Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 23 February 2011

Merasima Xelat dayinê tam yek siet û nêvê dirêjkir.
Bi dehan senator û Niwênerên Vatikan û Dewleta îtalya û NATO amadeyê merasimê bun.
Sipasiyên xwe pêşkêsên Serok Mesûd Barzanî kirin.

Ez duhî liber Televizyonê rûniştim û nerabîn. Ez bi dilekî ew hinde xweş û serbilingbum, gelo dê emarasima vê Xelata dîrokî çawa cêbit.

KTV anus kir; got bigura demê Hewlêrê demhijmêr 22.00 ê (sieta ewropa20.00) dê bi rasta xwe di KTVde meresim bête weşandin. Demhijmêr bu 22.00ê êvarî demê Hewlêrê, lê hêjî min tu merasim nedît. Ez diltengbun gelo çima despênekir. Min xwe amadekir ku Telefona Navenda KTV bikin…

Li gora demê hatî diyarkirin 20 dekîkan direngî ma. (Ferhat Pîrbal Liser Ajawegêrên Bajarê Silêmaniyê bi rêya Telefonê (pêşiyê bo Zagros axaftibu), KTV axaftina wî weşand. Ferhad Pîrbal got; Niwênerên Xwepêşandanê ji minre gotin divê tu bêjî; biroxe serokatî, bi roxe Hukumet û parlamento ew car tu didakarî baxivî. Min got wan başe bedîlê we çiye bu vê roxandinê? Wan got eveye, egerne tu naaxivî û gotin kesên xwe bigirin û lê bidin. Wan xwe amade kirin êrîşê min bikin, lêbelê hindek kesên din weko polayî ez parastim û ji nav wan derxistim. Nexwe damin li wêderê perîsankin”.digot).

Demhijmêr bigorî demê Ewropa 20.20 dekikan hêjî gotina Ferhat pPîrbal dawî nebuyê hate birîn û Merasima Li Îtalya Paytex Roma despêkir.

Dilê min xweşbî lê min fikrek bir û yek îna. Gelo Ev Kiryarên ajawegêr û destedijminkariya li Bajarê Hewlêrê hatî kirin jiber vê merasimêbu? Jiberku ev Xelata hinde bi rûmet û kimet bo Kesayetiyekî wekî Serok Mesûd Barzanî bête dayîn, dilê dijmin û neyarên Gelê Kurd û Kurdistanê givaşt.

Bi teybetî Axaftinvanekê ; ez dema hatim huzûra Serok Barzanî gelik bi heyecanbun. Ew “Kesekî bi hîmet û zaneye”got. Wî, dema ev gotî ez serxweve hatim û dubare min gotina xwe dubarekir; Dijminên Kurdistan dizanîn ev merasima wergirtina Xelatê NATO çêdibe lewma Divelankên wekî Koleyê 68 li Bexda digot; em bo parastina axa irakê kardikin, lê Mistefa Barzanî bo dewletekî Kurdistan kardike”Lewma îro ew wezîfa dijminkar li Bajarê Silêmaniyê rûdaye duabrekir.

Belê NATO Hêzeka yekeme di cîhane îrode. Dema NATO Vê xelata aşîtiyê û pêkve jiyana biratiyê pêşkêşê SerokmBarzanî dike, eynî demîde mesajeke bo hersê dewletên dijminkariya gelê Kurd û Kurdistanê ye jî.

Ev Xelate, bi teybetî dema min hûr û kûr guhdariya naverokaAxaftina bi dehan Senetor û Niwênerên NATO kirî dît, jiberku Serok Barzanî Fileyê(kiristiyan) ji beşên din yên Iraqê jiber kuştinê direvin û Li Kurdistanê cihdib û Barzanî van diparêzit jibe rhindê ev Xelate dane Barzanî. Min Di axaftina wande baş dit ku wan jibona parastina Kirstiyannan ev Xelate dane Mesûd Barzanî.

Bê goman dîsa wekî her caran berjewendiya hêz û dewletan dikevit jiyanê û NATO jî Ev bo xatirê parastina Filan daye. Her çinebe min ev hole fêhmkir.

Beşekî dinde, Barzanî weko Kesekî têkoşer û xwedî kiyanekî bi hîmet û rûmet dan zanîn. Têkoşeriya wî bo Azadiya Gelê Kurd cihê texdîrêbu. Rola Barzanî di kêseya İraqêde, wekî rolekî serekî hate nirxandin.

Bi dîtina Barzanî gelik dilxeşiya xwe înan ziman û ji Barzanî daxwaz kirin wan filehên li ser axa xwe biparêze û xwedî li wanderkeve kirin.

Barzanî ex xelate weko xelata gelê Kurd bi navkir û wî jî sipasiyên xwe û Gelê Kurdistanê pêşkêşên besdarbuyên Merasimê buyinkir.

Rexneyek bo KTV. Teknikerên KTV hêjî wekî zarokanin û deng û rengê guhastina merasimê ez pê dilteng kirim. Zîmultan wergêra Jin jî ne bi zîrekî bi sistî karê xwe rêvedibir.

Min Dema sala burî Serok Barzanî hatî Turki û Sîmultan wergêrê bi Tirkî dikir Kurdî jî rexne kiribû. Divê Serok Barzanî vê xeletiyê Karên Teknikerê KTV bibine.

Es ser van kêm kurtiyan re jî Serok Mesûd Barzanî pîroz dikim û hêviya jiyanekî dom dirêj jêre dixwazim bo dahatiya Gelê Kurd û Kurdistana serbixwe.

Îsmaîl Girikî
23.2.2011

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.