Şewket jî çû rihmeta xwe!
Bi xemgînî kî mezin min nivîsandina HHY li ser koçkirina hevalê meyê ezîz ŞEWKET xwend. Mirin bê guman xiraptîrîn tişte ku li însan diqewime. Lê mirina hevalên me, di bîranînên me da û di kar û xebatên me da ewê her bi jîyan be.
Min jî Şewket naskir. Ew jî, ji hevalên meyê "dagirtî" bû. Li Batmanê û li Seertê ku yek insan xurt û qelew ba, jêra digotin "insanê dagirtî".
Wî dema ku me dest bi kar û xebata organîzasyonî kirî bû, li bajarê Seertê hevalekî ji mira got ku lazime hemû kadroyên KAWA "dagirtî" bin. Min got, "çima ma şoreşgerî bi tene karê insanên "dagirtî" ne? Ewî got, "na, lê tesîra insanên "dagirtî" zedetir li ser gel çê dibe, mêzeke piranîya hevalên me zehîfokîne. Xelkê me, me bi ciddi hesab nake". Piranîya hevalên me lawaz (zayif) bûn. ji bo vî, ku min hevalekî "dagirtî" didît gelek kefxwes dibûm. Şewket jî yek ji wan hevalên "dagirtî" bû.
Serê hemû hevalan û bi taybetî serê malbata wî sax be. Xebatkarên KAWA û şoreşa Kurdistan wekî Şewket namirin. 28.12.2013