Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 29 September 2008

Lehiyeka resh ji mirovan,berovajiya ava cheman, ku herdem ji bakur bi ser bashûr ve dikishya,rêya xwe ji bashûr bi ser bakur ve dîtibû û her pêl dida,bêyi ku guh bide helwesta asimanê jorîn û yê li ser asîmanê jorîn,ku mîna qerf û tinazên xwe bike geh ruyê tavê pêshdikir û geh jî ewrên resh bi ser hev ve dikir û tava zer û zêrîn di nav wan de bi chikûsî vedishart.

Bi nêrîneka xerîb û ji dûr,dîmenên shadimaniya cejneka netewî yan jî rêwîtiya berbi perestgeheka olî dikarîbû di hish û mejiyê merivande bimeya,heger mirov li ser xeteriya hilkishîn û mesha di van chiya û geliyan de nizanîba.Lê belê,realiteyê xeyal di cîh de pûch dikir û ji dîrokê re yek ji tahltirîn û sexttirîn chîrokeka mirovahiyê dihûna.

Chiyêyên serberz û bi heybet,ku bixwebawer li ser newal û geliyên kûr bilind dibûn,bi bêdengî û bi bêpêjnî temasheya mirovan dikir.Lat û zinarên dijwar,asê,bi saw û wek marekî lal,wek kû pêrgî dujmunan bibûn,xwe dikirin asteng û rê li wan teng dikirin.Ava cheman ,ku wek rehên di lashê zindî û ruhberan de,geh li hev digeriyan û geh ji hev vedibûn,zehmeteka bê hempa dida wan.Xushexusha van avan û kefên wê yên ji rengê berfê li ser pêl dibûn,berovajiya carên berê,ku dibûn ciyê eshqê ji awiran re,vê carê wek ku gef li wan dixwarin.Serma zozanan rê nedida ku ew zêde bêhna xwe vedin.Lê ji hemuyan xetertir û xerabtir,mînên ku wek dujmunên veshartî di jêr erdê de bûn û li ser dijwarî,serma, westan,fikir û mitalan,tirs dixiste dilên wan.Taqata mirovî nîv bi nîv dibû û qidûm dishkestin ,chok sist dibûn û zirav li mirov diqetandin!

Xezeb bû,ku bi ser van mirovan ve bariyabû û ji tirsa wê xezebê bû,ku tevî serma,bêtaqatî,tirs û bêhêvîtiyê,bêwariyê,dîsa jî van mirovan xwe dabûn bi ser chiyan û riya vegerê di hishê xwe de xerakiribûn,li gel ku wan dizanîbûn bê welat û birayên wan yên li pishta wan chiya û geliyan li jêr destên dujmunekî din de bûn.

Dîrokê nivê adara sala 1988 an bi hishkî,bi tahlî û bi sextî dinivîsî.Newroza ku li wî welatî mizgîniya xêrê,xweshiyê û saleka nuh bû,bêyî ku ruyê xwe yê bihara rengîn û zengîn pêsh bike,di nav lepên dîrokê de derbasdibû û dibûhurî.

Lehiya mirovan ,ku xezebeka ne insanî jêre bibû jêder,ne li temen,ne li zayende,ne li reng û ne jî li dengê mirovan pirsî bû û wek gerdelûlekê ew dabûn ber xwe.Ji bo zarokên hîn li ber shîr bûn û ji xeynî hembêza dê û bavên xwe hîch tishtekî din qebûl nedikirin yan jî bo zarokên kû hîn temenên wan li jêr 6-7 salî bûn,dibe kû ev reva ji ber xezebê wek gereyanekê ba,heger ew tevî dê yan jî bav,bira,xwushkên xwe pêrgî mînekê nehatana,yan ji serma req nebana,yan ji nêza û birchîna,ji tîna nemrana!

Dibe kû dayikên ciwan,bi hest û hîsên ku tenê xas ji wan re,taqata lash û bedenên xwe bi du caran ,sê caran li xwe zêde bikrana,heger ew li chav mirin û birîndariya zaroyên xwe neketana.Heye kû zaroyên hîn nebibûn deh salî,bêyî ku bi barên erzaqên li pishtên xwe biêshîn û pêbihesin,riya vê jiyana neheq qutbikirana,heger kû wan bi chavên xwe mirina sar nedîtana.Heye kû mirovan bêhtir bi bawerî ji xwedayê jorîn dua û niyaz bikirana, heger wî rehma xwe qet neba di shêla asîman de xwiya bikira.

Hêvî li aliyê din yê chiyê mabû.

dumahik dikare hebe!

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.