Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 9 January 2009

Li ROJNAMA RUDAW DİDARA Lİ GEL OSMAN OCALAN

LİNK: http://www.rudaw.net/default.aspx

Osman Öcalan: Serok Apo Edî Ne Li Dijî Min e!

Osman Öcalan ku di nav Partiya Karkerên Kurdistan'ê (PKK) de bi navê Ferhad naskirîbû, di sala 2004an de li gel hijmarekî endamên serkirdên PKK'ê cûdabû û Partiya Welatparêzên Demokrat (PWD) damezirandin. Piştre ew jî ji hev cûda bûn. Eger Tirkiye yasa ya lêborînê derxe Osman Öcalan duxwaze vegere Tirkiyê. Lê ne ji bo ku wek berî sala 1980an bibe mamoste, ew duxwaze siyasetê li wir bidomîne.

Osman Öcalan di dîdara li gel Rûdaw'de behsa rabirdû, jiyana siyasî û projeyên dahatuyê kir.

Rûdaw: Proje we ya di derbarê çareseriya siyasî û vegerê de gihîştiye kuderê?

Osman Öcalan: Ew proja me di çarçowa pêşxistina xebata medeni ye, ku bi baweriya me ji bo îro ya Kurdistan'ê pêwîst e Li Başûr me projeya xwe ji bo Mam Celal, Kak Mesûd û Kak Nêçîrvan şand. Li gor wan jî baş bû. Herwiha me ji bo PKK'ê jî şand, gotin ’bi giştî baş e, em piştre bersivêbidin te.' Ji ber ku serkirdayetiya PKK'ê li dijî min e, bi taybetî jî hinek kesên di nav serkirdayetiyê de ku di dilên xwe de ji Öcalan jî hez nakin.

Eger ew ne li dijî min bûna, min PKK’ê bicîh nedihişt. Ji bo wê dixwazim tiştekî bi eşkere bibêjim; Ez ne reviyam e, wan ez dame revandin. Da ku cihê wan di nav serkirdayetiya PKK'ê de bihêz bibe, xwestin min bixin derveyî PKK'ê. Hemû rê bikaranîn. Gefên kuştinê jî li min kirin. Ji ber wê duxwazim hemûkes bizanibin Osman Öcalan ne reviya ye, ew dane revandin. Ji bo wê jî, Abdullah Öcalan di rêya bi parêzerên xwe re, daxwuyaniyên nerm da di derbarê min de û daxwaz ji serkirdayetiya PKK'ê kir ku li gel min bikevin diyalogê. Lê wiha nekirin û guh nedan axaftinên wî. Ji bo wê jî dikarim bibêjim serkirdayetiya PKK'ê li gor berjewendiyên xwe tevdigere, ne li gor axaftinen Rêzdar Abdullah Öcalan.

Rûdaw: Yanê PKK ji kontrola Abdullah Öcalan derketiye?

Osman Öcalan: Nexêr. Lewra ew baş dizanin ku ji sedî 98ê gel li cem Rêzdar Abdullah Öcalan e. Lê di cîbicîhkirina rênameyan de li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Herwiha hinek kes di nav serkirdayetiya PKK'ê de ne ku di dilên xwe de dijî Serok Apo ne. Ew jî, Mustafa Karasu, Duran Kalkan (Abbas), Ali Haydar Kaytan’in. Baş dizanim ku wan Apo navê. Lê dizanin ku eger bibine kesayetiyên serbixwe nikarin yek roj di qada siyasetê de bimînin. İro jî, dema ku di Konseya Serokatiya PKK'ê de ne, li ser keda Apo ne. Dema wan di sala 1995 di Komisiyona Lêkolînê de bûn li gel min, digotin, ‚eger PKK nebe, mirov nikare yek roj jî têr xwarin bixwe.’ Lê bi rastî ew bê PKK'ê û Apo ne tiştekin. Pêwîstiya wan bi hebûna Apo divegere ji ber ku ew nikarin siyasetê bikin. Ewên siyasetê jî li ser pişta Apo dikin ne Apoçî ne. Ji ber wê dibêjim, pêwîstîbûna Mustafa Karasu, Duran Kalkan, di çarçowa berjwendiyên taybeti ye ji bo ku li ser pişta Serok Apo siyasetê bikin. Ew bê Apo nikarin yek roj jî di nav siyasetê de bin. Ji bo ku dirêjî bi siyasetkirina xwe bidin, ji hemû kesî zêdetir xwe bi Apoçîtiyê didine xwuyakirin. Lê Apoçîtiyekî sexte ye, ne ji dil û can e. Ji ber ku berjewendiya wan wiha duxwaze ku îro li gel PKK û APO de bin, dîsan pêwîstiya Serok Apo jî bi wan heye. Ji bo ku bikaribe ji zindanê li ser rewşa Kurd û Kurdistan’ê ji aliyê siyasî ve karîgeriyekî dirêj pê bide. Ew kesên ku bi sexteyî li gel de ne û xwedî şaşî û kêmasî ne, neçare çavê xwe ji wan re bigre.

Rûdaw: Hinek kesên dibêjin ku Cemil Bayık jî dema ku li gel wan kesan giftûgo dike ku li cem wî bawer pêkerî ne, dibêje; ’Ez ne li gel Apo me, lê çare ya min nîne.’ Aya ev raste?

Osman Öcalan: Cemil Bayık, xwest li sala 1997an de cûda bibe, biryara cûdabûna jî dabû, wî demî, bi egera nexweşiyê yek mehê li Qeleçolan li gel YNK’ê ma û danûstandin li ser hemû tiştî kiribû û biryara xwe dabû. Di hinek rêyan de, zanyarî gihîştibûn Apo jî. Ji ber wê, biryar dabû ji Cemil Bayık re bibêje, ’edî temam.’ Lê birastî tişta ku wan bîr lê dikir, me di berjewendiya PKK'ê de nedît. Ji ber wê me kar kir ji bo ku Cemil Bayık bi her şêweyekî di nav PKK'ê de bimîne, lewma Serok Apo xwe bêdeng kir.

Rûdaw: Hûn niha li ser biryara vegera Tirkiye îkna bûne?

Osman Öcalan: Derketina derveyî welat hinek caran ji bo demekî kirt pêwîst e. Lê niha û piştî 28 salan ku em bahsa vegerê dikin, hinek kes dibêjin, ’ev teslîm bûn e, ev ne teslîmbûn e. Eger rewş baş be, ewê ‚bibêje ez navegerim’, naxwaze xizmeta neteweyî bike. Gelek siyasetmedarên Kurd li Awrûpa û şûnên din nikarin ji sedî 1 ji heza xwe bixin xizmeta netewî. Wate ji sedî 99ê hêz û taqetên wan nivistiye. Ji bo ku ez xizmeta netewa xwe bikim, dixwazim vegerim welatê xwe. Di wê baweriyê de me, eger şert û merc baş bibin, eze vegerim.

Rûdaw: Hevalekî we vegeriya Tirkiyê û dû mehan hat zindanîkirin û piştre serbest ma. Hûn di wê baweriyê de ku hûnê neyên zindanîkirin?

Osman Öcalan: Ji bo vegera welat, pêwîste zemîna siyasî û yasayî bê amede kirin, da ku dema em vegerin welat, girtin û zindanî kirin nebe. Wek ku Rêzdar Mam Celal jî amaje pêkiribû, yên li çiya ne ku biçine zindanê, bila biçine malên xwe. Mal destwajeyekî berteng û taybetiye, pêwîste vegerine welatê xwe. Ev axaftineke di cihê xwe de ye. Ji bo vê jî, pewîstî bi yasa heye, yasayekî ji du beşan pêk were, yek, ji bo wan kesên ku li nik dewletê mehkûmin, du, ji bo azadkirina wan kesên di zindanê de be. Ew yasa gelek pêwîst e. Li gel wi jî, pêwîst e dewlet giftûgoyê li gel me bike, ji bo ku dema em divegerine welatê xwe, em bi rêyên siyaseta medenî xebata xwe bikin.

Rûdaw: Wê hinek peyam li gel rojnamevanên Tirk ji bo Tirkiye şandin, wê çi bersiv ji dewletê wergirt?

Osman Öcalan: Ta wek niha, çi bersiv ne gihştiye min. Ew zilamên dewletê bûn, gotin em ji bo roportajê hatine, lê diyar bû, duxwazin ku daxwazên me ji zimanê me bibihîzin. Dû saat danûstandin li gel min kirin, gotin, emê bersiva wê bidin. Lê ta niha çi bersiv nadane. Lê tişta ku ez jê agahdarim, hinek hêzên navdewletî jî kar dikin ji bo rawestandina şer. Ew çûbûn li Qendîl’ê rûniştibûn. Hatin li gel me jî rûniştin. Karê wan berdewam e. Digotin, ’heta meha Sibatê wê karên me dirêj bike’, tekez li wê dikirin ku duxwazin di çarçowa aramkirina Rojhilata Navîn de, şerê çekdarî bê rawestandin, bi şêwazên siyasî pirsigirêka Kurd bigihe çareseriyê.

Rûdaw: Aya ew Amerîkî bûn?

Osman Öcalan: Şandeyeke NATO'yê bûn. Ew di çarçova Konferansa Ewlekariya Rojhilata Navîn de hatibûn.

Rûdaw: Li vê dawiyê di raporekî Yekîtiya Awrûpa de hatibû gotin ku MİT’ê jî Murad Karayılan dîtiye, ji bo rawestandina şerê çekdarî û piştre PKK ew îdîa redkir. Zanyariyên wê di vê derbarê de çine? Aya Emre Taner'ê Serokê MİT'ê Murad Karayılan dîtibû?

Osman Öcalan: Tiştê ku ez jê agahdarim, dewlet di nav xwe de, di vê derbarê de di danûstandinan de ye. Emre Tener’ê, Serokê MİT’ê di nav wan hewldanan de ye, ew duxwazin şer raweste û gavên siyasî ji bo çareseriya aştiyane bên avêtin. Lê ew endamên wan ku bi navên rojnameva hêne, tên cem me û binavên din tên danûstandinê dikin. Bi wî rengî bû. Niha Tirkiye ne di qonaxa fermî ya danûstandinan de ye. Bi destê dûyem û rêyên ne fermî danûstandinan dike, yên çûne cem PKK’ê jî bi navê rojnamevan û navên ne fermî diçin. Hîna nebûye giftûgoyekî fermî. Çawa hatine gel me, çûne cem PKK jî. Beşekî Dezgeha Saloxdariya Tirkiyê (MÎT) duxwazin şer rawest e û ew pirs bi rêyên siyasî bên çareserkirin. Lê hîn jî bi giştî dewlet ne amade ye, bi taybetî artêş. Lê wek min destnîşan kir, Konferansa Ewlekariya Rojhilata Navîn di nav kar de ye ku NATO li pişt wane, ew jî, hewldidin ku artêşê îkna bikin ji bo ku şer raweste û doza kurdan bi rêyên siyasî bê çareser kirin.

Rûdaw: Dibêjin peyamek ji Abdullah Öcalan ji bo wê hatiye ku hûn vegerin Tirkiyê û DTPêe kontrol bikin. Wate DTP hinekî ji kontrolê derketiye. Aya ev raste?

Osman Öcalan: Nikarim bibêjim ev deqekî rast e. Lê di wê baweriyê de me ku Serok Apo di daxwuyaniyên xwe yen destpêka çiriya pêşîn 2008 hinek armancên wî hene, ew êdî wek berê dijîtiya min nake, tenê rexneyan li min dike. Herwiha daxwaz ji serkirdayetiya PKK'ê kiriye danûstandinê li gel min bikin, ev tişt ji bo min gelek girînge. Ji bilî daxwaza serok Apo. Yekem karê ku piştî vegera min ji bo Tirkiye ez bikim ewe ku divê ez biçim wî bibînim, li gor yasayên Tirkiye jî, ez wek ksekî ji mirovên wî yên pile yek dikarim biçim wî bibînim. Ez naxwazim xebatekî dijî Serok Apo bikim, yan Apo tengav bikim, belku siyasetekî dikim ku bikaribim pişgêriya wî bidest ve bînim. Ji ber ku PKK û serokê wê Apo, rastiya bizotinewa Netewa Kurd ne li Kurdistan'a Tirkiye, bêyî wî, di vê demê de, çareserî çê nabe.

Rûdaw: Aya hûn dibînin ku PKK di hinek tiştan de, li gor rênmayên Abdullah Öcalan tev nagere?

Osman Öcalan: Hemû kes dizane, belkî bê PKK'ê siyaset bibe, lê bê Apo siyasetkirin nabe. İro ji sedî 95ê xelkên welatparêz yên Kurdistana Tirkiye girêdayî Apo ne, dikarin PKK ret bikin, lê Apo ret nakin, hemû kes vê rastiyê dizanin, serkirdayetiya PKK û DTP vê rastiyê dizanin, ji bo vê kes naxwaze navbera xwe û Apo nebaş bike. Her kesek bi rengekî ji rengan, eger bi rûkenî jî be, girêdana xwe bi Apo ve nîşan dide. Dikarim bibêjim ku ev yek salae serkirdayetiya DTP'ê zêdetir ji ya PKK xwedan li Apo derdikeve, ew jî, ji bo berjewendiyen wan yên siyasîye. Ez di wê baweriyê de me, gelek derbas nabe, wê DTP bibêje ’ez zêdetir ji PKK, xwedî li Apo derdikevim.' Wê bibêje ’ez xwedî pirsgirêkê me ne ku PKK. Ew jî ne tiştekî dûr e.

Rûdaw: Niha bahs li proja çekdanana PKK'ê tê kirin. Tê gotin Abdullah Öcalan jî beşdarî wê projê ye. Ji ber ku PKK ji destê wî derketiye û ketiye di destên Murat Karayılan û Cemil Bayık. Ji ber wê raziye bi çekdananê û qonaxekî din dest pêbike?

Osman Öcalan: PKK ji jêr kontrola Apo dernakeve, kontrola PKK'ê di destên gel û kadirên wê de ye, gel û kadir jî girêdayî Apo ne. ji ber wê eger serkirdayetiya PKK û DTP bixwazin ji Apo cûda bibin, hêza Apo kêm nabe. Ev nêrîn, ne raste. Lê wek min got, dibe ku hinek kes di nav serkirdayetiya her du aliyan de hebin ku ji Apo hez nakin û hene.

Rûdaw: Li gor we, aya dibê ku PKK razî bibe ku çek deyne?

Osman Öcalan: Li gor min, ezmûna şerê sala dawî, ew rastî bi serkirdayetiya PKK'ê jî da qebûlkirin ku hîç destkeftekî nû bi rêya şer bidest nahê. Ji ber wê serkirdayetiya PKK îro ji hemû demî zêdetir nêzîkî razîbûnê ye. Li gor min eger daxwazek ji hemû layenên dewleta Tirkiye hebe, wê PKK daxwaza çekdananê qebûl bike.

Rûdaw: Li gor we, Abdullah Öcalan gihştiye wê baweriyê ku pêwîste çek bê danan?

Osman Öcalan: Abdullah Öcalan ne ku niha, belku li sala 1997 ve gihştiye wê baweriyê ku êdî bi çekî gav nehêne avêtin. Abdullah Öcalan amede bû biryara çek dananê bide û pirsigrêyê bi şêwazên siyasî çareser bike. Ez di wê baweriyê de me ku niha Abdullah Öcalan û serkirdayetiya PKK ji hemû demî zêdetir amedene çek deyinin.

Rûdaw: Wate, Abdullah Öcalan ji wê proja çekdanenê agahdare?

Osman Öcalan: Ji çavdêriya axaftinên Öcalan li ser zimanê parêzerên wî li van du sê mehên de, wiha diyar ku agahdare. Nimûne, wî got, eger dewlet naxwaze pirsigrêyê di rêya min re çareser bike, fermoo bila di rêya serkirdayetiya Başûr û DTP re çareser bike. Li gor min ew axaftinên wî vê dighînin ku ew agahdare, di heman dem de ku daxwaz dike, ez vegerim nav siyasetê, wiha diyare hinek hêz li gel wî danûstandinê dikin. Li gor min, Tirkiye û Amerîka her du giftûgoyê li gel wî dikin.

Rûdaw: Di derbarê proja çekdananê, wê Mam Celal nedîtiye?

Osman Öcalan: Nexêr, min nedîtiye, lê min peyama xwe gihandiyê û min jî, peyama wî wergiritye. Ew tişta ez têgihştim, hizrên min û Mam Celal wek hevin.

Rûdaw: Bi nêrîna wê di nav serkirdayetiya PKK'ê de kî li gel çekdananê dibe û kî wê dijî be?

Osman Öcalan: Dema ez li nav PKK'ê bûm, Cemil Bayık dixwest rojek berî ya din şer rawestê. Bayık ne şervan e. Karayılan mirovekî şerwan e. Lê ew jî baş dizane bi şerê çekdarî hîç encamek bidest nakeve, ji bo wê jî, eger daxwazekî ciddî ji bo çareseriya siyasî bê dîtin, amedeye çek deyine. Eger ew herdû jî bibêjin ’baş e', kesek nine dirêjî bi şer bide. Ji ber ku di nav PKK'ê de dû xet hene; Yek ji wan Cemil Bayık serokatiya wê dike. Ya din jî Karayılan. Xeta Murad Karayılan netewî ye û ya Cemil Bayık giştî ye. Karasu, Ali Haydar Kaytan û Duran Kalkan li gel nêrînên Bayık'ın û Cemil çi bibêje, ew nabêjin ’na.' Ji bo wê jî, ez kesekî nabînim ku dijî çekdananê be.

Rûdaw: Terefdarên Karayılan kîne di nav serkirdayetiya PKK'ê de?

Osman Öcalan: Grûba Karayılan di nav serkirdayetiya PKK'ê de ji Muzefer Ayata ku li Awrûpa di zindanê de ye, Abdurahman Çadırcı, Bahoz Erdal û Rustem pêk tê û ev nezîkî wî ne.

Rûdaw: Lê wek Rojnama Zaman ya nêzîkî AKP dibêje, heta niha jî li Tirkiye, dewlet û gelê Tirkiye duxwazin serkirdayetiya PKK tenê di zindanê de bin ne ku lêborînê ji bo wan derbixe?

Osman Öcalan: Hinek caran tê gotin, ew lîste ya ji 152 kesan pêkhatiye bila biçine welatekî sêyem. Ewên ku naxwazin PKK'ê çek deyine dikarin siha bêjin, çunkî her projeyek eger piştevaniyekî her çende gelek û bihêz jî be, eger serkirdayetiya PKK ya kevin û nû di nav de nebe, nikare biser bikeve.

Rûdaw: Hûn di vî demî, pêşbinî dikî ku Tirkiye lêborînekî giştî ji bo endaman û serkirdayetiya PKK erbixe û dest bi danûstandinê bike?

Osman Öcalan: Çi rêyekî din nemaye, Tirkiye yek sale bê rawestan dest bi hilmetekî ser krîye û hemû hêzên çekdarî yên bejî û asîmanî bikarîna, ew şerê ku diviya di çend salan de bikî, di salekî de kir û çi encamek bidest nekt. Ev yek sale ev rastî ji bo wê diyar bû, herkesî û Tirkiyê jî îtîraf pê kir, ji bo wê jî, li gor min Tirkiye nêzîkî razîbûnê ye. Herkes dibêje ’eger Diyarbekir', wate Kurdistan, bibêje ’belê', Tirkiye wê bibe hêzekî gelek mezin di Rojhilata Navîn de. Berûvajî wê jî, eger Diyarbekir bibêje ’na', wê demî Tirkiye nabe tiştek. Ji bo wê berjewendiyên Tirkiye di rawestandina şer de ye.

Rûdaw: Li gor hinek kesan, ew nerina AKP ku nîşan dide, heta hilbjartinên pêşî encamdan da ku dengê Kurdan bidest bixe, piştî wê, wê AKP jî tiştekî qebûl neke?

Osman Öcalan: Li gor min herdû alî tiştan ji dûr û nêzîk dibînin û dizanin, êdî nikarin Kurdan bixapînin û ne jî Kurd dikarin Tirkan bixapînin. Ji ber we ewa îro dikin ne ji bo demekî kurtin, ne PKK ji bo fêlkirinan wan axaftinan dike û herwiha jî AKP û hêzên dewlet ê, herdû ciddî ne, ji bo wê ew tişt gelekî katêkirinê li encamên hilbijartinên 29/03/2009 nakin.

Rûdaw: Hûn nabînin ku bê guherîna destûrê ku ji bilî Netewa Tirk dan bi hebûna û zimanekî çi netewekî din nake li Tirkiye, aya bahskirina çareseriyê ne tiştekî poçe?

Osman Öcalan: Bê guherîna destûrê nabe, garantî ewe.

Rûdaw: Lê ta wek niha jî, destûr li cem Tirkan pîroz û dibêjin mîrasa Kemalîzimê ye û nabe bê guhertin?

Osman Öcalan: Eger dema guncayî hat, wê Tirk di şev û rojekî de hemu guherînan encam bidin. Heta niha Tirkan ne gotiye ’baş e', her dema gotin ’baş e', wê di nava 24 demjimêran de hemû tiştî bikin.

Rûdaw: Proja TESEV (Rêya Çareseriyê), daxwaz dike zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û Kurd li naveyçen Kurdî bibine desthelat û pêwîste danûstandin li gel DTP'ê bê kirin, aya li gor te, ev qonax hatiye destpêkirin daku DTP nehê giritn û bibe aliyê fermî ji bo danûstandin li gel bihêne kirin?

Osman Öcalan: li gor pirosa girtina partiyan, pêwîst bû sê meh berî niha hatibana girtin, wante dem bi ser ve çû, diyare heta hilbijartinan jî nahê girtin, sedemê vê jî li gor min girêdayî proja çareseriyê ye, piştî hilbijartinan wê projeyekî nû bê arê. Li gor wan zaniyariyên bidest min ketine, piştî hilbijartinên herêmê jî, wê projeyekî nû were pêş, vêce TESEV be yan Mam Celal û Kak Mesûd bin, hemû piroje girêdayî yek navendê ne, vê carê ne ku Amerîka an Awrûpa, belku proja NATO heye, proja NATO pirojeyekî hevbeşe, Amerîka, Awrûpa û ta astekî Rûsya jî tê de ye. Li gor min proja NATO ji hemû proje yên din bihêzitr e.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.