Beriya 30 salî, di 22.11.1978-an de, li Siweregê, Ferîd Uzunî hat kuştin. Ji bona vê îro (22.11.2008) li ser mezelê wî, malbat û hevalên wî yên nêz, kurdperweran, berpirsiyarên Egîtîm-Sen û SES a Sîweregê, ew bîranîn.
Her çiqas di ser şehîdbûna Ferîd Uzunî re 30 sal jî derbas bibû jî, her kesek gelek xemgîn bû û bûyer wek îro di xefize û bîra mirovan de gelek teze bû. Heval û dostên wî yên di emrê wî de, ez, hevjîna wî Ruhsar, Hevjîna min Gulfer û kesên wek me, çi jin û çi mêr porên wan spî bibû. Ew zarokên ku di wê salê de hatibûn dinyayê, zanîngeh xelas kirine û zewicîne û bûne xwediyên zarokan.
Li ser mezel min û parêzer Fexrî Karakoyunî axiftinek kir.
Fexrî Karakoyunî, hevalxebatekî wî û kevne Dengê Kawayî ye. Ji bona vê ew Ferîd Uzunî ji nêz de nas dike. Wî, di axiftina xwe de li ser taybetiyên Ferîdî yên kurdperwerî, şoreşgerî, serokî, dilsozî rawestiya. Bi kurtî li ser şertên dema ku ew hatibû kuştin û planên dewletê û êrişa pêşî ya li hemberî wî û kuştina hevalê wî Nedîmî û li ser sedema kuştina Ferîd Uzunî rawestiya.
Diyar kir ku ew encama planeke mezin ya dewletê hate kuştin.
Piştî bîranîna Ferîd Uzunî, mezelê jina Kurd Remziyê Kumruaslanî, Necmeddîn Buykkayayî, M. Remzî Bûcakî û Faîk Bucakî hat ziyaret kirin û li ser mezelê wan fatîha hat xwendin.
Bi kurtî Ferîd Uzunî kî ye?
Ferîd Uzunî dema ku xwendevanên zanîngehê bû, ket nav tevgera şoreşger a kurd û DKKOyê. Ferîd Uzun, piştî Derbaya Leşkerî ya 12-ê Adara 1971-an ji bona ku endamê DDKO ya Enqereyê bû hat hepis kirin. Di hepsê de li ber xwe da û li hemberî dadgehê doza neteweya kurd parast. Ew jî di encama dadgehkirina DDKO-yê de 13 sal 4 meh ceza bû.
Ew helbestvan û hunermend bû. Dema ku ew di hepsê de bû, di nav pêvajoyê de bû xwediyê moraleke bilind. Hepisxane bi tembûr û govenda xwe şên û kêfxweş û hêsantir dikir.
Berxwedan û parastina wî ya niviskî ya li hemberî dadgeha leşkerî, taybetiyên wî yê serokatî derxist holê. Di hepsê de taybetiyên wî yên kurditî, ji çepitiya wî pêştir bûn.
Dîsa di hepsê de derket holê ku ewê piştî hepsê jî, wek dozgerekî Kurdistanê xebata xwe bidomîne. Wusa jî bû. Ew bi “Ef a Giştî ya sala 1974-an“ ji hepsê derket. Wî, piştî hepsê, ji bona ku Tevgera Bakurê Kurdistanê jînûve bê rêxistin, dest bi xebatê kir. Ew bû serokekî grubeke kurdperwer ya Dengê kawayê:
Dengê Kawa grubeke siyasî ya maoîstî bû. Ferîd Uzunî, piştî şerê 1974-an li Başurê Kurdistanê, piştgiriya Yekîtiya Sovyetê bi rejîma seddamî û baasî re derket holê, helwesta wî li hemberî Sovyetê xurt bû. Gorî baweriya min, piştî hepsê di maoîstiya wî de ji rola felsefeyê û îdeolojiya çep û soosyalîst zêdetir, rola piştgiriya Yekîtiya Sovyetê bi rejîma seddamî re bû referans û sedemeke girîng.
Ferîd Uzunî piştî hepsê zanîngeh xelas kir û bû muhendîs. Di hemendem de zewicî. Ew û hevjîna xwe li Sîweregê bi cîh bûn. Sîwereg bi zanatî û ji bona ku xizmeta Kurdistanê bikin, hilbijartin.
Ferîd Uzunî, li Sîweregê, bi xebateke fedekarî, di demeke kurt de tesîreke mezin li ser ciwanan û gundiyan pêk anî. Ew xebata wî bala desthiladariya dewletê dikişand. Dema ku wî xebata xwe ji sînorê Sîweregê wêdatir bir gelek bajar û gundên Kurdistanê, wê demê zêdetir bala dewletê kişand.
Dema ku Ferîd Uzunî şehîd ket rewşe Tevgera Bakurê Kurdistanê û helwesta dewletê çi bû?
Ew dema ku ez jê behs dikim, ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê demeke taybet bû û Bihara 2-emîn a Tevgera Bakurê Kurdistanê dest pê kiribû. Li Bakurê Kurdistanê rêxistinbûneke plûral û fireh pêşve diçû. Bîrûrey û îdeolojiya kurdî bi riya çend kovaran dihat avakirin. Komeleyên civakî yên xurt gorî pisporiya xwe xebata xwe di nav gel de dimeşandin.
Dewletê encama ev rewşê û xebatê fahm kir, ku bi derbaya leşkerî nikariye, ku pêşiya Tevgera Bakurê Kurdistanê bigre. Ji bona vê biryar da, ku bi gelek awayên din pêşiya Tevgera Bakurê Kurdistanê bigre.
Piştî serîhildanên neteweyî yên Kurdistanê, bi zor û şiddeta dewletê hatibûn şikandin. Qetlîam pêk hatibûn. Serokên Kurdistanê hatibûn kuştin û dardekirin. Bi girseyî kurd koçber hatibûn kirin. Dewlet biserketibû.
Lê piştî salên 1974-an, Tevgera Bakurê Kurdistanê û şertên dinyayê û nekokiya du sîsteman, derfet nedida ku dewleta tirk bi girseyî qetilkirina gelê kurd pêk bîne.
Dewleta Tirk ji bona vê yekê stratejiya xwe nû kir. Biryar da ku li hemberî Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê du riyên qirêj û nehiqûqî û neînasanî bimeşine. Riya yekemîn, serok û kadroyên tevgera kurd bi suîkastan bikuje. Riya duyemîn, di nav Tevgera Bakurê Kurdistanê de girêdayî xwe tevger ava bike.
Ferîd Uzunî PKKê kuşt...
Ji stratejiya dewletê û riya nû ya dewletê re, bîrûreyên PKKê û helwesta PKKê derfeta mezin çê dikir. Taybetiyên PKKê, îdeolojî û menîfestoya PKKê diyar dikir ku hemû rêxistin û partiyên kurdan dijminin, divê serok kadroyên wê bikuştinê ji holê rabin.
Dîsa di van şertan de dewletê dixwest ku dijitiyê di nav tevgera kurdistanê û desthilatdarên kurdistanê de jî xurt bike, di navbeyna wan de şer pêk bê. Di navbeyna rêxistinên Kurdistanê de şer derkeve û gur bibe.
PKKê jî xwediyê eynî stratejiyê bû.
Ev herdu strateji, stratejiya dewletê û PKKê li hevûdu sîwar bûn. Encama vê siyasetê Ferîd Uzunî ji aliyê PKKê de hat kuştin. Pişt re jî, PKKê îddia kir, ku mirovên eşîreta M. Celal Bucakî Ferîd Uzunî kuştiye.
Di destpêkê de ji aliyê malbata Ferîd Uzunî û Dengê Kawa dihat zanîn ku Ferîd Uzunî ji aliyê PKKê de hatiye kuştin. Lê malbata wî, girêdayî sedemên nayên zanîn ev rastiya diyar nekir. Reya giştî ev rastiya, ji malbata wî fêr nebû. Rêxistinên Kurdistanê jî, ji bona ku dijitiya nav grubên kurd zêde nebe, pirs nekolîn û ronîkirina pirsê nekirin karên xwe.
Di encamê de piştî Derbaya Leşkerî ya 12-ê Îlona 1980-yî, kesên ji serokatiya PKKê veqetiyan û ew kesên hatibûn hepiskirin di îfadeyên xwe de diyar kirin, ku Ferîd Uzunî ji aliyê PKKê de hatiye kuştin.
Dîsa ji aliyên berpirsiyar û endamên PKKê de diyar bû, ku armanca PKKê ew bûye ku hemû serokên rêxistinên Bakurê Kurdistanê bikujin. Lê ji bona vê derfet nedîtine û xurtbûna rêxistinan pêşiya vê yekê girtiye.
Divê çi bê kirin?
Îro çawa ku min li ser mezelê şehîd Ferîd Uzunî jî diyar kir, kuştina Ferîd Uzunî li Bakurê Kurdistanê destpêka planeke nû ya dewletê bû. Piştî kuştina Ferîd Uzunî li Kurdistanê bi dehan kadroyên kurdperwer hatin kuştin. Li Hîlvan û Sîweregê provakasyonên mezin bi destê PKKê pêk hatin û bi sedan kes hatin kuştin, eşîr bûn dijminên hev, li hemberî M. Celal Bucakî suîkast hat amade kirin, di şerê hundirî yê Sîweregê de 900 kes hat kuştin û 29 hezar kesan jî ji Sîweregê koç kirin. Li dijî rêxistinên Kurdistanê şer hat kirin û bi taybetî jî şerê ku li dijî KUKê hatibû îlan kirin, bû sedem ku bi sedan kurdperwer bên kuştin.
Ji bona ku di Tevgera Bakurê Kurdistanê de pêvajoya demokratîzêbûnê û paqijiye dest pê bike, divê di pirsa Ferîd Uzunî de lêkolîn û lêpirsînek dest pê bike.
Di van şertên ku pêwendiya PKKê û Ocalan û Ergenekonê tê minaqeşekirin, pirs girîngtir dibe.
Ez hêvîdar im, ku kurdperwer û dezgehên xwe berpirs dibînin, komîsyoneke lêpirsîn û lêkolînê ava bike, ev bûyeran zelal bikin û ji bona wan raporan amade bikin.
Amed, 22 11. 2008
Îbrahîm GUÇLU
([email protected])