Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 31 May 2008

HEVPEYMANÎYA KURDISTANÎ: HEGER JI BO DABEŞKIRINA KURSÎYÊN ENCÛMENA KERKÛKÊ BEHANE HEBIN, JI BO BAXDADÊ, MÛSILÊ Û DÎYALA JÎ BEHANEYÊN ME HENE
PNA – Lîsta hevpeymanîya kurdistanî pirsa dabeşkirina kursîyên encûmena parêzgeha kerkûkê bi dijwarî ret kir û ragihand, ku ew bi hemû awayekî li dijî ramana dabeşkirina kursîyên encûmena kerkûkê ne. Belê heger evaya behaneyek be, ew jî ji bo dabeşkirina kursîyên encûmenên Baxdadê, Mûsilê û Dîyala xwedî behane ne. Ev dabeşkirina han weha ye, ku dê heryek ji Kurd, Ereb û Turkmanên kerkûkê 01/03 yên kursîyan ji wan re bin û kursîyên mayî jî, dê ji bo neteweyên dinên kerkûkê bin.

Endamê encûmena nûnerên Iraqê yê ji lîsta hevpeymanîya kurdistanî Hakim Ehmed Enwer ji ajansa PNA re ragihand, ku çend parliyamentarên Turkman muhr kom kirine, ji bo ku ev ramana dabeşkirina kursîyên encûmena kerkûkê bi rêjeya 01/03 ji hersê neteweyan re – Kurd, Ereb û Turkman – pêk bihê. Ango her neteweyek 01/03 ji ewan kursîyan jê re be.

Hakim Ehmed Enwer got: ew dibêjin ku dê bi evî awayî neteweyên kerkûkê paraztî bin û mafên wan misoger bin.. heger weha be, ev behaneya han ji me re jî li parêzgehên Baxdadê, Mûsilê û Dîyala heye, ji ber ku neteweyên cuda li ewan parêzgehan jî hene.

Hakim Ehmed Enwer weha jî got: lîsta hevpeymanîya kurdistanî li dijî evê ramanê ye, çimku encûmena parêzgehê wek parliyamenteka biçûk e û xelk dengên xwe pêşkêşî wê dikin.. nabe ew kursîyana bihên dabeşkirin û heger karekî weha bihê kirin, dê karekî li dijî destûra Iraqê bi xwe be.. em jî nahêlin ev ramana han bikeve dengdanê de.. heger ev ramana han bikeve dengdanê jî de, em dê xwe ji ewê rûniştinê vebikişînin.. ji bilî evê yekê, rêyeka me ya din jî heye û ew jî dadgeha federal e.. ewên ku ev ramana han jî pêşinyar kirine, dixwazin ku kerkûkê nekeve nav herêma kurdistanê de û maddeya 140 jî bi cih nehê.

Anonymous (not verified)

Sat, 2008-05-31 09:50

PNA - Parliyamentarê Iraqê Muhsin Se`dûn ê ser bi lîsta hevpeymanîya kurdistanî ve ragihand, ku çê nabe ji evê demê bêtir pirsa kerkûkê weha hilawîstî (li hewa) bimîne û ev rewşa han nahê pejirandin. Muhsin Se`dûn got: nakokîyên navbera hêzên siyasî di bareya pirsa kerkûkê de bûne egerê li paşxistina gelek qanûnan.. em daxwazê ji NY jî dikin, ku zû pêşinyara xwe ya di evê bareyê de pêşkêş bike. Muhsin Se`dûn tekez jî kir, ku divê NY di evê bareyê de rola xwe bibîne û evê pirsê di berjewendîya hemû alîyan de çareser bike. Muhsin Se`dûn got: partîyên kurdan naxwazin ku dest bi ser bajêrê kerkûkê de bigirin û hemû pêkhatên evî bajêrî beşdar û hevparên rêvebirina evî bajêrî ne.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.