بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 27 February 2008

Ev çend mehên bihurî, dewlet Tirk bi awayekî hovane hemû hezên xwe ên ezmanî kar anî, bi şiklekî berdewam Kurdistana Başûr bombebaran kir... Di 20-ê vê mehê de jî pirtir ji deh hezar hezên xwe ên leşkerî zemînî ve êrîş bir li nav axa Kurdistana Başûr...

Ev êrîş û destdirêjîiya dewleta Tirk bi demeke dûr û dirêj bi şiklekî plankirî hate rojevê... ji bo vê armancê jî xelkê medenî ê Kurd û heta radeyekê xelkê ku li ser ola mesîhî, bûn hedefa êrîşên nijadperestên Tirk... Dîsan li ser biryara Serarteşa Tirk, ev nêçîra Kurdan gihîşt li Ewrupa û wekî minaka Munixê xwepişandanên girseyî ên li dijî Kurd hatin darxistin. Di dawîyê de li Brukselê, Berlînê, Dortmundê û Kolnê Kurd bûn hedefa êrîşên nijadperestên Tirk..
Di van rojan de piranîya dewletê dinyayê bi navê azadîya miletan piştgirîya Kosovo'yê dikin û dewleta serbixwe a Kosovoyê bi fermî nasdikin. Lê di heman wextê de ew bi rasterast an jî ne rasterast hemberî tawanên dewleta Tirk li dijî çil mîlyon Kurd sê meymunan dilêyizin... Ev yeka hanê du standart e du rûyî ye..
Em wekî Civata Kurdên Munixê bang ji hemû sazîyên navnetewî, ango Rêkxistina Netewîyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî ên Amerîkî û Yekîtîya Ewrupayê dikin, beranberi van dewleta Tirk bêdeng nemînin, rê li belavbûna şerî li deverê bigirin..
Em wekî Civata Kurd li Munix, ji nêzîk ve van êrîşên dewleta Tirk dişopînin û xemgîr in..
Ji bo nîşandana nerazîbûna xwe em roja înîyê, ango li roja 29.02.2008, seat 16.00 li cadeya Kaufingerstrasse li ber Richard-Strauss-Brunnen xwepîşandaneke lidardixin..
Em wekî Civata Kurdên Munixê bangi hemû Munixîyan dikin li pêş van tawanên dewleta Tirk, li Kurdistana Başûr , bê deng nemînin, dengê nerazîbûna xwe nîşanbidin û piştgirîya me bikin..

V.i.S.d.P.: Rohat Dogan, Verein zur Förderung ethnischer Minderheiten e.V.; Bergmannstr.35 80339 München

Munix li diji Şerê li Kurdistanê

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.