Helbet meriv ditirse, ji alîyekî ve dewleteke 5000 gund şewitandî, 5milyon Kurd ji cîhûwar kirî, ji alîyekî ve dîktatorîyeke ku bi devê xwe dibêje ku 15000 şervanên xwe kuştine. Helbet ez ditirsim.
Her weha ez ditrisim biçim bajarekî Tirk jî li meydanê bibêjim ku komûtanên wan celad in, jenosîd kirine, komplo çêkirine, kirine û kirine. Helbet ez ditirsim. Lê ma tirsa min wan paqij dike gelo? Xwîna sor î Kurdî ya li destê wan dişo?
Tiştekî min li dijî te tuneye, te gotiye, Ez Kurd im, li ser çavan. Lê ku tu yê tiştekî biparêzî bi metodeke serast biparêze ku jê bê bawerkirin.
Silab û rêz
Mancel
Helbet ditirsim..