Rojnameya Waşington Posta Emerîka bilav kir ku, sê firrokeyên tejî çekên sivik û giran li ji Bulgarîstan bo firokexaneya bajêrê Silêmaniyê danîne-birine. Holê jî got ku, ev çekên hene ji elatê Bulgariya hatine û ji bo hêzên pêşmerga ne. Berdevkê fermî bi navê hêzên pêşmergeyên kurdistanê Cebar Yawer jî vegerand û got ku, ev nûçeya heye ji binî dee ne rast û d
erewe.
Cebar Yawer holê jî da xuyakirin ku, ti firoke bêyî razîbûna hêzên firehnijad û Emerîka, nikarin derbasî biwarê asmaniyê Iraqê bibin û asmanê herêma kurdistanê jî pê ve girêdayî ye. Holê jî da zanîn ku, herdem û bi berdewamî tîmeka hêzên firehnijad li firokexaneya bajêrê Silêmanîyê amadeye.
Cebar Yawer berdewamkir û da nîşandan ku, heta ev firokeyên hene bikevin nava asmanê herêma kurdistanê de jî, divê di ser çend welatan re derbas bibin û pêdiviye ku razîbûna ewan welatan bi xwe jî hebe, jiber ku ew di nava asmanên wan re derbas bibin.
Di beşekî diyê diyarkirina xwe de Cebar Yawer got: Çekên Bulgarî bi xwe jî kevnin û bi kêrî karê pêşmerge nayên. Pêşmerge pêdiviyê çekên nûye û çek û teqemenî li nik pêşmerge gelek in. Çek û teqemenîyên pir kevin di dema rejîma berê herifî de, di destên pêşmergeyande heye.
Di derbarê kirîn, an muhrkirina bondên çekan de jî Cebar Yawer got: „Heta niho herêma kurdistanê bi tiştekî weha nerabûye û ti bondên weha bi ti kompanya, yan jî dewletekê re muhr nekiriye. Heta niho ne xuya ye ka pêşmerge pêdiviyê çi corên çekan heye. Pêdiviye ji pêşmerge re çekên rojhilatî yan rojavayî bihên kirîn? Hêzên pêşmerge jî beşekî sistema bergiriya Iraqê ne û çi çek bi supayê Iraqê re bin, dê her ew di destên hêzên pêşmerge jî de bin.“ got.
Îsmaîl Girikî
NÛÇEYA ROJNAMEYA WAŞINGTON POST NE RASTE