Skip to main content

Komela HEVKAR li Almanya/ Em HEVKAR him di nav grûbên Kurdan de û him jî di çareserkirina nakukên di nav grûban de li hember hev, bi her hawayî li di jî bikaranîna şîddetê ne. Di têkoşîna îdeolojîk û polîtîk de divê her grûb bi grûb û bi kes û komên derveyî xwe re guftugo, tahammul û tloransê esas bigrin û wê bixin rojava xwe ya siyasetê. Em wek Komela HEVKAR- li Almanya "Tehdîtên li hember welatparezên kurd û li hember bîrêz Ibrahîm Guclu bi tundî şermezardikin " Em HEVKAR him di nav grûbên Kurdan de û him jî di çareserkirina nakukên di nav grûban de li hember hev, bi her hawayî li di jî bikaranîna şîddetê ne. Di têkoşîna îdeolojîk û polîtîk de divê her grûb bi grûb û bi kes û komên derveyî xwe re guftugo, tahammul û tloransê esas bigrin û wê bixin rojava xwe ya siyasetê. Berî çendeyekê me nivîsek li ser siyasetmedarê kurd naskirî Îbrahîm Guclu, di malpera Hêzên Parastina Gel (HPG) de xwend. Ev Nivîsa ku em bahs dikin, ya bi îmzaya Aram Masîs e ku siyasetmedarê kurd, Îbrahîm Guçlu (yê ku ev nîv qirn e di rêzên pêşî ên têkoşîna gelê kurd de tê naskirin) beyî ku tu delîl û belgeyan bide bi ajantiya dewleta kûr îtham dike û wî ji hin “ciwanên welatparêz“ re dike hedef da ew wî “bêdeng bikin“. Ev nivîs rê vedike ku dijminê kurdan, JITEM, dewleta kûr wê bikarbîne, bi navê we sivîlan, siyasiyan bikuje, teroreka kor di nav kurdan de berpa bike Tu carî nayê qebûlkirin û diviya ji bal HPG jî nehata qebûlkirin ku naskirî yan ne naskirî, aktîf yan neaktîf, rast yan şaş çi dibe bila bibe kesekî sivîl ji bo “bêdengkirinê“ wek hedef bê nîşandan. Em carek din du barê dikin divê her grûb bi kes û komên derveyî xwe re guftugo, tahammul û tloransê esas bigrin û zimanê tehdîtan li hemberî hev pêk nêynin. Komela HEVKAR li Almanya Serokê gîştî – M. Ali Yildirim

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.