Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 20 May 2014

DEWLETA TIRK VAJO BU, BERMEKEV, PRODE!

Diwarojda bawim rojnemavan rojê çend cara û bi çend zmana binîvîsînin. Di rôjêda dewra nîvîsandina yêk nîvîsê hedî hedî ji holê radibe, ji ber vê rojnamevanê ku rojanî dinîvîsînîn seranserî cîhanê nava tengasîyek mezin dane. Gelek cara şopata derçuna nîvîsê û şopata pêkhatina buyeran di berhevda nameşe. Dema nîvîsek derdiçe, buyer digehîjin qonaxek din, rojev zu digore, zugorîna rojevê serê mîrovan dizivirîne, mîrov bê qible û bê sterk dihêle.

Daxawa şert û mercên me hinekan bona nîvîsandina rojanî îcaze nadin, ji bervê em gelek cara ji xwendewanan dur dimînin û nikarin rojanî dîtin û nêrînên xwe xwendewanranra parva bikin. Hevîya min ewe ku rojek bê, em jî rojanî nerînen xwe bi xwendewanên Kurdistanra bkaribin parvabikin, bi alîkîva agadarîyan bigirîn û alîyê din va wan eleg û bêjing bikin û şunda bigehîjînin xwendawanan.

Livîn û gôrin her tim hebun, di nava gerdunêda cîhekî bê livîn û bê gorîn qet tunebuye û diwarojda jî nebe. Gor livîn û gorînan sernaserî dinyayê rojev her roj digore, roj hiltê xeber û peyam belav dibin, roj diçe ava hecatên medyayê kwirteraporta rojê didin. Carcara xeber û peyamên kû rojnehmevan bi rojname, radyo û li ser dîmenhêriqanê xwendewan, gwidar û temaşewanranra parvadikin xeber û peyamên kewnd yê çend rojan berîpêşin.

Li ser glovera me rojhilat û rojavaçuna rôjê bê rawstan berdewame, rasteyetî ewe ku; xencî li ser herdû polên glovera me û li ser welatên nezikî polan, seranserî glovera me di her katî da roj hiltê û diçe ava, berkû glovera me bê rawesten liserhevra dizivire.

Bi hecatên medya nû yên weku înternetê glovera me zedetirin piçuk bu û keti mista mîrovan. Naha li ku der cîhanê tiştek bibe, xeber di demke kwirtda sernaserî cîhanê belavdive û hemu mîrov dibehîzin, kem tişt vêşartî diminîn. Yêk mîrovekî hosta dikare berhevkirin û belavkirina agadarîyan berê dinyayê bigore. Yêk mîrovekî hosta bi belavkirina agadarîyên balkêş sîstema borsayan binîda dihêjîne, aborîya hinek welatan di binîda sistdike. Dema belevkirina agadarîyên jêrzeminî bi destên hinek rêxirawan tête kirin rojeva welatekî şopat tête gorin. Darên sîyasî têtin ruxandin, darên sîyasî yê nû têtin avakirin. Pewîste mîrov serîda bizanê ew agadarî xafilda bona çi derdikevin hole, diz serîda jî dizbun, dizbuna wan tîştekî nû nine, ma heta naha kesekî dizbuna wanra tiştek negotibu, îro bona çi ji wanra diz û dîkator tête gotin?

Ruxandin û kuştina Kazafî serokê Libyayê yê kewnd bînin bîra xwe, ruxandin û kuştina Çawuşesku serokê Romanyayê yê kewnd û tekbirina dara sîyasî ya Sadam Husenê Tikrîtî û kuştina wî bînin bîra xwe?! Ma sedema ruxandin û kuştina wan çi bu?! Xafilda bona çi ew bun diz û dîktator?!

Dagirker û hevkarên wan tu car yêk nebun, tenya yêk dîyardikirin. Enîya Dijdarîya Kurdan di salên dawîda zede pişirîya. Mabeyna Tirkîya, Surîya, Iraq û Îranêda yektiya kewnd nema, ew hevketin, mabeyna Îran û Iraqê nezîka neh salan şer berdewamkir, Beşar Esad û destselayedarên Tirkîya hevketin, bi hevra geryan, reqs û nanxwerina wan ya Stenbolê jî pere nekir. Dara Recep Tayîp ya Tirkîya Beşar Esad gelek zû û erzan firot. Wusa dîyarek ku dagirker li gel piştmizdar û nokerên xwe dijî azadîxwezên Kurdistan demek kwirt da nikaribin yekitîyêk nû ava bikin. Sîstema wan ya dijî Kurdayetîyê kwin û kwindelî bu, qwilek mezin keti benda dagirkerîyê û ew qwil her roj mezin bibe, bawarim di salên dihatîda ew dîwarê benda dagirkerîyê biteqe û lasera şorişa Kuristan dagirker û nokerên wan berxwede bibe nava dojê.

Dewletên dagirker ne tene mabeyna xwe da xwedî pozberînê, ew nava xwe da jî hevûdu dixwin. Îro serdesten Tirkîya binerin; Perê Sektora Kemalê Selanîki û Perrê Olî yê Recep Tayîp Erdoğan rind hevketine, neqeba Perrê Olî yê Recep Tayîp Erdoğan û Perrê Olî yê Gülen Fetullah jî pozberîyên tûj derketin hole. Şerê wan li ser dizî, şelandin û kelepurêye. Wusa dîyarek kû di vî katîda Perrê sîyasî ya Sektora Kemalê Selanîki li gel Perrê Olî ya Gülen Fetullah, li gel Yekitîya Emrîka û Yekitîya Ewropa yekitîyêk sist pêkanîyê. Wan xwest bi vê dengdana dawîyê ya şaredarîyê Dara Recep Tayîp Erdoğan biruxînin û dara sîyasî ji destên wî bigirin. Balam ew serneketin, hevîya wan qirtika wan da ma.

Berku Recep Tayîp Erdoğan alîyê hevkaranda jar bu, wî şevekêda planên xwe gorîn û nava du rojanda kesenku weku endamê Rexirawa Jêrzemînî ya Ergenekonê hatibun girtin da berdan. Pirranîya wan li ser daxwezîya Yekitîya Emrîka û hevkarên wan hatibun girtin. Dara Recep Tayîp Erdoğan tu car ew bi dil sicinnekiribun, di girtina wanda; parêzkarên dewletê regaya rizgarkirina wan vekirî hiştîbun. Parêzkarê dewletê di daxweznama gilîda li gel tiştên rast gelek tîştên xeyal jî nîvîsandibun, wan bi girtin û sicinkirina hinek kesên bê gwine; daxweznama gilî; di serîda dabun şelûkirin. Wan wî katî da bingehya vê rojê danîbun.

Rasteyetî ew bu ku;

1-Wan dest sist avitin Ergenekonê, perrê Ergenekonê yêku dijî Yekitîya Emrîka û Natoyê disekinîya û xeyala xetekî sîyasî ya nû dikir, bi vî şiklî hate tirsandin, di serîda li ser girtina wan Koma Recep Tayîp Erdoğan yêkdengî nebu, bi girtina wan dilê hinekan xwîn diçu.

2-Perrê xwirt yê Ergenekonê karê xwe berdewam dikir.

3-Dara Recep Tayîp Erdoğan, Ergenekona nava Kurdan tu car negirt ser zmanê xwe. Wî xwest li gel Ergenekona nava Kurdanra hevgirtinekê rêxîne, gor vê planê hinek pêyayên Kurd kişandin ba xwe. Alîkiva “dostanîya xwe” Hukumeta Herema Kurdistanê ve pêşva birin alîyê din va kesayetên ku li Bakur gor planeke weku sîyestmedaren Kurd hatibun nasandin girtin nava şeqên xwe, gor vê dîmene wan “yekitîya xwe Kurdanra perçîn kirin” û Tirkîya parçebunekî sedarsed rizgarkirin.

4-Sektora Kemalê Selanîki dengdana dawîyê ya şaredarîyêda binket, wan şikestik mezin xwer. Li Bakurî Kurdistan pirranîyekî mezin ya dengdanan dengê xwe dan BDP, berkû bi bi navê Kurdewarîyê ew li holê bun. Anatolîyayê û Tirakyayê Koma Recep Tayîp Erdoğan pirranîya dengan girt. Dafa ku alîkarên Sektora Kemalê Selanîki li ber Dara Recep Tayîp Erdoğan danîbun, bizdîya, vê dafê pere nekir. Li paş Buyerên Gezîyê wan mezintirîn daf bi deşîfrekirina axaftinên li ser telefunê yên endamê partîya AKP yê, danîn. Wan Dara Recep Tayîp Erdoğan pîçek gezkir, feqet nikarîyan serkevin.

5- Diwarojda Sektora Kemalê Selanîkî bi methoden nu Dara Recep Tayîp dorpêç bike, bona dara siayasî ew çavsortirîn dengê xwe bilind bikin û şurê xwe bigirin destê xwe. Programa wan da şer jî heye.

6-Koma Sermayêya Tarî ya dinyayê biryara ruxandina Dara Recep Tayîp girtiyê ew li gel Kemalîstan hevkarin, ji bona wan li ser Tirkîyêra firotina Nifta Kurdistanê xeterîyêk gelek mezine, ew Rojhilata Navarast dewletekî xwirt naxwazin. Gor wan hemû dewlete Rojhilata Navarast pewîste perfirrî û bê qwet bin. Ji ber vê pewîste pêşvigarîya Dewletên Îslam, Tirkîyeyekî xwirt û firotina Nifta Kurdistanê; Recep Tayîp nahava bîrbike!

7-Sektora Kemalê Selanîki bê rumete, ew diwaroj da j î teqîn, şer, komkujî û xwepenîşandanên nû rêbixînin, “Qeza ya Somayê” û kuştina 301 kedkarên binerdê gelek tiştan tînê bîra mîrov, di vê komkujîyêda destekî tarî heye an tune?? Carek din dibêjim Kemalîst û hevkarên wan yên navnetewî çavsorin, bona mislehetên xwe ew dikarin mîlyonan jî bidin kuştin!

8-Îro Bizutneweyên Sîyasî ku li Bakurî Kurdistan bi navê Kurdan li holênê û hêz dîyardikin, bi lîhîstîkên nu carek din dixwezin Kurdan bi Komara Tirkîyê va bidin zeliqandin, Kurd bî “xweseritîyêk demokratîk ya bê dewlet” têtin xwepandin. Ergenekona nava Kurdan, Xwefiroş û hinek xwelîserên Kurd yekitîya Komara Tirk û Mîsak-î Mîllîya wan propaganda dikin, dibêjin tu problemek me ji ala wera, sînorên wera û bi navê dewleta wera tune, em dixwezin di nava Tirkîya da bijin. Ew hêz alîyê din va li Bakurî Kurdistan bingehya sîstemekî faşîzan datînin. Bi destên wan pozberîyên nava Kurdan têtin tizkirin.

9-Buyerên Ukranyayê bona mîrovetîyê şomîyek gelek mezine, Sermayeya Kîrêj ya Dinyayê dixweze şerê dinyayê yê III. rêxîne, ew bi vî şiklî dixwezin bivîla Komara Urizîstanê û hevkarên wan yên navnetewî bîşkînin, bi şerekî nu dixwezin ji nava krîzê derkevin. Bîrmekin gelek dewletên Yekitîya Ewropa û Emrîka li ber îflazkirinêne, dewlet nikarin denê (qerzê) xwe bidin. Ew her roj bi bacên nû pesîra gelê xwe va digirîn, nerazîbuna gelan seranserî dinyayê mezin dibe., wusa dîyar dike kû serdest û bindest hevbikevin, dinya şoriş, ruxandin û gengaşîyên nuva avise.

Îro Dewleta Tirk vajo buye, her alîva nava gengeşîyek mezin dayê. Me di dîroka xwe da ne ji Monakirîya wan ne jî Komera wan xerek dît. Şerîata wan, demokrasîya wan her tim li ser pişta me ço bu, û diwaroj da jî ew wusa bimîne. Berî damezrandina Komara Tirkîya Kongireya ku Cemîyeta Tealîyê ya Kurdistanê li bajarê Stembolê darxistibu bînîn bîra xwe! Di vê kongirêda biryara neveqetandinê dihat girtin, dihat gotin ku; “Tirk brayên me yên Mislimanin di katekî wusa li dijî wan desthildan neraste”. Dura çi hat serê me dîyare; Koçgîrî, Şex Said, Zîlan, Agrî, Dersim û heta îro gav bi gav tunekirina Kurdan. Ji ber vê Kurd pevîste vê vajobune bona xwe baş bidin karanîn, katên wusa her tim dernakevin hole. Yekitîya dagirkerên Kurdistan îro hatîyê pişirandin, heta mîrov dikare bêje nemaye. Dinya bi xwe nava krîzekî mezindayê, pozberîyên neqeba Urizîstenê, Yekitîya Ewropa û Emrika her roj zedetirîn tuj dibin. Mafê Carenus îro bona tu gelekî luksek nînê û ew mafekî zarurîye. Hezên ku bona dewletbuna komen piçuk destrakirine hemu argument dijî dewletbuna Kurdan ji destên xwe serî da girtine, dijî dewletbuna Kurdan îro ew nikarin gelên xwe bidin xwepandin, li welatê wan dara wan ya sîyasî bikeve nava xeterîyek mezin. Ji ber vê Kurd pevîste xwe bona Yekitî û Serbixweyetîya welatê xwe amade bikin. Yekitî û Serbixweyetîya Kurdistan, komekî pir dengî, pir rengî û pir zimanî wekû nan û av Kurdanra pewîste. Çareyên din; ji mera ne dibin derman nejî reçete, ji ber vê li dagirkeran din, li ber wan mekevin û jîyana wan dirêj mekin!

Bila ew Xweserîtîya xwe ya Demokratîk, Şerîat û Demokrasîya xwe bigirin û bidewisînin xwe!

Prode!

Hezar car prode!

Bîşar Norşîn
18.05.2014

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.