Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 15 January 2009

[i]Tebîniya MUZEXANEYA KURDÎ LI STOCKHOLMÊ:[/i]
[b] [size=x-large][color=#990000]BERHEMÊN KEVNARE YÊN KURDÎ LI BER TALANÊ NE[/color][/size] [/b]

[center]
[img]http://www.saradistribution.com/foto2/findan_silemani222.jpg[/img][/cen…]

Ji vê heyamek berê me bi riya dezgeha medyayî ya kurdî, bi riya Zarathustra News'ê li ser hilberîna (produksiyon, întac) hunera destî ya kurdî, ya ku li ber windabûnê ye, agehiyek kurt li nav medya kurdî belav kir.

Vê carê jî em dixwazin li ser xetera bi yekcarî windabûna berhemên kevnare (antîk) yên kurdî yên li ber talanê, panoramayek medyayî ya danasînê amade bikin, da ku bala sazî û dezgehên kurdî bikişînin ser vî gelş û pirsa millî jî.

Van 11 berhemên kurdî ku wêneyên wan li jêrê ne, li Tirkiyê ji hêla fîrmayên antîkfiroş hatibûn kirîn û firotin. Herî dawî dîsan hatibûn welatê xwe û li Amedê, roja 5.12.2008'ê ku yek ji roja firotina berhemên kevnare ya bi riya muzayedê bû. Gava çavê me nûnerên SAZENDEYA PIRTÛKXANE & MUZEXANEYA KURDÎ ya li STOCKHOLMÊ bi van berheman ket, me yekser li çavkaniya wan temaşe kir. Me dît ku di nav perçeyên ku ew roj ji bo firotinê hatibûn raxistin û berpêşkirin, bi kêmanî 11 berhemên ku cihderka wan welatê Kurdistan bû, derket holê. Bihayê van her yek ne li biniya hezar dolaran bû.

Em belavkirina van wêneyan tevlî van agehiyan, ji xwe re wek erkek kurdewarî ya ji erkên SAZENDEYA PIRTÛKXANE & MUZEXANEYA KURDÎ dibînin û temamî kurdan ji bo şopandin û xwedîderketina van berhemên millî dixwazin hişyar bikin.

[i]Têkilî: [/i]
FOUNDATION FOR KURDISH LIBRARY & MUSEUM
www.kurdishlibrarymuseum.org, +46 70 791 36 06

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.