana Mafên Siyasî û Medenî ya Netewên Yekbûyî û Peymana Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya Netewên Yekbûyî, di hemî peymanên navnetewî yên ku ew tê de teref e, hemî van mafên tanzîmkirî nas bike, li gor wê tev bigere û hemî dijberiyên xwe yên di derbarê mafên gelê Kurd de, ji ortê rabike.
2. Di serî de Destûra 12 Îlonê, hemî mewzûatên hiqûqîyên ku mafên miletê Kurd înkar dike bihêtin guhertin, saziyên antî-demokratîk ji ortê bihêtin rakirin, hebûna miletê Kurd û gelên din û hemî mafên netewî û demokratîk bihêtin naskirin û bi temînatkirin.
3. Hemî astengiyên kanûnî û kiryarî yên ku hîna jî li ber çand, ziman, hûner, mûzîk û wêjeya Kurd de berdewam in, bihêtin rakirin, hemî cezayên siyasî û qedexeyan bihên berhewakirin, jibo sazî û partiyên siyasî, saziyên civakî, çandî û ragîhandinê yên miletê Kurd ku ew jibo daxwezên siyasî, civakî, çandî û aborî dixebitin, mafê karkirina yasayî û rêxistinbûnê bihête naskirin.
4. Li Kurdistanê, desalatiya şaredariyên herêmî bihête berfirehkirin, dawî li tedayiyên siyasî bihê anîn, di cîhên ku Kurd tê de zêdetir in de organên rêvebirî yên herêmî bihêtin avakirin, her wiha sîstemeke siyasî û îdarî bihête sazkirin ku rêvebiriya navendî bikaribe qismeke mezin ji deselatiyên xwe dewrê wan rêvebiriyên herêmî bike.
5. Zimanê Kurd, di serî de wek zimanekî perwerdeyî ya bi zikmakî û her wisa di her beşên jiyanê de bi rengekî serbest bihête bikaranîn, ji seretayan heta zanîngehan di xwendgehên dewletî de wek zimanekî perwerde û zanîngehî bihête destekkirin, jibo vê yekê jî ji bûtçeyê pareke têra xwe bihête terxankirin. Zimanê Kurd di Kurdistanê de divê bibe zimanê fermî.
6. Di serî de perwerdeya seretayî, hemî bernameya perwerdeya dewletî divê ji nûve ji ber çav bihête derbas kirin, hemî bermayînên îdeolojiya fermî û siyaseta asîmîlekar, nijatperest, red û înkarê bi tevayî ji bernameya perwerdeyê bihête avêtin.
7. Rêxistinên terorî û kûjyerî yên girêdayî dewletê, wek Kontrgerîla, JÎTEM bihêtin belavkirin, kiryarên wan bihêtin lêpirsiyarkirin û ji hemî tawanbarên wan hesab bihête pirsîn.
8. Cerdivanî bihête rakirin, koçberên Kurd yên ku di dema şerê qirêj de cîh û warên, gund û qezayên wan hatibûn şewitandin, divê bihêtin vegerandin bo warên xwe, hemî ziyan û zerarên wan bihêtin tazmînkirin.
9. Cîhên wek bajar, qeza û gund û deverên cografîk yên ku navên wan bi sîstematîk hatine guhertin û ew navan niha li ber xeteriyeke wendabûnê de ne, ji nûve bi navên xwe yên orîjînal bihên binakirin.
10. Polîtîkayên talankirina nirxên çandî û dîrokî û ji ortê rakirina mîrasa çandî û dîrokî ya li Kurdistanê ku ew di heman demê de ya mirovayetiyê ye jî, bihêtin bidawîkirin.
11. Mafê gelê Kurd heye ji nirx û dewlemendiyên xwezayî yên di herêmên xwe de îstfade bigre û li ser van de xwedî soz û biryarê bibe, divê ev maf jê re bihête naskirin.
22.07.2009
Partiya Rizgarîya Kurdistan
PRK-rizgarî
Kürdistan meselesinin çözümünde atılması gerekli ön adımlar