Li Zaxo Çi Dibe?
Buyer yan jî Kiryara Zaxo û PDK û Siyaseta Opozisyonê
2.12.2011 Piştî Nimêja Înê girseykê êrîşkirin ser hindek dikan û Otêl û cihê Mesajên saxlemiyê.
Melayekî Mizgefta Reşîd civata Mizgeftê paldeye ku deme ji Mizgeftê derdikefin raste rast berên xwe didin wan dikanan û agrî pê têxin. Pêla Agirî liser Ala Kurdistanê diket lê Ala Kurdistan li ber xwe dida û pêlên xwe divan wê kiryarêde liser Kurdistan dihejand.Li gorî çavkaniyan, di encamê buyerêde, 32 kes birîndar bûn, 14 dikan û 4 navendên mesacê hatine şewitandin 2 otel.
Despêkê Divê em berê xwe bidin Televizyonên Başûr yanî KTV, ZagrosTv,Kurdasat,GKTV,Peyam, Spêda,KNN û nizanin çendên din. Dîmenên wan û şiloveyên wan li milekê rewşa Bajarê Zaxo bi nezanîn bo bîner/Temaşevanan nekildikirin! Jixwe nûçegihanên wan hemîjî bê tecrubene û bi gorî hesta serênxwe yên demkî peyamên xwe didan navendên Tv ´yên xwe!
Yekgirtuya Îsmalî direkt Barzanî,PDK û desthilat tawanbarkir û ev kiryaran û yani şawitandina Bîroya wan di bin çavkaniya wande hatiye encamdan gotin. Serokê Yekgirtuya Îslamî ligel serokê Komela Îslamî duhî(3.12) di prêsêde bo kanalên xwe „ Direkt buyer danî ser stuyê Mesûd Barzanî,Ew Melayê di mizgeftêde girse palpişt dayî Parti buye, gunehê me pê çiye? got. Liser pirsekê, Komisyona lêkolînê serokê herême pêkanîye bu lêkolînê, Serokê Yekgirtu Bahaeddin got, ji çire serokê Herêm komîsyonê pêktînit? Ew bixwe dizanit kîne ev kare kirîn û komîtên wan dizanin“. Direket Serokê Yekgirtu Bahaeddin Mesûd Barzanî û PDK tawan barkir.
PDK jî ev Tumetbariya Yekgirtu redkir û daxwaz kir ku Yekgirtu doza lêburînê li Partî bike.
Hersê Kanalên Dilxwede Opozîsyonin(Spêda,KNN û Peyam) bi yek deng û rengî êrîşê ser Partî Û Serokê Herêmê Mesûd Barzanî kirin. Kurdsat û KGTV yanî YNK hêjî bi rastî helwesta xwe liser vê kiryar-buyera Bajarê Zaxo işkere nekiriye.
Zaxo Qelha PDK û Mesûd Barzanî Tête zanîn. Barzanî Xelkê Zaxo Gelik hizdike û ev hizkirin çend caran li Zaxo di axaftinên xwede, bi rasta xwe Televizyonan ev axaftina wi bo bîneran wesandiye.
Eger ev dikan û Otêl û cihê Mesajê şawitandin Roja Înê bi Paldana axaftina Melayê Mizgeftêbe, ev tê wê manê ku xelkê zaxo ji Siyaseta Mesûd Barzanî û PDK fêhm nekirine. Eger ev Kiryare ne bi patldana Melayên Mizgeftan bejî dîsa divê Parastin û Mesûd Barzan û PDK rûne û hûr û kûr hizrê xwe bikin, li kuderê kêmasî û şaşîtiyên raginadinêde bi têr û tejî nebune bikin.
Bi gotnekî din, eger ev kiryare bi baweriya gorî min kiryarekî mezin û siyasiye dest û paldana Melayên Mizgefta nebin, gelo Destê derekî heta çi radeyê mirov liber çava dayne?
Eger destên parastinên derekîbe, Parastina Kurdistan û serokê wê Mesrûr Barzanî bo xelkê Zaxo û Rêxistinên xwe çidibêjin? Yan Mesûd Barzanî bo wî xelkê Zaxo yê „Min hon gelik xoş divêt-Xeşewîstin minin“ çawa dibîne bi yek gotinê Zaxo serobinkirin?
Ev kiryara Zaxo- şawitandina Dikan û Otêlan direk dijê Mesûd Barzanî û PDK hatiye kirin. Divê ne PDK belku Barzanî û Nêcîrvan Barzanî li paşxe vegerin û rewşa Endamên deverê bi lez liber çavanre derbazbikin.
Her kesekê dibe mesulek di Nava PDK de, „xwe weko Mereşalekê dinava xelkêde dibîn“. Poz/difin bilindiya wan dibeku bibe sebebêb paşdekixtina PDK û Mesûd Barzanî jî.
Yekgirtuya Îsmalamî Li Herêma Bahdînan piştî PDK partiya duyeme. Mirov dikare bê jî liber çava nede paş ku Yekgirtu hindî diçe xelkê wê zêdetir dike û dema Mirov Baregahê wê yê li Zaxo dibîne ev rastiye divê mirov qebulbike.
Endamekî yekgirtu duhî digot; „Başe çawa şawitandina çend dikinan dikin beranberê şewitandina biroya Yekgirtu?“ Yasayijî ev qebulnabit digot.
Ev Kesan Dilxwede endamên desteya sûrraya Yekgirtubu.
Lê Diyare hayê wî ji yasayê nîne. Di yasayêde te dikanek şawitandiye û Bîroyeki siyasi sawitandiye hiç ferkeka wê ya cizayî nîne. Kuştin Kuştine tu yekî misilman yanjî File bikujî di yasaya cizayide eyni cizaye. Yanî Endamê desteya Yekgitru Şawitandina Dikanên bîr firotinê meşru dizanit lê Biroya xwe ne?
Dubare dibêjim Kî çi bêje bila bêje Şawitandina Dikan û otêl û cihê mesajan li Bajarê Zaxo û „Xelkê Zaxo pê rabîn direkt dijê Mesûd Barzanî û PDK buye.“ Barzanî divê hizra Xelkê û siyaseta wan hêdî liber çarvanre derbazbike.
Eger wekî serokê Kurdistan Mesûd Barzanî gotî „bêhna planekî daristî ji Şawitandina Zaxo têt“. Divê Barzanî û Parastin zaafiyeta xwe û ragihandina emni liber çavan derbazbikin.. Xelkê Zaxo çawa berên xwe ji siyaseta Barzanî dan paş??
Serok Barzanî Giheşte Zaxo Dîsa Bêje: „Willahî min hon xoş divêt!“
Îsmaîl Girikî
4.12.2011
îsmaîl Girikî