Rizgarî Online/ Serokayetîya herêma Kurdistanê îro daxuyanameyek belav kir û tê de dîyar dike, ku serokayetîya herêma Kurdistanê revandina wan hersê çîyakêşên Almanî bi dijwarî riswa dike. Daxuyanameya serokayetîya herêma Kurdistanê dide zanîn, ku ev karê hanê ziyanên mezin digihîne doza Kurdistanê. Û divê ew zûtirîn kat bêne serbest kirin.
Serokayetîya herêma Kurdistanê û Serokwezîra Almanyayê, daxwazkirin, ku ew her 3 çîyakîşên Almanî bên azadkirin..
Serokayetîya herêma Kurdistanî û Serokwezîra Almanyayê daxwaz kirin, ku divê zûtirîn kat ew her sê çîyakêşên Almanî yên revandî bên azadkirin.
Serokayetîya herêma Kurdistanê îro daxuyanameyek belav kir û tê de dîyar dike, ku serokayetîya herêma Kurdistanê revandina wan hersê çîyakêşên Almanî bi dijwarî riswa dike. Daxuyanameya serokayetîya herêma Kurdistanê dide zanîn, ku ev karê hanê ziyanên mezin digihîne doza Kurdistanê. Û divê ew zûtirîn kat bêne serbest kirin.
Merkel, serbestkirina çîyakêşan xwest
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serbestkirina sê çîyakêşên Almanî yên ku ji alîyê PKK yê ve li çîyayê Araratê hatine revandin xwest.
Li ser vê bûyerê Merkel beyanekî daye rojnameya “Bild am Sonntag“ û di beyana xwe de dibêje ku hikûmeta Almanyayê ji bo serbestkirina 3 çîyakêşên revandî her tiştî kirine.
Herwiha Merkel di beyana xwe de dibêje, ku divê bi zûtirîn kat û bê zirar bêne berdan. Û bi hişkî aşkere dike, ku hikûmeta Almanyayê bi hîç awayekî li ber şantajan situ nateweîne.
Çend roj berê 3 çîyakêşên Almanî, li çîyayê Araratê ji alîyê PKK yê ve hatine revandin.
..............................
RO/Yezdîn Welat
Merkel, serbestkirina çîyakêşan xwest