Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 18 February 2011

Goran direwkariyande - virkirinêde bê çav û bê Guhe. Eger çapemeniya azad li kurdistanê nebaya, gelo Goran û çapemeniya bi wanve girêdayî û yên weka wan da çawa vê weşanê hinde bi azadane domînin? Dêmekî çapemenî zor azade û Goran uû yên weka wan bêçavin, yanjî sitratejiya ji palpista dijminve danîn pêşiya xwe vê rewşa azad nabînin û dibe asteng ji wanre? Belê xwendavanên hêja eve pirsa min. Bila vê persivê bi şêweyê ehlakî, çapemeniya demokrat û azade bidin. Herkesê liservê rewşê xwedî pirsbe bila vê têkvedana Goran û Destekên wan bibînin. Goran 29.1.2011de bi beyannamek wesand, gazî xelkên Kurdistanê dikir ku rabin serxwe û hukumet û parlamentoya Kurdistan hilweşînin. Serokê Goran Noşîrwan Mustefa di Sala 1968 de Li Bexda holê digot: “ Em xebatê dikin bo parastin û yekitiya iraqê. Lê Mistefa Barzanî dixwaze Dewletekî Kurd damezrîne”. Ev Axaftina wî di Kovara Rizgarî ku li Başûrê Kurdistanê derdiketde hatibu weşandin. Berdevkê Mekteba siyasiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyanî liser bûyerên xwepêşandana Silêmaniyê dijê Miqerê PDK got: ''Derbarê wan bûyeran de ji xeynî berpirsyariya exlaqî, berpirsyariya yasayî jî di stoyê wan kanalan de ye.'' ''Bawer nakim ku aliyek li pişt wan bûyeran nebûbe, “aliyê siyasî hebûye” û tehrîk kiriye, li gor wan dîmenên ku me di kombûna ber deriyê Serayê de dîtin aliyê siyasî hebû ku ala bilind kirin. Kesên ku kêfa wan ji rijandina xwînêre têt xwestin xwîn birije erdê û ew xewna wan ya şeytanî hat dîtin.'' ''Nêzîka 15-20 kanalên ragehandinê demeke baş e kar bo paldan û teşwîqkirina xelkê dikin, heta berî teqîna rewşê paldan hebû ji aliyê beşekî ragehandinê ve”.(Rûdaw 17.2.2011). Destekî siyasî lipişt kiryarê heye. Lê ev destê siyasî jî, weko em Kurd dizanin ji dijminan pêve kesekî din tunye. Lê belê Xolam û nokerên wan dijmanan yên weka Goran û PÇDK jî hene. Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî: “Bêgoman ewa ku zelal û eşkereye dijminên gelê Kurdistanê li ser pêkanîna fitne û fesadiyan berdewamin, lêbelê xelkê Kurdistanê hişyar û agahdarin ji hemû plan û nexşeya qirêja nehezan pûç dikin û ji bona parastina ezmûn û destkeftên herêma Kurdistanê rû bi rûyê hemû gef û êrîşekê birawestên. Herweha, ez daxwazê ji gelê herêma kurdistanê û hukûmeta herêma kurdistanê dikim ku, ew bi erkên ser milên xwe rabin, hêzên asayişê bi temamî rewşê kontrol bikin û baregehên hemû partî, hêz û aliyan û dam û dezgehên hukûmî biparêzin”. Li dawiyê de dibêjim ku tebayî û yekrêziya gelê Kurdistanê demên pêkanîna destketiyên mezin bûn, ji bo vê yekê îro erkê me hemûyane vê yekrêziyê biparêzîn. Her weha radigînîm ku eger bixwazin zerer bi rewşa aramiya Kurdistanê û berjewendiyên gelê Kurdistanê bigihînin bi tundî jî rûbirûyê her êrîşek dibin”. 17.2.2011. Mekteba siyasiya Partiya Demokrata Kurdistan: “Ji ber ku dam û dezgehên ewledarîyê(asayişê i.g) yên berpirsyar bi rola xwe ya pêwîst û serekî nedîtin, ew hêzên pasevanên ewledarîyê yên biçûk, ji bo paraztina liqê hatibûn destnîşankirin, bê çare man ku bergirî ji baregeha leqê de bikin. Di encam de – mixabin – çend êrîşkar hatin hingavtin. Herwek xuyaye, ku li gora qanûna rêxistina xwepêşandanê, nabe xwepêşander û rêxistin dijî dam û dezgehên fermî û partayan bizavan bikin û dijwariyê bi kar bînin. Belê ewa îro li Silêmaniyê li dijî baregeha leqa çarema partîya me çêbûyî, vajyî evê qanûna xwepêsandanê bûye”. Sekreterê giştî PDK Fazil Mîranî bo dezgehên ragihandinê dihî (duhî) 17.2.2011 got: „ Pirs ewe, gelo çima tinê leqê 4 bûye armanc? Tiştê ko li Silêmaniyê hatiye kirin destekî dujminkariyê li pişte û armanca wan jinavbirin û têkdana reşa herêma Kurdistanê ya cîgirbûyî ye. Wek PDK em fêrî wê çendê nebûne ko destdirêjiyê ji tu kesî qebûl bikin, destdirêjiyê li ser kesî nakin. Divê hikûmet kesên ko li pişt vê êrîşê ne aşkere bike û bide ber destê dadgehê.“ Herwela Fazil Mîranî diyarkir ku 3 kes dinava Miqerê Partiyêde birîndarbune û yek ji wan jî birîna wî girane û dibeku şehîd jî bibe”. Noşîrwan Mistefa dijê ittifaka sitratejiya Partî û Yekîtibuye. PÇDK û GORAN nanê ser ranê dijminên gelê Kurd û Kurdistanê ne. Piştî ku Partî û Yekîtî dest bi pêkve jiyana siyasî û îtîfaka parastina destketiyên gelê Kurd kirin û xwestin, dinava serê Noşîrwan Mustafa-de provikasyonan despêkir. PDK û YNK îtîfakekî stratejî bi hevdure 2007pêkanîn. Ev bi rastîjî berjewendiya milliya gelê Kurdistanê dixwest. Eger Pîrozkirina Tunûs û Misrêdikin Goran û desteka têkder, gelo çima dijê Miqerê Partiyê Yê Silêmaniyê gulebarandikin? Misir û Tunûs ev 30 Salin desthilatê bi tundî didestên xwede digirin. Sîtema pir partiyatî nîne li wan welatan. Çapemanî li wan welatan qedexeye. Li Kurdistan rojane Televizyona Goran ew wesana dike eger li Misrê û Tunûs baya bi sedan car Goran û Tv yan dihate cizakirin.Lê Kesên xwe zana û rojnamevan dizanin vê rastiya demokratîk nabînin û naxwazin bibinin. Bi gorî mejiyê xwendevanên Kurdistanê; “Me xwendin xilaskir divê hukumet me tayinbike” ev mantike , mantikekî bê biniye. Çawa ku li welatên demokrat û xwedî sistemên civakî û pirpartiyatîde ev merce nîne li Kurdistanê jî nîne. Dîrok divê rewşa raburiyên Gelê Kurd dubareneke. Divê asayiş û partastina Kurdistan rewşê bi yek carê bêxe bin kontrola xwe û destên têkderan bibirin bi tevî palpiştên wan. Kurdistan û rewşa wê çidibe bilabibe divê ev hebuna dîrokiya zêrîn bête parastin. Divê her Kurdek xwe weko parastvanekî vê hebuna Kurdistan bibîne û erkên ser milên xwe bizane. Dijminên gelê Kurd li hêviya rojên holê ji zûde rawestaye û xewna wan jî her evebuye, “gelo heye em bikarin vê rewşa Kurdistan têkbidin û ev hebûna Kurdan têkbiçe” dikrin. Goran û desteka wan û paldana dijmin jî evebuye. Lê ew xewna wan di gewriya wande dimîne û Kurdistan jî dê ALA Kurdistan jî herdem bilind bibe û azadî û serxwebun jî her dê ya gelê Kurdistanê dibe. Dawiyê ez vê kiryara çepel û desteka dijminkar mehkum dikim û rûyê Noşîrwan mustefa û Gorana bi palpişta dijmin derdem rûreş û riswadibin. Belê, rêya me Kurdan hêjî dirêje, gelik evrazî û nişivî yên mayin ku em lê derbazbibin. Îsmaîl Girikî 18.2.2011

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.