بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

ev bu 8 seat ez li benda ve daxuyaniya Sivan Perwer búm.. daxuyaní bi Kurdíye ú sírove ú anlaíza vé daxuyaníyé jí divé bi Kurdí be.. Ez kanim yek tishtekí ji bo nuha béjim: sivan perwer ajitasyoné dike! lé ev ajitasyoná ku ew bixwe ev 30 salin dike jí wé wí ú kesén wek wí yén ku di pozísyona wí ya nuhadene xelas neke... Ev daxuyaníya wí ez di wé bír ú baweríyé de me ku ne layiké sírove kirdiné ú analíz kirdiné ye.. Ezé li benda raportaja ku bi wíre hatiye kirin bim... hem ji ishev dereng bú wext derbasbú..  ez bi derd ú kulén dilé xwe herim razém.. de ka ez kanibim razém ya na? ew ji bila wek pirseké bimíne.. kurdistan4all Şivan Perwer: Dijmin jî ev tişt bi me nekiriye  Nivîskar: rizgarionline Di: 14.02.2011 Sehet: 01:25 Ji aliyê rizgarionline Rizgarî Online/ Şivan Perwer îro bi rêya daxûyanîyekî nêrîn û helwesta xwe di derbarê kampanya ya dawî li dij wî dihê bikaranîn eşkere kir. Di daxûyanîyê de Perwer got “tiştên di vê kampanyayê de hatine gotin û iddia kirin, hemû derewin. Hemû hevdîtin û têkiliyên min eşkerene û li pişt diwar û perdan veşartî nemaye” Her wisa Perwer armanca ew kesên ku li dijî wî de kampanya dimeşînin de got : Ji xwe qasî hatiye têgihiştin, zîhniyet û mentalîta wan eve: Li ser bandorê deyne, çavsoriyê bike, bitirsîne, bêbextiyê lê bike, îrade û heş teslim bigire, bike kole û bi kar bîne..” Daxûyanîya Şivan Perwer: Ji raya giştî re, Ji kî û ji kuderê tê bila bê, ji zîhnîyeta bandorvan, hov û çavsor re tu car min serê xwe xwar nekiriye û nakim. Ez duh çava bûm, îro û sibê jî her weke xwe me. Yanî bilindkirina ruhê Kurdistanî, hevîdariya daxwaziya hunerî dijîm, Hunerê azad û serbixwe hergav nîşana xebat û xizmeta min e. Sebra min geleke, behna min firehe. Hêviya min bilinde, baveriya min xurte, armanca min rojên şad û peşerojek ronake. Lê gelo evên ku dest bi vê kampanyayê kirine kî ne û vana ji min çi divên? Çi dixwazin? Dost ya dijminê gelê me ne? Ji ber ku tiştên di vê kampanyayê de hatine gotin û iddia kirin, hemû derewin. Hemû hevdîtin û têkiliyên min eşkerene û li pişt diwar û perdan veşartî nemaye.  Me dît ku vana li hemberê hêz û şexsiyetên welatperwer çıqas suç kirin jî rojekê lebihurtin ne xwestin. Ji ber ku çendî me behnfirehî kir û me nexwest dijmin bi me bikene jî, lê dîsa jî guhertinek di wan de çê nebû. Ji sebra me cesaret girtin û roj bi roj ji ber bêdengiya me hêz girtin û erîşê xwe berfireh kirin. Yanî dixwazin li welatê me yek kesê me mejû azad nemîne.  Ez ji kesên dilrehm, dilovan û bi wîcdan dipirsim: Ma gelo kesên hindik hestên welatperwerî û mirovatî pêre hebe, wisa dike? Di jîyana 36 salên derbederya min de, ya rast, dijmin jî ev tişt bi me nekiriye.  Ji xwe qasî hatiye têgihiştin, zîhniyet û mentalîta wan eve: Li ser bandorê deyne, çavsoriyê bike, bitirsîne, bêbextiyê lê bike, îrade û heş teslim bigire, bike kole û bi kar bîne. Min ji rastiya xwe tu car dev bernedaye. Min rastiya xwe herdem di stranên xwe de aniye ziman. Haji xwe bû me, hezkirin û evîna gel û welatê min di xwîna min de cîh girtîye. Lê li gor uslûba tevger, têkilî û rewşa mirovatiyê mirov silava xwedê digre û dide. Merheba dibêjê û rêzdar dibe. Mêvandarî kevneşopîya resena me Kurda ye. Em jî li gor xwe dibînin ku çi raste çi xirabe. Heke mirov bi xwe û armanca xwe baver be, carna pêwist be dikare li gel dijminê xwe jî danişe, behsa rastiya xwe û gelê xwe bike û biparêze. Ma xelk nizane ku Şivan Perwer li hemberê zilm û zordarî tu car stoyê xwe xwar nekiriye. Ma hûn jî nizanin ku ti kes nikare bayê hunera azadiyê ji ser welatê min rawestîne û lorîkê min ji dil û mejîyê gelê min derîne? Ma hûn nizanin ku rejîmên faşist û koledar ji ber rastiya hunerê min çikas Kurd girtin, işkence kirin, kuştin, yan bi dar xistin? Lê dîsa jî nikaribûn bayê hunerê min rawestînin. Banga we dikim: Baş bizanibin ku ez Şivan Perwerim. Yanî hevalê bargiranim, ruhê Kurdistan, bê rawestan kurê gelê xwe me û wêrek û bi bawerî me. Kesên paqiş û bi bawer ji qirêjiya bêbexta natirse. Ez we dispêrim ûcdan, rehm, dilovanî û raya giştî ya gelê Kurd û Kurdistan. Dîsa baş bizanibin ku gelê me û dîrok dê çi car bi vî awayî li wan nebihure.  Slav û Rêz Şivan Perwer  13.02.2010

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.