بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

» Robert Wallter û Mesrûr Barzanî HEWLÊR, 12/7 2008 — Serokatiya Kurdistanê duhî bi daxuyaniyekê rexneyeka dijwar li revandina sê turîstên elman ji aliyê PKK-ê ve girt û got ev kiryar zererê dide doza kurdî û divêt PKK di zûtirîn demê de wan turîstan berde. Serokê Parastinê Mesrûr Barzanî jî got Kurdistan rê nade ko axa wê ji bo êrişên li ser welatên cîran bêt bi kar anîn. Serokatiya Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya ko di malpera wê de belav bûye got: — Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî revandina sê turîstên elmanî şermezar dike ko berî çend rojekî li rojhelata Tirkiyê hatibûn revandin û herwiha vî karî, karekê gelekê xerap û ziyanbexşê kêşeya kurd dihesibîne û daxwaz ji wan aliyên ko ev kar kirine dike ko di zûtirîn demê de wan sê turîstan azad bike. Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî duhî digel parlamenterê brîtanî Robert Wallterî û heyeteka Yakîtiya Ewropayê civiya û got: — Herêma Kurdistanê ne digel hîç çareseriyeka eskerî ye û rê jî nade ko tixûbên herêmê ji bo tehdîdên eskerî yên li dijî welatên cîran bêt bi kar anîn.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.