Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 24 July 2008

[img]http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/pic/logo.jpg[/img]

[b]Daxuyaniya PDK Îranê Derheq Gefxwarinên Vê Dawiyê Ên Murad Karayilan, Endamê Serokatiya PKK'ê[/b]

[color=#FF0000]Hevwelatiyên hêja!

Xelkê azadîxwaz yê Kurdistanê![/color]

Piştî ew liv û tevgera berfireh a nerazîbûnê ku bi henceta 19'hemîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo di 22'ê Pûşpera îsal (12.07.2008)de û li ser bangewaza PDK Îranê ji aliyê civatên xelkê Kurdistanê ve hate lidarxistin, rejîm û dem û dezgehên serkutker ên wê di heman demê de ku ji yekîtî û yekdengiya xelkê û vê tevgera bêmînak gêj û hêr mabûn, dest dan pîlangeran li dijî xelkê û ji aliyekê bi şopandin, girtin û îşkencekirina keç û xortên gelê Kurd bi awayên cur bi cur tundtir û berfirehtir kir û ji aliyê din ve jî li dijî PDK Îranê ketin pîlangêrandinê. Ewana hemû ji Komara Îslamî a Îranê dihatin çavnihêrîkirin, lê ewa di vê derbarê de ecêb û balkêş bû, hevpeyvîna ji nişkê ve ya Murad Karayilan, endamê serokatiya PKK'ê tevî televîzyona “NEWROZ“ Tayê kanala ragihandina PKK'ê di bervara 17.07.2008'an de bû ku ji rêya wê televîzyonê ve hate weşandin.

Awa û dema hevpeyvîna han, ew gumane ji temaşavanan re pêk dianî ku neke PKK jî weke Komara Îslamî ji wê liv û tevgera hevgirtiyane a xelkê hêrs, tûre û nerazî be û di vê derbarê de tevî Komara Îslamî a Îranê hevterîb be, nemaze ku helwêstên bi vî awayî ên PKK'ê li dijî hevgirtin û yekîtiya gelê Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de di serhildana 3'ê Reşemeya 1377(1998)'an de jî hatibû dîtin.

Ji tev aliyekê re eşkere ye ku PKK bi her destkevteke Kurdan nerehet û xemnak e, heke di bin rêberî û hejmoniya xwe de nebe, lê hewce ye ew partiye bizanibe dema gefxwarin, tilî raweşandin û çavzilkirin ji vî û wê derbaz bûye, bi taybet partiya xweştevî û berdilê gelê Kurd, Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê.

Di wê derbarê de, em weke PDK Îranê ji serokatiya PKK'ê re radigihînin ku PDK Îranê ji buxtan û tometlêdan û kifşkirina hinek liv û hereketên PKK'ê û ta û beşên wê bi tu awayî pêşgav nebûye û hewl û cehda xwe daye ku komplo û pîlanên dijminan bona li hember hevragirtina hêzên Kurdî serkevtî nebe, lê heke PKK di vê derheqê de bixwaze van liv û tevgerên ne dostane ên xwe ku bi dirêjahiya salên borî derheq hemû hêzên siyasî ên tev parçeyên Kurdistanê girtiye pêşberî xwe, bidomîne, dê PDKÎ neçar bimîne bersiv û rohnkirina xelkê derbarê liv û tevger û siyasetên PKK'ê û ta û şaxeyên wê bide.

Em hêvîdar in û xweziya me ye ku PKK ji bo carekê jî bûye, bîr li alîkarî û dostînî bi hêzên

Kurdistanî re bike û zimanê gefxwarinên wê rû li hikûmetên zal û desthilatdar bi ser Kurdistanê de be.

[b]Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê[/b]
[i]Sekretariyet[/i]
23.07.2008
02.05.1387

[i]KurdistanMedia:[/i]
http://kurdistanmedia.com/kurmanci/belge/file/102.php

http://www.serbesti.net/showentry.php?sNo=711

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.