Kurd û hunera Şanoyê
(Beşa 3 û dawî)
Di du beşên pêşîn yên vê gotarê de me basa hîmên çêkera Şanoyê kir, herweha me ronahî xiste ser çawaniya hatine rojeva navê Şanoyê di nava civaka Kurdî de. Di beşên pêşîn yên vê gotarê de ji me re eyan bû ku heger Kurd afirînerê hunera Şanoyê nebin jî, her nebe yek ji wan gelên hîmdar yê wê hunerê ne, lê tundbûna deshilat û derfetên siyasî bûye sedema vê çendê ku hinek gelên din ji vê hunerê xwedî derkevin û navê Kurdan ku hêjayî xwedîtiya vê hunerê ye li ser wê nemîne.
Di vê beşa gotarê de em dê li ser çawaniya hetne rojeva Şanoya nûjen bo Îran û Rojhilata Kurdistanê bisekinin, ku di vê çendê de jî Kurd her pêşeng û rêveker in.
Di destpêka sedsala 20’an de (li sala 1930)’an Mîr Seyfedîn Kirmanşan ku li Tiflîsa Qefqaziyayê xwandina xwe bidawî anî bû, wergeryabû Îranê û di Kirmaşanê, Tewrêzê û Tehranê de Şanoya nûjen çêkir. Ew yekemîn kes bû ku Şanoya nûjen anî Îranê, herwiha yekemîn kes jî bû ku di Îranê de dêkor çêkir û Aksêsvar bi kar anî.
Yekem karê Mîr Seyfedîn Leyla û Mecnûn û Xusro û şîrîn bû. Wî di heyamê 5 salan de çend Şano yên bi navên: Istidyoy Kirmaşan, Yûsif û Zuleyxa, Meşedî Îbad, Ezîz û Ezîzê û yek du Şanoyên din yên xiyevanî saz kirin. Mixabin carekî din ev seha şovînîstî a dezgeha serdest nema ku wan pêşkevtinan bibînin û Mîr Seyfedîn neçar kirin ku yan dest ji şanoyê bikêşe yan jî ji Îranê! Lê Mîrê hunermend nekarî wan şertan bipejirîne û di dawiyê de destê wî ji jiyanê berbû û çû ber dilovaniya xwe.
Piştî Mîr Seyfedîn, Mîrza Teqîxanê Raber koma şanoya Eramene pêk anî. Ev tîpe bi hilkevta avabûna yekemîn xwendingeha Kirmanşanê a bi navê Kezazî şanoyek pêşkêş kir. Piştre Xulamriza Parsa berpirsyariya tîpê digire stûyê xwe û çend şanoyên din ên bi navên: Napêlon Bi Naçarî, Tacirê Vênîzî, Nexweşî Xeyal û hwd… cuda ji raberî kirina çend şanonameyan, rêzdar Xulamriza Parsa şanaziyekî din jê kire nisîbê xwe, ev jî eva bû ku wekî yekemîn hunermendê Îranî, jin jî anîne nava karê hunerî de û di şanoyê de pişikdar kirin.
Di sala 1947’an de Simayîl şakirî ku endamê Eramene bû bi xwe komeke şanoyê ava kir ku Cewadê Gîtîara ji wan re şanoname dinivîsandin û xatûna Fexrî Asûrî ku yek ji kesayetiyên naskirî yê sînemaya Îranê yê wî çaxî û yek ji lîstvanên wê girûpê bû. Ew niha bi Fexrî Xurûş tê nasîn.
Yekem şanoya ku bi zimanê Kurdî di Îarnê de hate pêkêş kirin, şanoya bi navê \"Daykî Nîştiman\" bû ku di sala 1944-1945’an de heyamê 40 rojan hate pêşkêş kirin ku zêdetir ji 20000 kesan temaşevan hebûn, herwiha di serdemê Komara Kurdistanê û di bin siya Hikûmeta Kurdî li bajarê Mehabadê hate lidarxistin.
Hetanî niha jî kesayetiyên herî bi nav û deng yên şanoya Îranê Kurd in. Bo mînak ji wan kesayetiyan birêz Dr. Qutbedîn Sadiqî û Bêhroz Xerîbpûr ku zêdetir di warê şanoya zarokan de dixebitin. Nav û dengê wan kesayetiyên navdar li Îranê bigire hetaî Asiyayê de jî deng vedaye. şanoyên Bûke şûşe, Sîber û Gerok ji şakarên wan navdaran in.
Di warê şano û karê şanogeriyê de bajarên Kurdan ji çalaktirîn bajarn tên hesibandin ku di tev festîval û pêşbirkeyan de şûnpenceyên wan tên xuya kirin, ji wan bajaran mirov dikare ji Kirmaşan, Seqiz, Sine û Merîvanê wekî pêşengê vê hunerê nav bibe.
Di dawiyê de dixwazim carek din tekezê li ser vê çendê bikim ku sedema paşdeman û xuya nebûna me di astê navneteweyî de tenê û tenê nebûna deshilateke siyasî û hikûmeta Kurdî ye ku em hêvîxwaz in di pêşerojeke nêzîk de bibin xwediyê vê deshilatê û ev qêrîn û hewarên ku heta niha di qirka me de hatine xendiqandin, di şeklê şanoyê de cihê xwe bigirin û bi cîhaniyan bidin nasandin. Herwiha şanoyê bikin bi yek ji fakterên nasandin û selimandina nasnameya neteweyî û dîrokî ya xwe.
Ji Rojnama Agirî