[center][i]Di 25 saliya Enfalê de Şanoya wê derket:[/i]
[b]DÎROKA RÛREŞ[/b][/center]
[center][img]http://img377.imageshack.us/img377/1379/enfaldirokaruresmc0.jpg[/img][/…]
Enfal, hêstirên dayikan e. Nîşana hovîtiya neyarên kurdan e. Kilamek e ku dest pê kiriye û êşa wê di peyvên kilamê de berdewam dike. Êşa Enfalê di kilamê de tê zimên û dirêjî neslên nû dibe.
Enfal û çîroka Enfalê nehatiye nivîsîn. Çend çîrok, lêkolîn, fîlm nikarin hêstirên dayikan bînine zimên. Divê piralî bê nivîsîn û qalkirin.
Nivîskar [b]Bûbê Eser[/b] ji bo ronîkirina dîroka Enfalê xebatek hêja daye pêşiya xwe. Demek dirêj li Herêma Kurdistanê ma û bi gelek malbatan re rûnişt. Bi wan re li ser tevkujiya kurdan rawestiyan. Bûbê Eser li ser pirsê piralî zaniyarî berhev kir.
Di 25 saliya barzaniyên enfalkirî de (31.07.1983) Şanoya wê derket. Nivisevan Bûbê bi şanoya wî ya bi navê [b]DÎROKA RÛREŞ[/b] beşek ji rûpelên Enfalê ronî dike. [b]Weşanên Sara'yê[/b] de li Swêdê xwe der ber barê weşandina şanoyê. Bûbê eser piştî vê xebata hêja, niha jî li ser romana Enfalê dixebite. BARZAN DIGIRÎ jî di nêz de dê bighêje ber destên xwendevanan.
Şanoya Dîroka Rûreş dikare ji Weşanxaneya Sara'yê bê xwestin: Sara bokförlag, [b]info@saradistribution[/b].com navnîşana xwestinê ye.
[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]
Weşanxeneya Apecê û pirtûkên zarokan