Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 3 April 2009

PIRSGIRÊKÊN NETEWÎ Û CIVAKÎ

Lokman Polat

Sed sale ku pirsgirêkên kurdan yên netewî, demokratîk û sosyal civakî nayêne çareserkirin. Welatê kurdan du car hate perçekirin û kurd ji mafên xwe yên reva anku ji mafên netewî û demokratîk bêpar man. Bi pirsgirêkên netewî û demokratîk ve girêdayî pirsgirêkên sosyal civakî hene. Ev bîst salên dawîn ku li bakurê Kurdistanê li hemberê gelê kurd şerekî qirêj ji alî dewleta dagirker a tirk ve tê pêkanîn, bi xwe re pirsgirêkên nû anî.

Ji alî dewletê ve cerdewaniya gundan hate damezrandin û gundiyên kurd bûn dijê hevûdu. Gundiyên ku bûn cerdewan û yên ku nebûn bi çavên dijminahiyê lihevûdu nêriyan. Cerdewanên gundan yên ku çekên dewletê hilgirtin netenê li dijê çekdarên kurd yên çiyan herweha li dijê gundiyên reben yên ku li şeref, hesyet û rûmeta xwe xwedî derketin û nebûn cerdewan jî gelek xirabî kirin. Cerdewanan keçên gundiyan bi zorê revandin û tecawizê wan kirin, gundiyên welatperwer kuştin û zixt dan ser gundiyan ku ji gundên xwe bar bikin biçin bibine koçber.

Hêzên dewleta dagirker li riyan, li derûdura gundan mayin raxistin. Gelek zarokên gundiyan pêl li mayinan kirin û hatine kuştin. Gundiyên ku koçê bajaran kirin, di rewşeke xirab de bi feqîrî û belengazî dijîn. Betalî û bêkarî di nav civaka kurd de her diçe zêde dibe. Hinek malbatên kurd di sînorê birçîbûniyê de dijîn.

Li bajarên kurdan fuhuş bi destê hêzên tarî û zilamên dewletê tê geş kirin, herdiçe hejmara jinên ku laşê xwe difroşin zêde dibe. Zilamên dewletê û hinek polîs û serbaz hem ji bo menfeeta xwe ya şexsî a pere qezençkirinê û hem jî ji bo ku di bajarên kurdan de di nav civaka kurd de bêexlaqî û dejenerasyona sosyal civakî pêk bînin van karên qirêj dikin.Ew, ciwanên kurd fêrê kişandina eroîn û esrarê dikin û hebên extasî û cure cure hebên – tabletên - serxweşiyê difroşine didine ciwanên kurd.

Lewre jî divê siyasetmedarên kurd û hêzên siyasî, partî û rêxistinên kurd di çerçeva doza netewa kurd de, bi pirsgirêka netewî û demokratîk ve girêdayî, pirsgirêka civakî jî bînin zimên. Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê herçiqas wek defacto kurdî serbestbe jî, bi fermî anku li gor zagonên dewleta tirk kurdî serbest nîn e. Hebûna kurdan weke fermî bi şêweya zagonî li Tirkiyê nehatiye qebûlkirin.

Pirsgirêkên sosyal civakî pêl daye û her diçe mezin dibe, berfireh dibe. Mesela koçberiya kurdan, hebûna cerdewanên gundan, mayin raxistina li erd û zeviyên kurdan, li bajarên kurdan pirbûna fuhuşê, bêkarî, betalî, xwekuştina keç û jinan û herweha gelek tiştên din ku bi encama şerê qirêj derketiye holê hene. Çareseriya van pirsgirêkan bi çareseriya pirsa netewî û demokratîk a kurdan ve girêdayiye.

Dema min vê nivîsê – gotarê – dinivîsand di masmediya tirk û kurdan de minaqeşeya çekdanîna PKK dihat kirin. Encama şerê çekdarî de PKKê çi bi dest xistiye? Pirsgirêka netewî, demokratîk û civakî anku doza netewa kurd bi şêweyeke demokratîk hel bûye, pirsgirêk hatine çareserkirin? Xwestina pêkanîna çarenûsiya netewa kurd yan jî daxwaza federasyonê li cihek bihêlin, ka “demokratîk ozerklik – Otonomiya demokratîk“ ya ku PKK di programa xwe ya nû de diparêze, hatiye pêkanîn ku PKK dev ji çekan berde. Ji hêla fermî de ji alî zagonên dewleta tirk ve tu tişteke kurdan nehatiye qebûlkirin û lewre jî pêwîstiya çekberdana PKKê nake.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.