بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 13 July 2008

--------------------------------------------------------------------------------

Serokatiya Kurdistanê daxuyaniyekê belav kir û têde revandina 3 çiyahilkêşên alman ku ji aliyê PKK-ê ve hatiye kirin rûreş kir

--------------------------------------------------------------------------------

Serokatiya Kurdistanê daxuyaniyekê belav kir û têde revandina 3 çiyahilkêşên alman ku ji aliyê PKK-ê ve hatiye kirin rûreş kir:

Teksta daxuyaniyê
Serokatiya Kurdistanê bi tundî revandina Sê turîzmên Almanî îdane û rûreş dike ko hin rojan beriya niha li Roj-Hilata Tirkiyê hatine revandin û kiryara han jî bi kiryarek pir xerab û zirarmend jibo pirêsgirêka Kurd qebûl dike û daxwazê jî ji vî alî dike yê ko ev geştiyarên almanî revandine , bi lez û bê texîr kirin wan geştiyaran azad bike.

Serokatiya Kurdistanê

Rizgarî Online/ Serokayetîya herêma Kurdistanê îro daxuyanameyek belav kir û tê de dîyar dike, ku serokayetîya herêma Kurdistanê revandina wan hersê çîyakêşên Almanî bi dijwarî riswa dike. Daxuyanameya serokayetîya herêma Kurdistanê dide zanîn, ku ev karê hanê ziyanên mezin digihîne doza Kurdistanê. Û divê ew zûtirîn kat bêne serbest kirin. Serokayetîya herêma Kurdistanê û Serokwezîra Almanyayê, daxwazkirin, ku ew her 3 çîyakîşên Almanî bên azadkirin.. Serokayetîya herêma Kurdistanî û Serokwezîra Almanyayê daxwaz kirin, ku divê zûtirîn kat ew her sê çîyakêşên Almanî yên revandî bên azadkirin. Serokayetîya herêma Kurdistanê îro daxuyanameyek belav kir û tê de dîyar dike, ku serokayetîya herêma Kurdistanê revandina wan hersê çîyakêşên Almanî bi dijwarî riswa dike. Daxuyanameya serokayetîya herêma Kurdistanê dide zanîn, ku ev karê hanê ziyanên mezin digihîne doza Kurdistanê. Û divê ew zûtirîn kat bêne serbest kirin. Merkel, serbestkirina çîyakêşan xwest Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serbestkirina sê çîyakêşên Almanî yên ku ji alîyê PKK yê ve li çîyayê Araratê hatine revandin xwest. Li ser vê bûyerê Merkel beyanekî daye rojnameya “Bild am Sonntag“ û di beyana xwe de dibêje ku hikûmeta Almanyayê ji bo serbestkirina 3 çîyakêşên revandî her tiştî kirine. Herwiha Merkel di beyana xwe de dibêje, ku divê bi zûtirîn kat û bê zirar bêne berdan. Û bi hişkî aşkere dike, ku hikûmeta Almanyayê bi hîç awayekî li ber şantajan situ nateweîne. Çend roj berê 3 çîyakêşên Almanî, li çîyayê Araratê ji alîyê PKK yê ve hatine revandin. .............................. RO/Yezdîn Welat

» Robert Wallter û Mesrûr Barzanî HEWLÊR, 12/7 2008 — Serokatiya Kurdistanê duhî bi daxuyaniyekê rexneyeka dijwar li revandina sê turîstên elman ji aliyê PKK-ê ve girt û got ev kiryar zererê dide doza kurdî û divêt PKK di zûtirîn demê de wan turîstan berde. Serokê Parastinê Mesrûr Barzanî jî got Kurdistan rê nade ko axa wê ji bo êrişên li ser welatên cîran bêt bi kar anîn. Serokatiya Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya ko di malpera wê de belav bûye got: — Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî revandina sê turîstên elmanî şermezar dike ko berî çend rojekî li rojhelata Tirkiyê hatibûn revandin û herwiha vî karî, karekê gelekê xerap û ziyanbexşê kêşeya kurd dihesibîne û daxwaz ji wan aliyên ko ev kar kirine dike ko di zûtirîn demê de wan sê turîstan azad bike. Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî duhî digel parlamenterê brîtanî Robert Wallterî û heyeteka Yakîtiya Ewropayê civiya û got: — Herêma Kurdistanê ne digel hîç çareseriyeka eskerî ye û rê jî nade ko tixûbên herêmê ji bo tehdîdên eskerî yên li dijî welatên cîran bêt bi kar anîn.

13 Tîrmeh 2008 Yekşem Saat 09:23 Revandina 3 tursîtên Alman li Agirî ji aliyê gerîlayên PKK ve, ji aliyê seroktiya Kurdiatanê ve bi tundî hate şermezarkirin. Em li jêr daxuyaniyê diweşînin: Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî revandina sê geştiyarên Elmanî şermezar dike ku berî çend rojekî li rojhelata Tirkiyê hatibûn revandin û her wiha vê karê, karekî gelekî xerap û bi ziyanbexşê kêşeya Kurd dadinê û daxwaz ji wan aliyên vê karê encam dayîn dike ku zûtirîn demî de van sê geştiyaran azad bike. Serokayetiya Herêma Kurdistanê 12-07-2008

PUKmedia 2008-07-13 09:53:12 Derbarê rewandina 3 çiyagerên elmanî ku çend roj berê li rojhilata Tirkiyeyê hatibûn rewandin, serokatiya Herêma Kurdistanê bi beyanameyekê bi tundî ew bûyer şermezar kir û daxwaz kir ku di demeke herî nêz de bên serbestberdan. Teksta beyanameyê wiha ye: Serokatiya Herêma Kurdistanê rewandina wan 3 çiyagerên elmanî ku berî çend rojan li rojhilata Tirkiyeyê hatibûn rewandin şermezar dike. Her wiha serokatiya Herêmê vî karî bi karekî nebaş dizane û dê zererê li pirsgirêka kurd bide û daxwaz ji aliyê berpirsyar ji wî karî dike ku bi lezgînî û bêyî paşdemayîn wan sê çiyageran serbest berde. Serokatiya Herêma Kurdistanê 12-7-2008

Kurdistanî - SEROKATÎYA HERÊMA KURDISTANÊ DAXWAZ KIR KU EW HERSÊ GEŞTEVANÊN ALMANIYAYÎ BIHÊN AZADKIRIN 12-Jul-08 [17:50] PNA – Serokatîya herêma kurdistanê daxwaz kir, ku divê zû bi zû ew hersê geştevanên Almaniyayî yên revandî bihên azadkirin. Ev hersê geştevanên Almaniyayî jî berî çend rojan li bakurê kurdistanê hatin revandin. Serokatîya herêma kurdistanê evroj daxuyannameyek belav kir û danek jê gihijtiye ajansa PNA û tê de hatiye, ku serokatîya herêma kurdistanê revandina ewan hersê geştevanên Almaniyayî bi dijwarî riswa dike. Daxuyannameya serokatîya herêma kurdistanê da zanîn, ku ev karê han ziyanê digihîne doza kurd. Di beşekî evê daxuyannameya herêma kurdistanê de hatiye, ku ev karê han ziyanên mezin digihîne doza kurd û gerek ew geştevanên Almaniyayî yekser bihên berdan. Berî çend rojan ew hersê geştevanên Almaniyayî li devereka çiyayîya bakurê kurdistanê hatin revandin û hukûmeta Turkiye jî dibêje, ku ewên ew revandine çekdarên PKK ne. Hukûmeta Almaniya jî daxwaz kiriye, ku divê ew hersê geştevan zû û yekser bihên azadkirin.

Bu sabah kalktığım zaman ne var ne yok diye Kürd sitelerine bir tür atım.. İlk göze çarpan Kürdistan Başkanı Kek Mesud Barzani'nin ve Almanya Başbakanı Merkel'ın Alman dağcılarının bırakılmasına dair açıklamalarıydı.. İngilizlerin "Mountaineer", Almanların "Bergsteiger",ve Fransızların "Alpiniste" dedikleri 3 Alman PKK tarafından kaçırılmış.. Bu kaçırılış olayının Kürdlere bir yararı olmadığı açık. Ama, benim ilgilendiğim konu Kürdler hangi kelime ile bu mesleği ifade ediyorlar. Netkurd "Çiyahikêş", Rizgarî "Çiyakêş", Nefel "Turist", Avesta"Geştyar", PUKmedia "Çiyager' ve PNA "Geçtvan" diye adlandırmış.. Ben bu keşmekeşliği gördüğüm zaman bu kafa ile biz ortak bir dil tuturamayız.. Benim burada aktartığım sadece Kurmanci lehçesidir.. Birde diğer lehçeleri katsak herhalde Rizgari Online'nin Dağcı için "Çiyakêş"(Dağçeken/içen) gibi bir şey olur.. Kürdler dünyanın en iyi dağlarına sahip ve sürekli dağlara tırmanırlar. Acaba hepimizin birleşebileceği bir terim yokmu? Bize bir dil Akademisi lazım.. Yoksa herkese kendisine göre bir terim bulursa felaket olur.. Belki Newroz Forumunda yazan arkadaşların bu konuda bir önerileri olur diye tüm o yazılarıda haber diye foruma astım.. Yardımınız için teşekürler

Brayê Ferzende, Dest xwesh ji bo pirs û bersiv. Ev peyv li ba me gelek carna bi kar dihat.Chima ku jîyana me he r tim li serê chiya bu. Yen ku derdiketin serê chî û her tim digerîyan ji wanere dihat gotin ew camêr her tim li chiya û banîya digere ji xwere kirîye war. chîyager,banîger,warger,cholger.... gerîn: gezmek,dolashmak,kolachan etmek,seyr û sefer... ger kokunden bir cok kelime turetilir. o isi yapan manasinda. HALK ARASINDA konusulan dogrudur. chiyager en dogrusudur.Aydinlarin yeni turettikleri zorlamadir . Bi rastî min dest bi kurdî kir mixabin min sonda xwe ji bîrakir. chima min hewldabu ku tu car ez dest bi zimanê tirkî nekim. Lê chend peyvên bîyanî ket navnivîsê bibexshin e. Dem xwesh. de were em ji bo demek derkevin serê chîya û li cholo chîya bigerin yê ji mere bejin chiyagerên welat.

Çiyager peyveke xweşik û ciwane.. Lê heke hemû Kurd vê peyvê karneynin ne xweşiktîya wê ne jî ciwantîya wê dimîne.. Ji bo vê yekê jî pêwîstîya me Saziyeka Zimanvanî heye.. Gelo deverên ê Kurdistanê ji bo vê yekê çi dibêjin.. Heke hevalên din jî bîrûrayên xwe bibêjin gellek baş dibû.. Silav Ferzende

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.