KURD DI RIYA SERKEFTINÊ DE NE, YAN BINKEFTINÊ DE?
Lawê Mencê çû qezencê, dibêje biwêjek kurdî. Lê belê lawê Mencê ji binî winda kiriye, tam bi bin ketiye, qûş lê qetiyaye, mala wî xirab bûye, wî hîna hay jê nîn e. E^w hîna dibêje qey wî qezenc kiriye.
Mencê navek kurdî yê pêtî û resen e. Navê keçan e. Piranî kurdên filleh û cihû vê navê li zaruyên xwe yê keçîn dikin. Kurdê misilman hîna jî dev ji Eyşê û Fatê ne berdane.
Lê belê lawê Mencê kêmjîr e. Diçe kifrît dikire bi 10 quruşî û 5 quruş jî wek diyarî (îkramiye) dike nav her kifrîtekî dîsan liba kifrîtê bi 15 quruşan difiroşe. Ew dibêje qey ew di qezencê de ye. Ni zane ev ne çi kar û qezenc e. Ev windakirin e. Lê wî hay jê nîn e.
Siyaseta PKK'ê jî hîn ji kar û tevgera pereqezenckirina lawê Mencê jî xiraptir e. Lawê Mencê agir bi mala xwe dixe, lê PKK bi destê Oce agir bi mala tev milletê kurd dixe, pêşeroja wan îpotek dike, bi kurdan tam dide windakirinê.
Ji gê hew serê gê maye. Laş û gewde tev bi avê de çû li nav van 30 salên dawiyê cirgî Evdo Oce derketiye meydanê. Salek din ew serî jî ji nav dest diçe, wê gavê hûn ê fam bikin, lê hingê jî çi kelk û fêde na ke!
MUSTEFA RUHAYÎ
KURD DI RIYA SERKEFTINÊ DE NE, YAN BINKEFTINÊ DE?