Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 26 June 2008

Dema we xweş,

Ev demek dur û dirêj bu...
Demek ji deman, dema qirimcî li mêrga pale, rêwî li rê ya bun.
Avên nawalan bi xwîsîn, dengê tifingan li zinara bi qîjin bun.
Gulêyên dibarîyan wek teyrok, di ser me de digirt, diweşand.
Hawar, bê bersiv dima...
Xemgînî diket para min û te.
Gelo me çima serê xwe her tim da ber şûr u mertalan?
Me çima li xwe zulm û tade giran kir...
Me çima dijmin ji bercavan dur xist, di tengasîya evînê de.
Me çima di hembiza germ de derguşa hurik, hezkirina delal da wenda kirin.
Em çima bi hev ketin wek gurê har, me çima welatê xwe da xeyidandin.
Çima ziman çu ma mêjo yê neyar.
Derd û kul xem û eş bu dengê pîrik û kalan.
Hawar...!!
Ketime bextê te.
Ey hawar...!
Zozan dinalin...
Ey Hawar...!
Çima xort tên kuştin ji bo berjewendîya kesayetî yê û dijîyatî yê?
Çima bar giran dibe qudim ra nagre?
Çima ey hawar...!
Kurd yekîtîya xwe li ser singê netewê nikare dagr e?
Mirina bê pere, gazina be bersiv de şîn jî gran dibe,
Axaftina vala de dem derbaz dibe, tarîya evarê de tifaq li ber ningê min û te dikeve...
Hêvîya min û te bu demen xortanîyê de, çiya yê bilind û bi bext de.
Nuha wê jî bêbextîya mezin kirî ye ber singê xwe...şara reş girêdaye.
Ey Hawar...!
Dinalim ji nezanî ye...
Dinalim ji xêzanî ye...
Dinalim ji listikên beredayî û ji xofa puçre...
Dinalim ji berdestê piştgirtîyên Tirkan re...
Dinalim kur û kur ji xezeb û afata ku li me qewimî ye....
Dinalim Ey hawar...!!
Li ber ava Muradê, li ber sura Amede'de..
Li ber Gola Wanê edî quling nafirin,
Di pişta Qerecedaxê de xezal narevin edi ,baznadin li ser kevirên ku bingehî nin.
Hemu wenda, tar û mar, tawanbar ji destê xernedî, zarokê doh Evdillah...
Ey hawar...!!
Dem ji deman, dem wenda...
Demên ku qîzên azeb bi rê diketin dicun zozanan
Xezeba Ebdillah ket bîra min, zilm û zora tirka ket para min Ey HAWAR...!!!

نەناسراو (not verified)

Fri, 2008-06-27 21:39

Berwarto can! Ez herdû çavên te radimîsim û hemû dilovanîya dilê xwe wek tacegulek ji bo Kurdîya te ya şîrîn û delal pêşkêş dikem. Ew zimanê te yê delal ji ku hat û gehîşt ku!? Tu her bijî! Tu nimûneyekî gelek hêja yî ji bo wan Kurdên, ku dixwezin zimanê xwe fêr bibin. Bila zengilên guhên HEK jî bijengin!!!!! Silav û rêzên KURDANE

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.